JI BO RAYA GIŞTÎ

PDK-Bakur, êrişa li ser mala serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî hatîye kirin bi tundî şermezar dike. Eve ne cara yekem e ku Îran û alîgirên xwe yên derveyî yasayî li Îraqê bi dron û mûşekan êrişî Kurdistanê dikin.Li gel ku herêma Kurdistanê ne teref e di şerê navbera Amerika-Îsraîl û Îranê de, û Kurdistan her dem aligirê aşîtiyê ye, lê dîsa jî dibe armanca êrîşên Îranê û alîgirên wê yên li Îraqê. Îranê roja 24ê adarê bi mûşekan êrîş bir ser xaleke Pêşmerge û di encam de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn. Êrîşên Îranê û alîgirên wê yên li Îraqê xeternak in. Parastina tevaya Herêma Kurdistanê berpirsîyarîya hikûmeta federal ya Îraqê ye, lê mixabin ev berpirsîyarî nehatîye bicîhkirin bi taybet li dij komên terorîst yên li Îraqê. PDK-Bakur van êrîşên dijminane yên li dijî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike.
Bijî Pêşmerge û Bijî Kurdistan!
PDK-Bakur