BERNAMEYA PARTIYA DEMOKRATA KURDISTAN-BAKUR
Pêvajoya Dîrokî ya ku partiya me, PDK-Bakur, anî holê.
Kurdistan welatekî ji alî dagirkeran ve hatiye dagirkirin û di bin nîzama mêtingeriyê de ye. Parçeyê Bakurê welatê me, di dema Mahmûdê ll. de, di encama polîtîkaya “Navendîkirinê” ya Împaratoriya Osmanî de, statuya xwe ta xweseriyê wenda kir. Piştre jî, pêvajoya ku bi Sevr, Lozan û Peymana Mûsilê dest pê kir, bi çarparçebûna welatê me encam da.
Her çendî Kurdistaniyan li dijî pêvajoya parçekirin û dagîrkirina Kurdistanê, li Başûr bi bizava Berzencî û Barzanî, li Bakur bi Qoçgîrî, Tevgera Azadî, Xoybûn û Berxwedana Dêrsimê li ber xwe dan jî, bi sedema kêmaniyên wan bizavan û ji ber piştgiriya zilhêzên desthilatdar yên cîhanê ji bo dewletên dagirker, parçebûna Kurdistanê teqez bû.
Dewleta dagirker ya Turkiyê, di wê demê de, li welatê me komkujiyan kir, bi sedhezaran kes ji Kurdistanê bi dûr xist û projeyên bişaftinê û tunekirinê bi kar anî. Bi taybetî di bernameyên wek “Plana Serrastkirina Rojhilat”, û herweha di raporên ku di demên cûrbecûr de ji aliyê Pişkînerê Giştî (Waliyên Dagiriyê) ve hatine nivîsandin de eşekere dibe ku çawa li hemberî gelê me kiryarên ji mirovahiyê dûr hatine kirin.
Dewleta Dagirker di gel komkujiyan, bi qedexekirina zimanê me û cilûbergên me, çanda me jî talan kir, ji xwe re kir mal û bi vî awayî polîtîkayeke jenosîdê ya dûmdirêj bi rêve bir.
Dewleta Dagirker ji bona di vê polîtîkaya xwe ya hovane de bi serkeve, bi projeyeke bipêşxistî Bakurê Kurdistanê bi nave “Rojhilatê Ferat” û “Rojavayê Ferat” ji hev veqetand. Di gel li Rojhilatê Ferat komkujî û cîhêlî pêkdihanî, pêşekî dida ku li Rojavayê Ferat bi cînişên ji derveyî Kurdistanê dagire û bi vê yekê xwestiye ku demografiya Kurdistanê têk bibe, û cudahiyên olî yên di nava gelê me de, ji bo siyaseta xwe ya “Tirkkirinê” de wekî amrazek bi kar bîne.
Her wekî belgeyên di vê dema nêzîk de dide xuyakirin; ev cure polîtîka ji layê Cûntaya 1960î ve jî hatine nûjenkirin û birêvebirin. Li bajarên me yên wek Elezîz, Meletî, Mereş û Erzînganê, pevçûnên çepgir û faşîstan yek ji encamên vê plangêriyê bûn. Bi gûrkirina nakokiya Alewî-Sunnîtiyê, kurdên Alewî ber bi rêxistinên çepgir yên Turk ve hatin handan, Kurdên Sunnî jî ber bi partî û rêxistinên sîstema dagirker ve hatin meşandin. Her du beş jî ji hizr û bîrên netewetiyê hatin bidûrxistin û gelek ji wan ber bi tirkbûyînê ve çûn. Wê demê rêxistinên bakurî li hemberî vê yekê tu pêngav bi pêş nexistin, lewra dijmin li beşekî welatê me di siyaseya bişaftinê de bi ser ket.
Piştî berxwedana Dêrsimê ya 1938an, li Bakurê Kurdistanê têkoşÎna azadîxwaz rawestiya, liberrabûnên deverî bi dawî hat û bi navê rêxistiniya Kurdistanê tu bizav li holê nema.
Piştî Serokê nemir di 1958an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û di destûra nuh ya Iraqê de Kurd weke netewe hatin naskirin, li Bakur ji nuh ve tevlivandinekê dest pê kir. Dewleta dagirker wan rûdanan zû dît û bi binçavkirinên ku bi navê 49an tê zanîn, dest bi girtinan kir. Di pey re, ji bona rêlibergirtina birêxistinbûna Kurdistanê, bi destêwerdana desthilatdariya leşkerî, ew bişaftina bi “dizî” ya navbuhurî û planên înkarkirinê ji nuh ve xistin holê û asta zordariya fizîkî zêde kirin.
Di salên 1960an de hinek rûdanan hêştin ku gelê Kurdistanê ji aliyê têgihîştina polîtîk ve ber bi pêş ve biçe. Yek ji wanan; mafê çarenûsiya gelan, bi bendên 1emîn û 55emîn yên Peymana Netewên Yekbûyî (NY) hat naskirin. Herweha, naverok û çawayiya bikaranîna vî mafê bi du peymanên din yên NY ve hatin pesendkirin. Yek ji van peymanan bi navê Peymana Navnetewî ya Abori, Civakî û Çandî ye, û yan din jî Peymana Navnetewî ya Mafên Şaristanî û Siyasî ye, ku ev herdu peyman di nav gel de wekî peymanên cêwî tên zanîn. Dîsa ji rûdanên pratîkî mirov têdigihêje ku bergeha vî mafî dê hertim berfirehtir bibe. Di serdema ji 1946an heta salên 1960an, gelek welatên mêtingeh û madayên li Asya û Afrikayê serbixwe bûn.
Ya din; li seranserê cîhanê tevgerên bi pêşevaniya ciwanan dest pê kirin. Wê pêla ku li ser bingeha azadiyê bilind dibû, bandorê li gelê me jî kir. Ya sêyem û ya herî girîng jî; destpêkirina Şoreşa Îlonê bû, ku piştî vegera Mele Mustafayê nemir ya Başûrê Kurdistanê, bi pêşevaniya PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê) dest pê kir, ji ber ku eşekere bû ku rêveberiya ereb ya dagirker û nîjadperest ji soz-peyamên xwe û helwesta xwe ya domandina dagirkeriyê dike.
Van rûdanên hanê ji pêşevanê me yê dilêr Seîd Elçî re zemînek afirandin ji bo destpêkirina xebata damezrandina partiyeke niştîmanî li Bakurê Kurdistanê. Partiya yekem ya li Bakurê Kurdistanê, partiya me, bi navê PDKT, ji aliyê pênc damezrênerên me ve, di 1965 de, li paytexa me ya paşerojê, li Diyarbekirê hate damezrandin. Li gora wê demê, PDKT xwedî bernameyeke gelek pêşverû bû û ji xwe re kiribû armanc ku parçeyê bakurê welatê me azad bike û lê bibe deshilatdar.
Partiya me, di kongreya xwe ya 4emîn de, ku di 1991 de hat li dar xistin, navê xwe guhart û kir PDK; di kongreya 5emîn ya di 1992an de PDK-Hevgirtin; û di kongreya xwe ya 6emîn ya di 1994an de navê xwe kir Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur), ku bi vî navî jî partiya me ya yasayî îro hetiye damezrandin. Bi vê ve girêdayî; partiya me, berdewamiya rewa ya PDKTê ye ku di 1965an de hatiye damezrandin.
Rewşa Gelê Kurdistanê
Gelê Kurdistanê îro li welatê xwe ne azad e, û ji aliyê siyasî, aborî, civakî û derûnî ve perîşan e. Bi her awayî eşkere ye ku aboriya mêtingeriyê li Kurdistanê tê birêvebirin. Ked, madeyên xam, enerjî û sermiyan ji Bakurê Kurdistanê bo welatê mêtingeran têne veguhestin, û gelê Kurdistanê nikare ji dewlemendiyên xwe yên serzemîn û jêrzemînê sûdê wergire. Di gel vê yekê, pêkanîna rêbaza aboriya mêtingeriyê jiyana Kurdistaniyan jî dixe metirsiyê. Wek mînak, her sal bi mîlyonan Kurdistaniyên ji her temenî, ji bo li welatê mêtingeran bi pereyek bêxêr di zeviyên çandiniyê de bixebitin, li ser pişta kamyonan bi rêyan dikevin û di encama qezayên trafikê de jiyana xwe ji dest didin. Kurdistaniyên ku ji alîyê mêtingeran ve li metropolan wekî keda erzan û karkerên bînasaziyê tên xebitandin, ji ber ku di navbera xwe de bi zimanê xwe dipeyivin, rastî erîşên lînckirinê tên û jiyana xwe ji dest didin. Mînakek din jî ew e ku, Termîk Sentrala ku ji alîyê mêtingeran ve li bajarê Silopîyê hatiye damezrandin, jiyana gelê Kurdistanê dixe nav metirsiyê, û ne ji bona pêdivîya Gelê Kurdistanê, lê belê ji bo pêdivîya enerjiya otêlên pêncstêr yên Antalyayê kar dike.
Li gora lêkolînên hatine kirin, Bakurê Kurdistanê, ku koloniyeke dagirkirî ye û sîstema aboriya kolonyalîzmê li wê serdest e, beranberî gelê Tirk zêde hejartir e û ji lêçûnên perwerdeyî û laşsaxiyê kêmtir sûdê werdigire. Li gora lêkolînên saziyên fermî yên dewleta mêtinger; dema serê kesê dahat diyar tê kirin, bîstûyek bajarên Kurdistanê bajarên herî hejar in.
Dewleta Mêtinger bi bahaneya pevçûnên bi PKKê re, di xwezaya Bakurê Kurdistanê de rûxandinên mezîn daye peydakirin. Mêtingerên ku li welatê xwe bi kampanyayên çandiniya darûberan avadaniyê dike, xuya ye sond xwariye ku yek darekê li Kurdistanê nehêle. Daristanên li welatê me, bi destên hêzen leşkerî, bi awayekî sîstematîk têne şewitandin û tunekirin. Bi vî awayî jiyana xwezayî ya li Kurdistanê bi xetera tunebûnê re rûbirû hatiye hiştin.
Zaravayê Dimilkî yê Kurdî, ji alî YN ve ketiye nav zimanên ku berî li wendabûnê ne. Zaravayên Kurdî, Kurmancî û Dimilkî, wek zimanê perwerdeyiyê nayên bi kar anîn, û dibistanên taybet yên ku ji bo xapandinê destûr hat dayîn jî, kilît li dergehên wan tên xistin. Ev yek jî diyar dike ku mêtinger dixwaze zimanê Kurdî ji jiyana Kurdistaniyan derbixîne û gelê me bibişêve, asîmîle bike.
Mêtinger, bi destê Serkirdeyatiya Karûbarê Diyanetê, sererast destê xwe dirêjî azadiya ol û baweriyê ya Kurdistaniyan dike. Li şûna Alewîtiya Kurdistane û Şafîîtiyê, ku du baweriyên herî belav in di nav gelê me de, baweriya Alewîtîya Tirk û Hanefîtiyê li ser gelê me tê spartin. Bi rêka vê destdirêjahiya li ser baweriyên Kurdistaniyan, dixwazin bişaftinê bileztir bikin.
Jinên Kurdistanê di jiyana civatî û xebatê de gelek kêm cih peyda dikin. Ev rewş, encama xwezayî ya aboriya mêtingeriyê ye. Bi vê yekê, bi rêka jinên me, tê xwestin ku jiyana Kurdistanê ya kevneşopî (gerdişî) perçe dibe û li şûna wê şêwazeke jiyanê ya bêserûber bête bicîhkirin.
Ev bêserûberiya ku encama statuya dagirkeriya mêtingeran e, bitenê bi azadbûyina Kurdistaniyan û avakirina dewleta xwe dikare bête serrastkirin.
Regezên Partiya me
Partiya me şopgirê Ehmedê Xanî, Ubêydullahê Nehrî û ramanên siyasî yên Mele Mustefa Berzaniyê nemir û ya dîroka têkoşîna rizgariya Kurdistanê ye.
Partiya me, partiyeke neteweyî-şoreşger e, û bi mercê pabendiya rêbaza Partiyê, birêxistinkirina hemî raman, etnîsîte, ol, mezheb û hemî çîn û pileyên civata Kurdistaniyan ji xwe kiriye armanc.
PDK-Bakur partiyeke girseyî ye. Partiyeke ku rêbaza netewekariyê pejirandibe, nabe partiyeke mîsyonî yan jî partiyeke kadiran. Lewra, partiyên neteweyî ku têkoşîna rizgariyê dikin, armanca wan ya yekem civatê li dora projeya xwe bicivîne û tevaya gel ber bi rizgariyê ve bide meşandin. Di vê rewşê de tişta diyarker, baweriya ji bindestiyê rizgar bûn û pabendbûna projeya sîyasî ye.
PDK-Bakur di karûbarê xwe yên navxweyî de, li ser bingeha hêmanên demokratîk, pirdengî û dîsîplînê tevdigere.
Partiya me netewekariyeke li ser bingeha regezperestiyê red dike; neteweyekariya li ser bingeha erdnîgariyê (welat) dipejirîne. Bîrûbaweriya netewekariyê ya Partiya me, xwe dispêre desthilatdariya gelê me ya li ser axa xwe, ango projeya dewletbûyinê.
Kesayetiyên ji baweriyên polîtîk yên cûrbecûr di nav Partiya me de dikarin cih bigirin, lêbelê ev rewş nabe tu caran ziyanê bigihîne xeta Partiya me. Tu kes nikare baweriyên xwe yên polîtîk di ser netewekariya Kurdistanê re bigire.
Kurdistan ne welatê Kurdan bi tenê ye; ya hemî rûniştevanên Kurdistanê ye. Di warê ziman û baweriyên olî de, Kurdistanî ne xwerû ne. Li welatê me hemî baweriyên olî, herweha hemî mezheb, ziman û zarava divê hebûna xwe biparêzin û bêne bipêşxistin. Partiya me xwe wekî Kurdistanî dide nasîn û lewra di xebata rizgariya welatê me de, ji bona hemî beşên civakî beşdarî tekoşînê bibin dixebite; û piştî rizgarbûnê jî, dê hewl bide da ku taybetiyên olî û çandî yên civaka me geş bibin.
Em dibînin ku hin aliyên ku me nas nakin, Partiya me wek partiyeke parêzkar (muhafazakar) bi nav dikin. Ji ber ku hemî gelên di nav têkoşîna rizgariyê de û partiyên wan yên netewekar di warê çand, ziman û baweriya olî û hêjayiyên kevneşopî de xwedî hestyariyê ne, ev yek dibe sedemê binavkirineke weha. Ev helwesta hestyar, pêdiviya projeya neteweyî ye; yan na, têgihiştineka ku jiyana xwe ya çandî ji talankirina dagirkeriyê re vekirî bihêle, nikare xwe wekî neteweperwer bi nav bike. Kes û aliyên dikevin nav vê şaşîtiyê, ew in ku parêzkariya çandê û parêzkariya polîtîkî tevlihev dikin. PDK-Bakur bi wateya siyasî de partiyeke şoreşger e. Lewra ew, bi rêya parastina pêkhatina çandî ya civakê, rê li ber siyaseta tunekirinê ya dagirkeran digire, û bi rêya hilweşandina statukoya zordariyê jî, armanca desthilatdariya li welatê xwe dide ber xwe.
Partiya me, desthilatdariya huqûqa gerdûnî, mafên mirovan, û mafên neteweyên kêmjimar, ku bermayên mirovayiyê ne û ji aliyê cîhana hevdem ve têne pejirandin, diparêze. Pirdengî û pirrengiya siyasî û civakî ji xwe re dike bingeh. Di vê çarçoveyê de, tucar çênabe ku partiya me dijminatiya dîtin û ramanên siyasî yên Kurdistaniyan û rêxistinên wan bike. Ji bona deshilatdariya siyasî şerê kurdkujiyê, ji aliyê PDK-Bakur ve, xwekujî ye û wêrankirina welatê me ye.
Partiya me, Mustefa Berzanî wek serokê bîrûrayê xwe dipejirîne û kiryar û tevgerên Wî yên şorşgerî wekî rêbaza xwe dibîne.
Armanca Partiya me
Weke hemû gelên cîhanê, Kurdistanî jî xwedî mafe xwebirêxistinê yê di asta neteweyî de, ango avakirina dewleta xwe ya neteweyî ne. Dewleta mêtinger, ji bona rê li ber mafê huqûqî yê dewletbûyina gelê me bigire, di gel siyaseta înkar û tunekirinê, hin tevgerên bi navê Kurdistanî tevdigerin di nav de, tevaya rê û rêbazên nelirê bi kar tîne û bi vî awayî dixwaze hêviyên gelê me bi dawî bîne. Partiya me tam di vê demê de, dê hêvîya azadiyê pêl bi pêl bi rê bixe û derûniya têkçunê û bêhêvîtiyê ji hev belav bike.
Dewleta mêtinger hemî dewlemendiyên welatê me dimije; ked, madeyên xam, sermiyan û enerjiyê ji Kurdistanê digire û ji bo navenda xwe veduguhêze. Partiya me, bi dawîlêanîna têkiliyên mêtingeriyê, û bi desthilatdariya Kurdistaniyan ya li ser welatê xwe, dê bihêle ku hem hilberîna aborî û hem jî derbirîna bîrûrayê azad bibe. Bi vê yekê, veguherîn û pêşketina civakî dê pêk were. Pêşniyarên berew parastina statukoya mêtingehiyê ya li Kurdistanê dijî şoreşgeriyê ne. Lewra, berdewamiya statuya mêtingerî û dagirkeriyê, pêşî li ber pêşketinê û azadiya civakî digire. Piştî azadbuyina welatê me Bakurê Kurdistanê, Partiya me dê “Kongreya Rizgariyê” bicivîne û dê bernameya xwe ya aboriyê diyar bike. Divê em bibêjin, ku ev bername di her rewşê de, dê helwesta Partiya me ya kedparêziyê nîşan bide.
Li Rojavayê cîhanê, neteweparêzî bi nûjenparêziyê re peyda buye. Di dema şêwaza hilberîna li ser bingehê feodalîzmê, ku dewletê rewayiya xwe ji Yezdan û ji nûnerê Wî Qeral werdigirt, di şêwaza hilberîna sermiyandarî de jêdera rewayiya dewletê netewe ye. Bi xêra şêwaza netewe-dewletê, li Ewrupayê dawî li împaratorî û qeraliyetan hat û her neteweyekê, piştî pevçûnan, sînorên netewe-dewletên xwe bi rehetî destnîşan kirin. Di dema destpêkî ya emperyalîzmê de, ji welatên dagirkirî re, piştî şerê parvekirina Cîhanê yê duyem, bi formulasyona bi navê Self-Determinasyonê (mafê çarenûsî), rêya avakirina netewe-dewletê hate vekirin. Mafê çarenûsiyê, bi Peymana NYyê û bi peymanên paşê yên NYyê ve hatiye pejirandin. Bi taybetî ji salên heftêyan pê ve, mafê Self-Determinasyonê, ji aliyê neteweyên ne di statuya metingehiyê û mandatiyê de jî hate bikaranînê. Wek numûne: Tîmora Rojava, Erître û Kosova bi vê rêyê bûne dewlet. Mafên Saharaya Rojava û Osetiya Başûr jî bi vê rêyê hatine pejirandin û dewletbûyina wan tê payîn. Wekî din, welatên wek Quebec û Îskoçya jî vî mafê xwe bi kar anîn, lê ji ber bijartinên xwe, heta nuha xwe serbixwe nekirine, nebûne dewlet. Çarçoveya vî mafî gelek berfireh bûye. Bingeha huqûqî ua serbixwebûna Bakurê Kurdistanê dê bikaranîna vî mafî be. Li gora rêgeza Huqûqa Navneteweyî, mercên bikaranîna vî mafî vanan in: Ji aliyê gelek ku (1) li welatekî sînorên wî diyar, (2) bi zêdejimarî dijî û bi têkiliyên derûnî û dîrokî, bi wî welatî ve girêdayî ye (3) Self-Determinasyona xwe radigihîne. Ji bona bikaranîna vî mafî, herdu mercên serî hene, lê mercê dawîn hê tune ye.
Birêxistinkirin û diyarkirina îradeya gelê me peyrewa Partiya me ye. Partiya me dê rêzê li encamê dengdana bikaranîna mafê çarenûsiya Kurdistaniyan bigire. Lêbelê, ji ber xeta xwe ya neteweyî-şoreşger, di qada navneteweyî de, ango di rewşeke rewa de, di pêvajoya plebîsîtê de li gel serbixwebûnê helwestê werdigire û di vî warî de kampanya dimeşîne.
PDK-BAKUR PROGRAM
Partimiz PDK-Bakur’u Yaratan Tarihi Süreç
Kürdistan, sömürgeci devletler tarafından ilhak edilmiş, sömürgeci sistemin hâkim olduğu bir ülkedir. Ülkemizin kuzey parçası, II. Mahmud Dönemi’nde Osmanlı İmparatorluğu’nun başlattığı “Merkezileştirme Siyaseti” sonucunda sahip olduğu otonom statüyü kaybetmiştir. Daha sonraki dönemde ise Sykes-Picot Anlaşması’yla başlayan tarihi süreç; Sevr, Lozan ve Musul sözleşmeleriyle ülkemiz Kürdistan’ın dörde bölünmesiyle sonuçlanmıştır.
Kürdistan’ın işgal ve parçalanma sürecine karşı Kürdistanlılar, Güney’de Berzencî ve Barzanî hareketleri, Kuzey’de Koçgirî, Azadî, Xoybûn ve Dêrsim direnişleri ile karşı dursa da, bu hareketlerin bilinen genel zaafları ve dünyadaki egemen güçlerin işgalcileri desteklemesinden dolayı işgal ve parçalanma fiili olarak kesinleşmiştir.
Sömürgeci devlet, tarihin bu döneminde ülkemizin kuzeyinde katliamlar yapmış, yüzbinlerce insanı Kürdistan’dan koparmış, asimilasyon ve imha projeleri uygulamıştır. Özellikle 1925 tarihli “Şark Islahat Planı” ve muhtelif tarihlerde düzenlenen umum-i müfettiş (işgal valisi) raporları halkımıza karşı nasıl insanlık dışı metotların uygulandığını gözler önüne sermektedir.
Sömürgeci devlet yaptığı katliamların yanı sıra, dilimizi ve kıyafetlerimizi yasaklayarak, kültürümüzü kendisine mal etmeye çalışmış, böylelikle halkımıza karşı uzun soluklu soykırım siyaseti yürütmüştür.
Sömürgeci devlet, bu vahşi siyasetinde başarılı olabilmek için geliştirdiği projeyle Kuzey Kürdistan’ı “Fırat’ın Doğusu” ve “Fırat’ın Batısı” olarak ikiye ayırmış, Fırat’ın Doğusu’nda katliam ve sürgün ağırlıklı uygulamalar yaparken, öncelik verdiği ve “Fırat’ın Batısı” diye isimlendirdiği alana dışarıdan yerleşimciler getirmek suretiyle, Kürdistan‘ın demografik yapısını bozmak istemiş, halkımızın inançsal farklılıkları Türkleştirme siyaseti için bir araç olarak kullanılmıştır.
Yakın tarihte ortaya çıkan belgelerden anlaşılacağı üzere bu politikalar, 1960 Cuntası tarafından da revize edilerek yürütülmüştür. Elazığ, Malatya, Maraş, Erzincan gibi şehirlerimizde ortaya çıkan faşist-sol çatışması bu planlamanın bir sonucudur. Alevi-Sünni kutuplaşması yaratılarak, alevi Kürtler Türk sol örgütlerine, Sünni Kürtler ise sömürgeci sistemin uzantıları olan parti ve örgütlere kanalize edilmiştir. Her iki grup da ulusal bilinçten uzaklaşarak, önemli ölçüde Türkleşmişlerdir. Kuzeyli Kürt örgütleri, karşı hamle geliştiremeyince, bu anlamda düşman asimilasyon siyasetinde ülkemizin bu bölümünde başarılı olmuştur.
1938 Dêrsim Direnişi’nden sonra Kuzey Kürdistan’da ulusal özgürlük mücadelesi durmuş, işgale karşı lokal karşı koyuşlar son bulmuş ve Kürdistan örgütlülüğü adına ortada hiç bir şey kalmamıştır.
1958 yılında Ölümsüz Lider’in Güney Kürdistan’a dönüşünden ve yeni Irak anayasasında Kürtlerin bir ulus olarak tanımlanmasından sonra kuzeyde yeniden hareketlilik başlamıştır. Sömürgeci devlet, bu gelişmeleri anında görmüş, önce “49’lar Davası” ismiyle bilinen tutuklama kampanyasını başlatmış, daha sonra -esasında Kürdistan örgütlülüğünü önleme amacıyla yapılan askeri darbeyle- yukarıda bahsettiğimiz “gizli” asimilasyon ve inkar planını yeniden devreye sokmuş ve fiziki baskının dozunu arttırmıştır.
Altmışlı yıllar, Kuzey Kürdistan halkını politik bilinç anlamında ileriye taşıyan önemli gelişmelere sahne oldu. Birincisi, halkların kendi geleceğini belirleme hakkı (self-determinasyon), BM Şartı’nın 1. ve 55. maddelerinde tanınmış , söz konusu hakkın içeriği ve nasıl kullanılacağı ise BM tarafından düzenlenen kamuoyunda “İkiz Sözleşmeler” olarak bilinen İktisadi, Sosyal ve Kültürel Haklar Uluslararası Sözleşmesi ile Medeni ve Siyasi Haklar Uluslararası Sözleşmesi’nde açıklığa kavuşturulmuştur. Yine pratik gelişmelerden söz konusu hakkın kapsamının sürekli genişleyeceği anlaşıldı. 1946’dan 60’lı yıllara kadar uzanan dönemde, Asya ve Afrika’da birçok sömürge ve manda bağımsızlaştı. İkinci olarak, o dönem bütün dünyada gençliğin öncülük ettiği bir takım hareketler başladı. Halkımız, ana düşüncesi herkes için daha fazla özgürlük olarak ifade edilen bu dalgadan olumlu anlamda etkilendi. Üçüncü ve en önemli gelişme ise ölümsüz Mustafa Barzanî’nin Güney Kurdistan’a dönmesinden kısa bir süre sonra, işgalci ve ırkçı Arap yönetiminin Kürdistanlılara verdiği sözleri yerine getirmeyerek, işgali devam etme yönünde tavır aldıklarının anlaşılmasıyla PDK önderliğinde (Kürdistan Demokrat Partisi) “Eylül Devrimi”nin başlaması olmuştur.
Bu gelişmeler kahraman liderimiz Seîd Elçî’nin Kuzey Kurdistan’ın pratik ihtiyaç duyduğu devrimci-milliyetçi partiyi kurma çalışmalarına başlaması için gerekli zemini yaratmıştır. Kuzey Kürdistan’ın ilk partisi olan partimiz PDKT ismiyle beş kurucumuz tarafından 1965 yılında ülkemizin müstakbel başkenti Diyarbekir’de kuruldu. PDKT, zaman ve mekân bağlamında oldukça ilerici bir programa sahipti ve ülkemizin kuzey parçasını özgürleştirerek iktidar olmayı amaçlamaktaydı.
Partimiz, 1991 yılında gerçekleştirdiği 4. Kongre’de ismini PDK, 1992 yılındaki 5. Kongre’de PDK-Hevgirtin, 1994 yılındaki 6. Kongre’de ise, bugün yasal olarak kurduğumuz partimize ismini veren Kuzey Kürdistan Demokrat Partisi (PDK-Bakur) olarak değiştirmiştir. Bu bağlamda partimiz 1965 yılında kurulan T-KDP’nin meşru devamıdır.
Kürdistan Halkının Durumu
Ülkeleri özgür olmayan Kürdistan halkı, siyasi, iktisadi, sosyolojik ve psikolojik anlamda yıkık haldedir. Kürdistan’da sömürge ekonomisinin uygunlandığına dair tüm veriler mevcuttur. Kuzey Kürdistan’dan sömürgecinin ülkesine emek, hammadde, enerji ve sermaye transferi yapılmakta, Kürdistan halkı ülkelerinin yeraltı ve yer üstü zenginliklerinden yararlanamamaktadır. Bunun yanında sömürge ekonomisinin kurallarının uygulanması, Kürdistanlıların can güvenliğini tehlikeye atmaktadır. Örnek vermek gerekirse, her yıl milyonlarca her yaştan Kürdistanlı sömürgecinin ülkesine insani yaşam koşullarını sağlayamayacak komik ücretler karşılığında tarım alanlarında çalışmak üzere kamyon kasalarında yolculuk yapmakta ve trafik kazalarında yaşamlarını yitirmektedir. Sömürgeci tarafından ucuz iş gücü olarak sömürgecinin metropollerinde inşaat işçisi olarak çalıştırılan Kürdistanlılar kendi aralarında Kürtçe konuştukları için linçe maruz kalmakta ve yaşamlarını yitirmektedirler. Yine bir başka örneğe göre, Silopi şehrinde sömürgeci tarafından kurulmuş olan ve insan sağlığını tehlikeye sokan termik santral Kürdistan halkının enerji ihtiyacını değil Antalya’daki beş yıldızlı otellerin enerji ihtiyacını karşılamaktadır.
Yapılan araştırmalara göre, ilhak edilmiş sömürge statüsüne sahip, sömürge ekonomisinin hakim olduğu Kuzey Kürdistan’da halkımızın Türk halkına göre, çok daha yoksul olduğu, eğitim ve sağlık harcamalarından çok daha az yararlandığı görülmektedir. Sömürgeci devletinin resmî kurumu tarafından yapılan araştırmalarda il ortalaması verilerine göre, kişi başına düşen gelir baz alındığında Kürdistan’ın yirmi bir ili en yoksul illerdir.
Sömürgeci devlet tarafından, PKK ile yürüttüğü çatışma bahane edilerek Kuzey Kürdistan’ın doğa dengesinde ciddi tahribatlar yaratılmıştır. Kendi ülkesinde ağaçlandırma kampanyaları yürüten sömürgeci, ülkemizde tek bir ağaç bırakmamaya yeminli görülmektedir. Dağlarımızdaki ormanlar askeri güçler marifetiyle sistematik biçimde yakılmakta yok edilmektedir. Böylece Kürdistandaki doğal yaşam yok olma tehlikesiyle karşı karşıya bırakılmıştır.
Kürtçenin Dimilkî lehçesi BM tarafından yok olmak üzere olan diller sınıfına sokulmuştur. Kürtçenin Kurmancî ve Dimilkî lehçeleri eğitim dili olarak kullanılmamakta, hatta bir kandırma aracı olarak açılmasına izin verilen Kürtçe özel okullar kapatılamaktadır. Bütün bu veriler göstermektedir ki sömürgeci, Kürtçe dilini, Kürdistanlıların yaşamından çıkartarak halkımızı asimile etmek istemektedir.
Sömürgeci, Diyanet İşleri Başkanlığı marifetiyle, Kürdistanlıların din ve inanç özgürlüğüne doğrudan müdahale etmektedir. Halkımızın en yaygın inançları olan Kürdistan Aleviliği ve Şafiilik yerine Türk Alevi inancı ve Hanefilik dayatılmaktadır. Böylece Kürdistanlıların inancına doğrudan müdahale edilerek asimilasyon hızlandırılmak istenmektedir.
Kürdistanlı kadınlar, sosyal ve çalışma yaşamında alanında çok az yer bulabilmektedir. Bu durum sömürge ekonomisinin doğal sonucudur. Bunun yerine kadınlarımız üzerinden geleneksel Kürdistan yaşamı parçalanarak yerine ucube bir yaşam tarzı yerleştirilmek istenmektedir.
İlhak edilmiş sömürge statüsünün yarattığı bu olumsuzluklar ancak Kürdistanlıların özgürleşerek kendi devletlerini kurmalarıyla aşılabilir.
Partimizin İlkeleri
Partimiz, Ehmedê Xanî, Ubeydullah Nehrî ve Ölümsüz Mustafa Barzanî’nin ürettiği siyasi düşüncenin ve Kürdistan özgürlük mücadelesi tarihinin mirasçısıdır.
Partimiz, parti programına bağlı kalmak şartıyla bütün düşünce, etnisite, din, mezhep, sınıf ve katmanlardan bütün Kürdistanlıları örgütlemeyi önüne amaç olarak koyan milliyetçi-devrimci bir partidir.
PDK-Bakur bir kitle partisidir. Milliyetçi ideolojiyi benimseyen siyasi bir hareket misyon ve/veya kadro partisi olamaz. Çünkü ulusal kurtuluş mücadelesi veren milliyetçi partilerin birinci hedefi toplumu sunduğu projenin etrafında toplayarak kurtuluşa giden yolda top yekün yürümesini sağlamaktır. Burada belirleyici olan boyunduruktan kurtulmuya olan inanç ve bu inancın gerçekleşmesi için geliştirilen siyasi projeye olan bağlılıktır.
PDK-Bakur, iç işleyişinde demokratik ilkeleri, çoğulculuğu ve disiplini esas alır
Partimiz, etnisiteye dayalı bir milliyetçilik anlayışını reddeder, coğrafyaya (ülkeye) dayalı milliyetçiliği esas alır. Partimizin milliyetçilik kavrayışı, halkımızın kendi sınırları üzerinde iktidar olmasını sağlama yani devletleşme projesine dayanmaktadır.
Partimizde çeşitli siyasi görüşlerden bireyler kendilerine yer bulabilir fakat bu durum kesinlikle parti çizgisine zarar veremez. Hiç kimse siyasi görüşünü Kürdistan milliyetçiliğinin önüne koyamaz.
Kürdistan, yalnızca Kürtlerin değil ülkemizde yaşayan tüm Kürdistanlıların vatanıdır. Kürdistanlılar din ve dil konusunda homojen bir yapıya sahip değildir. Ülkemizde bütün dinler, mezhepler,diller ve lehçeler varlığını korumalı ve geliştirmelidir. Kürdistanî olan partimiz ülkemizi özgürleştirme mücadelesi sırasında bütün gurupları mücadeleye katmak için çaba sarfeder ve özgürleşmeden sonra farklı dinsel ve kültürel özelliklerimizin ilerleme kaydetmesi için çalışır.
Partimizi tanımayan bazı çevrelerin, partimizi muhafazakar olarak nitelendirdikleri görülmektedir. Böyle bir nitelendirmenin ana nedeni bütün ulusalözgürlük mücadelesi veren halkların ve onların milliyetçi partilerinin geleneksel değerlerini dilin, dinin ve diğer kültürel miraslarının korunması yönünde gösterdiği hassasiyettir.Bu davranış tarzı milliyetçi projenin gereğidir yoksa kültürel yaşam tarzımızı sömürgecinin yağmasına açık hale getiren bir anlayışın kendisini milliyetçi olarak nitelendirmesi mümkün olmazdı. Bu yanlışlığa düşen kimseler, kültürel muhafazakarlık ile siyasi muhafazakarlığı birbirine karıştırmaktadır. PDK-Bakur siyasi anlamda devrimcidir. Çünkü kendi kültürel yapısını koruyarak sömürgecinin dayattığı yok oluşu reddetmekte, siyasi statükoyu yıkarak Kürdistanlıların ülkelerinde iktidar olmasını hedeflemektedir.
Partimiz, çağdaş dünyanın kabul ettiği, insanlık tarihinin birikimi olan evrensel hukukun, insan hakları ilkelerinin, demokrasi kültürünün ve azınlık haklarının egemen olmasının savunucudur. Çok sesli,çok renkli toplumsal ve siyasal çoğulcuğuluğu esas alır. Bu çerçevede bizim için farklı düşünce ve görüşteki Kürdistanlıları ve örgütlerine karşı düşmanlık kabul edilemez bir tabudur. Siyasi egemenlik için kardeş kavgası (birakujî) PDK-Bakur açısında bir intihar ve ülkemizin yıkımıdır.
Partimiz, ideolojik lider olarak kabul ettiği Mustafa Barzanî’nin devrimci pratiğini, eylem tarzı olarak benimsemiştir.
Partimizin Amacı
Kürdistanlılar, bütün uluslar gibi ulusal düzeyde örgütlenme yani bağımsız devlet sahibi olma hakkına sahiptir. Sömürgeci devlet, halkımızın hukuki hakkı olan devletleşmenin önünü kesmek için inkar ve imha politikasının yanı sıra kendisini Kürdistanlı diye niteleyen bazı hareketleri kullanmak dahil, türlü aracı devreye sokmuş ve böylece halkımızın özgürleşme umutlarını sonlandırmak istemiştir. İşte partimiz, sömürgeci tarafından dayatılan yenilgi psikolojisi ve umutsuzluğu dağıtacak, özgürlük umudunu dalga dalga örgütleyecektir.
Sömürgeci devlet, ülkemizi bütün zenginliklerini sömürmekte Kürdistan’dan kendi merkezine, emek,hammadde, enerji ve sermaye transferi yapmaktadır. Partimiz, sömürge ilişkilerini çözerek Kürdistanlıların ülkelerindeki iktidarında hem ekonomik hemde zihinsel üretiminin sağlıklı, verimlive özgür olmasını sağlayacaktır. Böylelikle toplumsal dönüşüm ve toplumsal ilerleme gerçekleştirilecektir. Sömürgecinin Kürdistan’da varlığının devamını savunan çözümler statükocu ve karşı devrimcidir. Çünkü ilhak edilmiş sömürge statüsünün devamı, toplumsal ilerlemenin ve özgürleşmenin önündeki engeldir. Ülkemiz Kuzey Kürdistan özgürleştikten sonra partimiz, Kurtuluş Kongresi’ni toplayarak yürüteceği ekonomik proğramı belirleyecektir. İfade etmek gerekir ki bu program her durumda partimizin emekten yana tavır almasını sağlayacaktır.
Batıda milliyetçilik, modernizmle ortaya çıkmıştır. Feodal üretim tarzında devlet meşruiyet kaynağını tanrı ve onun temsilcisi kraldan alırken, kapitalist üretim tarzında devletin meşruiyet kaynağı ulustur. Ulus-devlet modeli, sayesinde Avrupa’da imparatorluk ve krallıklar tasfiye edildikten sonra halklar, belli çatışmalardan sonra kendi ulus devletlerinin sınırlarını kolayca belirleyebilmişlerdir. Emperyalizmin ilk evrelerinde sömürgeleştirilen ülkelere, ikinci dünya savaşından sonra Self- Determinasyon hakkı formülüyle ulus-devlet olma yolu açılmıştır. Kendi geleceğini belirleme hakkı BM Şartı ve daha sonra BM tarafından düzenlenen sözleşmelerde düzenlenmiştir. Özellikle yetmişli yıllardan itibaren self-determinasyon hakkı yalnızca sömürge ve manda statüsünde olmayan halklar tarafında da kullanılır hale geldi. Örneğin Doğu Timor, Eritre, Kosova gibi ülkelerin halkları bu yolla devletleşti. Güney Osetya, Batı Sahra gibi ülke halklarının bu hakkı tescil edilmiş ve bu yolla devletleşmeleri beklenmektedir. Ayrıca Quebec ve İskoçya gibi ülkelerin halkları bu hakkı kullanmış ama kendi tercihlerinden dolayı devletleşmemişlerdir. Bu hakkın kapsamı oldukça genişlemiştir. Kuzey Kürdistan’ın bağımsızlaşmasının hukuki dayanağı bu hakkı kullanmak olacaktır. Uluslararası hukuk doktrinine göre bu hakkın kullanılması için aranan şartlar; (1) sınırları belirli bir ülkede, (2) çoğunluk olarak yaşayıp söz konusu ülkeyle tarihi ve psikolojik bağı olan bir halkın (3) Self-Determinasyon iradesini ilan etmesidir. Söz konusu hakkın kullanılabilmesi için gerekli ilk iki şart mevcuttur. Son şart ise mevcut değildir.
Halkımızın iradesini örgütleyip beyan edilmesini sağlamak partimizin görevidir. Partimiz, Kürdistanlıların kendi kaderleriyle ilgili yapacağı oylamanın sonucuna saygı duyacaktır ama milliyetçi-devrimci çizgisi gereği uluslararası camianın gözetiminde yani meşru ortamda gerçekleşecek olan plebisit sürecinde bağımsızlıktan yana tavır alır ve bu yönde kampanya yürütür.