30 SAL DI SER ENFALÊ RE BUHURÎN
14.04.2018
Di 14 Nîsana 1988 an de, li Başûrê Kurdîstanê, rejîma Baas, pîştî kîmyabarana bi jahrê ya li Helebçeya brîndar, li tevaya Başûrê Kurdistanê dest bi qirkirin û cîhêlkirinê kir. Bi giranî li devera Germiyan û li derdora Çemçemalê, deverên xaza suriştî û neft lê heyî, ketober xelk dane hev, kom kirin, bê serûşûn wendakirin, avêtîn çalên bêbinî, dane ber gulleyan, pirrên wan bi saxî hatin binaxkirin.
Ji 14 Nîsana 1988 heta bi pêla 3 emîn ya “Enfal”ê, 9ê Hezîranê, nêzî pênc hezar gundên Kurdistanê hate hilweşandin, (1800) hezarû heyştsed dibistan, sêsed nexweşxane, sêhezar mizgeft û 27 dêr û Kenişt hatin werankirin, hilweşandin. Di rastiyê de destpêka van qirkirinan ji 1986 an ve dest pêkir û heta bi 1989 an bi 8 qonaxan hate ajotin. Di encamê de ji (182000) sed û heyştê û du hezaran bêtir.
Kurdistanî hatin kuştin û bi milyonan ji cîh û warên xwe hatin bidûrxistin. Helbet ev ne buhara yekem bû ku li Kurdistaniyan hate herimandin û dê ne ya dawîn be jî. Ger em rojên reş bihejmêrîn, bi dawîn nayên û em firmêskan li ser bibarînin çav têrê nakin. Rojên reş nayêne jibîrkirin. Bi tenê bibîranîn û firmêsk barandin jie care ye, ew naçarîyê ye.
Îro jî axa welatê me sincirîye, şerê balindeyên biyaniyan li ser genimên me ye. Derman hizrû bîra neteweyî û têkoşîna jibona serbixwebûn û azadiya welatê me, Kurdistanê ye. Avakirina Kurdistana serbixwe û azad dikare dawiyê li hemi karesat û komkujiyan bîne.
30 Sal di ser “ENFAL”ê re buhurîn. Hê jî dayikên me firmêskan dibarînin. Hê jî bi hezaran gorbuhiştên me bê serûşûn şopwenda ne. Wek Têkoşerê gorbuhişt Beytar Nûrî Dêrsimî jî gotiye:
“Bê hejmar cangoriyên Kudistanê bê gorr in. Ew ji me beryadekê, abîdeyekê dixwazin. Ew beryad avakirina Kurdistana serbixwe û azad e”.
Ey dujmin: Em bi qirkirinê nayêne wendakirin. Miletê Kurd û hemî dilxwaz û dildarên Kurdistanê dizanin ku derman û çareserî bi giştpirsiya 25ê Îlonê ji tevaya Cîhanê re hate pêşkêşkirin. Her weha xiyaneta 16 yê Cotmehê û lîstika li ser Efrînê û hemî xaka Kurdistanê êdî rêya serbixwebûnê bêtir ronî dike ku Kurdistan serbixwe û azad nebe dê herûher bibe qada şer û nexweşî û xiyanetê
Em bi dijwarî li hemberî hemî karesat û komkujiyên li Kudistanê dengên xwe bilind dikin. Û dibêjin: Kiryar û berpirsên ENFAL, Kîmyabarana Helebçeyê û Komkujiya (8000) Heyşthezar Berzaniyan Dewleta Iraqê ye û divê di Dadgehên Navneteweyî de bihêne darizandin.
PDK-Bakur