PDK-Bakur, her li ser kelepor û mîrateya PDKTyê, ya ku bi xebtûkoşa pênc damezrênerên dilsozê gelê xwe, li ser bîr û baweriyeke têkûz û xweragîr, di sala 1965an de, li paytexta welêt, li Amedê hat damezrandin. Li gorî şert û mercên wê qonaxê, PDKT xwediyê xwe û rêbazeke pêşverû bû û armanc jê ew bû ku beşa bakurê welatê xwe, ji bin nîrê Roma Reş derxîne û li ser axa welatê xwe bibe xwedî gotin û xwedî desthilat. Dîroka Kurdistanê, careka din da nîşandan û dijminên gelê kurd rûreş derêxist, wekî xwedîlêderketina vê bernameyê, ji bo hemû endam û dilsozên PDK-Bakur û ji bo hemû kurdên ku serxwebûna welatê xwe dixwazin, wek pêdivîyeke bivênevê ye. Hîmên PDK-Bakur, li ser bîr û baweriya Ehmedê Xanî, Şêx Ubeydullah Nehrî û Barzanîyê Nemir hatiye ava kirin.