Em li Rojava li Hemberî Sûc û Êrîşan Bêdeng Namînin
Serê gelê me yê Rojava û Kurdistanê sax be!
Em bûyerên dawî yên li Rojava bi hêrs û fikar dişopînin. Em kuştina Sîpan Hiznî û mirina girtiyan di şewata Girtîgeha Kobanê de bi tundî şermezar dikin.
Ya ku îro li Rojava diqewime careke din rastiyekê nîşanî me dide: heta ku gelê Kurd li Rojava xwe negihîne statûyek siyasî û qanûnî ya domdar û ewle, dê gelê me her dem tûşî êrîşan bibe.
Destkeftiyên ku gelê Kurd li Rojava bi xwîn û keda xwe bi dest xistiye, divê bi statûyek siyasî û qanûnî ya mayînde bêne parastin û ewle kirin. Êdî nayê qebûlkirin ku maf û îradeya gelê Kurd li tu parçeyekî Kurdistanê bêne înkarkirin.
Em daxwaz dikin ku kuştina Sîpan Hiznî û bûyera Girtîgeha Kobanê bi awayekî zelal bêne lêkolînkirin û berpirsên wan bên diyarkirin.
Pêdivî ye pêşeroja Rojava li ser bingeha îradeya gelê Kurd û mafê wî yê azadiyê bê garantîkirin.
Komîteya Hevkariyê ya Partiyên Siyasî yên Kurd li Fransayê
- Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
- Partiya Demokrat a Kurdistanê – Rojhilat (PDK-Î)
- Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
- Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK)
- Partiya Yekîtî ya Demokrat ya Kurd li Sûriya (PYDKS)
- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
- Partî dîmocratî pêşverû kurdî le Sûriya (P.D.P.K.S)
- Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur)