Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

PDK-BAKUR

SERSAXÎ (NECAT ONUR)

 

Em bi xemgînî radigihînin ku endamê hêja yê partiya me Necat Onur yê xelqê Cizîra Botan çû ser dilovanîya xwe. Ew jiyananeka bi kurdewarî û welatperwerîyê têr û tije derbas kir û bi serbilindî ji cîhanê koç kir. Ew ê hertim di bîra me de be.

 

PDK-Bakur

SERSAXÎ – KAK IDRÎS (EVDIREHÎM YAWÛZ)

Heval û hogirê me yê bi salan, endamê Partiya me PDK-BAKUR, KAK IDRÎS (EVDIREHÎM YAWÛZ), li Rihayê koça xwe a dawîn kir. Kak Idrîs, wek xemxûrekî welêt, di sala 1977an de li Cizîra Botan tevlî refên Partiyê bibû ku di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo Kurd û Kurdistanê heya roja dawîn jî bê rawestan kar kiribû. Em wek PDK-Bakur, sersaxiyê li endamên malbata wî, li endamên Partiyê û hemû hezkiriyên wî dikin. PDK-BAKUR li niştimanperwerî û têkoşeriya wî ya ku ji bo me wek mîrateyekê ye, dê heya serxwebûna Kurdistanê xwedî derkeve. Xwedê rehma xwe lê bike, cihî wî bihûşta rengîn be.

PDK-Bakur

59 SALIYA PDK-BAKUR LI GELÊ KURD Û KURDISTANÊ PÎROZ BE

 

PDKT, 59 sal berê di 11ê Tîrmeha 1965an de hat damezrandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDKT)di 11ê Tîrmeha 1965an de li bajarê Amedê, navenda welatê me, hat damezrandin. Yekemîn damezrênerên Partiya me şehîd Seîd Elçî, nemir Şerafedîn Elçî û Omer Turhan, Derwêşê Sado (Derviş Akgûl) û Şakir Epozdemîr bûn. Piştî damezrandina wê, bi hewldana nemir Fehmî Bîlal sekreterê Şêx Seîd Efendî ku di damezrandina partiyê de roleke aktîf hebû, Faîk Bucak bi merasima sondxwarinê ya ku li Otela Tûrîstîk a Diyarbekirê hat lidarxistin, wek Serokê PDKTyê hat destnîşankirin.

Piştî Komkujiya Dêrsimê ya 1938an û Doza 49an û piştî derbeya leşkerî ya 1960î Partîya me ya ku 11ê Tîrmeha 1965an de hat damezrandin yekemîn partiya siyasî ya netewî ya Kurdistanê ku di qada siyasî de cihê xwe girt.

PDKT partiyeke demokratîk a navendî bû ku li Bakur pêwîstiya rêxistinbûneke cuda derxist pêş û mafên neteweyî û demokratîk parast.

Beriya ku partiya me sala yekem a damezrandina xwe temam bike, hêzên k

ûr ên dewletê serokê me parêzer Faîk Bucak di encama sûîqesteke siyasî de qetil kirin. Piştre serokê nû yê partiya me Seîd Elçî, di sala 1967’an de hat girtin û piştî 70 roj lêpirsîna bi îşkenceyê hat sirgûnkirin. Tevî van hemû neyînîyan partiya me li herêmên wek Amed, Farqîn, Êlih, Botan, Sason, Xerzan, Baykan, Bedlîs, Sêrt, Tetwan, Mûş, Bulanik (Kop), Licê, Patnos, Wan, Hîzan, Siwêreg, Cizîr, Nisêbîn û Qoser. Li Enqere û Ewropayê nûnerên xwe destnîşan kirin.

Di Hezîrana 1971ê de Seroke Giştî yê PDKT Seîd Elçî bi Mihemedê Begê re di encama sûîqesteke siyasî de hat qatilkirin û şehîd bû. Ev derba duyemîn bû li partiya me. Tevî hemû zehmetiyan jî Partiya me bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe yên Kurdistanî tevdigeriya.

Em, partiyeke netewî û demokratîk in. Partiya me modern e û nirxên gelê me dihewîne.

Têkoşîna sivîl, demokratîk û aştiyane ya ku pêwîstiya gelê Kurd heye wê ji bo daxwaz û daxwazên gelê me şert û mercên pêwîst biafirîne. Di xebatên siyasî û rêxistinî de hêz û tundiyê bi temamî red dike.

-Di Îlona 1992 de, Partiya Demokrat  a Kurdistana Tirkiyeyê (TKDP) ku di sala 1965an de hat damezrandin, Platforma Yekitiya Ala Rizgarî, Platforma Yekîtiya Netewî (Bergeh), koma ku ji Rizgarî derket û hin kadroyên serbixwe, di Kongreya Yekîtiyê ya ku li dar xist de bûn yek.

-Di Kongreya a ku di Mijdara 1994an de hat lidarxistin, navê Partiyê li ser pênaseya erdnîgariya siyasî bû Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur (PDK-Bakur).

-PDK-Bakur sîwana welatparêziya Kurdewarî û Kurdayetiyê ye. Di bin vî banî de refên me ji hemû Kurdan re vekirîne. Em amade ne ku bi hev re xizmeta gelê xwe bikin.

Partiya me ku di sala 1965’an de hatiye damezrandin, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û mîsyonê ye. Partiya me di nava tevgera demokratîk a neteweyî de xwedî cihekî girîng e. Em bang li gelê xwe dikin ku di nava refên partiya xwe de bicivin û têbikoşin.

-Bi boneya 59’emîn salvegera damezrandina PDK-Bakur em, pêşengên xwe yên wek Şehîd Faîk Bucak, Seîd Elçî û hemû şehîdên Partiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Rehma Xwedê li hemû şehîdên Kurdistanê be.

11.07.2024

PÊNCÎ Û YEKEMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA SEROK SEÎD ELÇÎ

Wek PDK-Bakur, em avakar û serokê partiya me Seîd Elçîyê pakrewan, di pêncî û yekemîn salvegera koçkirina wî de bi hestên şoreşgerane bi bîr tînin. Xemxûr û têkoşerê gelê Kurd Seîd Elçî, yê ku her tim di rêya serxwebûna welatê xwe de ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya, bi bîr û baweriya xwe ya hêzdar, rêya me a dirêj a ji bo serxwebûnê ronî kir. Dilsozîya wî, ked û kespa wî ya bêhempa û a nayjibîrkirin, ji bo me PDK-Bakurîyan bû nexşerêyeke têkûz û sermedî.

Şehîd namirin!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî PDK-Bakur!

PIRS Û PIRSGIRÊKÊN DEMOKRATÎKKIRINA TIRKÎYEYÊ BÛYE BAR Û KETIYE SER MILÊN VÎ GELÎ!

27.03.2023

Partiya me PDK-BAKUR, di rêkeftî 07.01.2019an de li jêr sernavê “Siyaseta Tırkîyeperwer Bi Yekitiyê Diçe Helbijartinên Herêmî” daxuyaniyek belav kiribû (bnr. PDK-Bakur Info, Türkiyeci Siyaset Yerel Seçimlere İttifakla Giriyor, 10.01.2019), di vê daxuyaniyê de amaje pê dikir ku HDP (Partiya Demokratîk ya Gelan), li Amedê, bi tevî “heft” dorhêlên siyasî ragihand wekî hevkariyeke helbijartinê ya Kurdewer ava kirine, ya ku ji partî, komele û kom û komikan dihatin pê. Bi vê daxuyaniyê hewl dabûn wekî mizgîniya xêrê bidin gelê Kurd ku hemû layenên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, di bin banê HDPyê de hatine ba hev û tifaq û hevkariya netewî ya Kurdan bi awayekî qutebir li dar xistine. Lêbelê, xelk û alem pê dizanî ku HDP, di qonaxeke nêzîkî helbijartinan de vegotina “Yekîtiya Netewî” hem ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û hem jî ji bo devê layên û derdorên siyasî yên Kurd –yên qaşogiravî derveyî vê siyeseta Tirkîyeperwer– şêrîn bike, bi kar dianî, ev yeka hanê hişt ku partî yan derdorên siyasî yên Kurd, dev ji hemû bîr û bawerî û boçûnên xwe yên “netewî û dij-mêtinger” berdin, xwe jî, gelê xwe jî bixapînin, yek bi yek bi dora HDPyê, ango Tirkîyeperweriyê bikevin. Rêya wan wê hingê jî vekirî bû, niha jî vekirî ye!

Belam, di vê “Yekîtî”yê de tişta herî balkêş ne ew e wekî HDP di bîr û bawerî û armanca xwe de bi pêdagir û lihevkirî ye, tew em dikarin bibêjin ku HDP, asta bîr û baweriyên xwe yên navend-Tirkîyeperweriyê, di van helbijartinên bê de bilindtir kiriye; siyasetmedarên Kurd, ji hemû qonaxên siyasetê bêhtir, di bin pêşengiya vê siyasetê de fena xulaman tevdigerin, ango, alozî, ne di pêşniyarbirina bo yên wekî Hesen Cemalê neviyê Cemal Paşayî de ye ne jî di helwêstê de. Bazar, bazara Tirkîyeyeke demokratîk e, hemû ev keft û left ji bo veguhertina rûçikê dewleta mêtinger e wekî dawdoza Kurdan bi rê û dirbên “demokratîk” ji holê rake. Ew dawdoza ku ji Serhildana 1925an û vir de hêza dehfdêr ya avakirina bîr û boçûna dewleteke serbixwe û bidestxistina mafên netewî ya gele Kurd bû. Niha, HDP cardin bi yekîtiyekê(!) diçe ser sindoqan, tifaqa Hur-Kemalîstan bi dengên Kurdan û bi helwêsta ku ji bêhelwestiyê der tê, bihêztir û bibandortir dibe, pirs û pirsgirêkên demokratîkkirina Tirkîyeyê bûye bar û ketiye ser milên vî gelî! Hêviya vê siyaseta dij-Kurd ew e ku, heya ku Tirkîye nebe dewleteke demokratîk, dê pirsgirêk û aloziyên Kurdan jî çareser nebin! Lewre hem dewleta mêtinger û hem jî partiyên ku bi desten wan hatine avakirin, baş pê dizanin ku motîfa herî bihêz neteweperwerî ye, hîn jî wisa ye û dê hertim wisa be!

Belê, çawa dibe ku partî û derdorên siyasî yên Kurd yên ku xwe dûrî vê vegotinê bi rê ve dixin —û dixistin— bi partiyeke “Tirkan” re ya ku “Ala Rengîn” wek ala xwe nabîne û li dijî Ala Rengîn, li dijî tifaqa Kurdan, li dijî neteweperweriyê, li dijî bîr û boçûna serxwebûnxwaziyê, her weha li dijî dewleta Kurdan —her li kuderê jê bê behskirin yan avakirin!— hevkariyê dike, jê wêdetir, xulamtiyeke din î nûjen û lihevkirî ji gelê xwe re dixwaze ku bixwe jî dibe xulamek? Wek ku PDK-BAKUR, di daxuyaniya xwe ya navborî de jî anîbû zimên wekî HDP, ji bo dawîtirîn armanca xwe hemû layenên din yên di nava tifaqê cî girtine, fena alaveke berdeste bi kar tîne, bêyî ku tiştekî bide wan.

Ev e ne tifaq e, ev e binpêkirina mafên netewî yên Kurdan e. PDK-BAKUR banga xwe dubare, sêbare dike wekî gelê Kurd ê birûmet, di helbijartinên bê de piştgiriyê nede tifaqa dij-Kurdan û helbijartinan boykot bike. Xwe ji vê qeşmertiya demokratîkkirina Tirkîyeyê bi dûr bixe û çi demokrat, çi sosyalîst, çi liberal, hifza xwe ji Romiyan bike, li mîrateya Xanî, Nehrî, Şêx Seîd û Barzaniyê Nemir xwedî derkeve!

PDK-BAKUR

NEWROZA 2023YAN LI GELÊ ME PÎROZ BE!

20.03.2023

Îsal, gelê me yê rûmetdar bi êş û birînên xwe yên ji erdhêj û pê re pê re lehîyên li erdnîgariya Bakurê Kurdistanê dabûn mayî, tevlî Cejna Newrozê dibe. Îsal, agirê azadiyê ji bo qurbaniyên van qaresatan hil dibe, çîroka me ya vejînê, bi dilekî şikestî li bihara Kurdistanê dibişkive. Lê belê, bi tevî hemû bobelatên xwezayî yan der-xwezayî, mêjûya Kurdan daye nîşandan ku Kurd, di van dem û dewranên napayîn de ji hemû gavan bêhtir dibin hevparê yekûdin, partiya me PDK-BAKUR, ji roja êwil de li gel gelê xwe yê payeberz bû, endamên me yên dilxwaz ji roja êwil de bi hemû meferên xwe ve li deverên erdhejê bûn.

Belê, îsal, gelê me yê rûmetdar, bi erdhejeke din ya siyasî tevlî Cejna Newrozê dibe, partiya ku qaşogiravî Kurd û mafên Kurdan diminîne, dixwaze ber û bergehê Kurdan careka din bide pûç û valatî û bêhelwestiyê ya ku ji xwe re kirine wek rewişt. Eşkere ye ku li Mesaya Şeşmend ji xeynî Kurdan, hemû hêl û layenên siyaseta mêtinger cî girtine û dawdoza dengê Kurdan dikin. PDK-BAKUR dê neçe ser sindoqan, wek ku di rêbaz û bernameya xwe de jî bi awayekî zelal gotiye, dê piştgiriyê nede “Destpêka Sedsala Tirkîyeya Mezin” û ne jî Bernameya Kûr-Kemalîst û nijadperestan.

NEWROZA 2023YAN LI GELÊ ME PÎROZ BE!

XEBAT JI BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊ!

PDK-BAKUR

BANGA PDK-BAKUR YA DERBARÊ ÊRÎŞÊN BI SER ‘ENKS’YÊ

22.04.2022

Piştî êrîşên serbazî ên dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ku bi hinceta hebûna PKKê têne kirin, li Rojavayê Kurdistanê milîsên girêdayî PYDê agir berdan ofîsên ENKSê û êrîş birin ser endamên wan.

Her çiqasî “Rêveberiya Xweser” bibêje ku tu pêwendiya wan bi êrîşan nîne jî, lê ji herkesî re diyare ku ew milîsên êrîşkar li ser heman rêbaza siyasî ne. Bi heman rengî, heta roja îro hêza desthilatdar a Rojavayê Kurdistanê ku ew jî “Rêveberiya Xweser” e, yek êrîşkar bi tenê jî dernexistiye pêş dadgehê û berpirsyariya xwe bi cî neanî ye û ev yek jî nîşan dide ku ew bixwe jî piştgirên wan çalakiya ne.

Ev çalakiyên tûndrê ên ku ev rêbaza siyasî li hemberî tevgereke siyasî dike nayêne qebûlkirin û bi taybetî jî di demekê de ku ev rêbaz bi şev û roj behsa “Yekîtiya Netewî” dike. Ev helwest, ziyanê dide berjewendiyên niştimanî ên Kurdistanê.

Partiya me PDK-Bakur, ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku wan êrîşan rawestîne û berpirsên wan darizîne. Bi heman rengî partiya me bibîr dixe ku bêyî lihevkirina ENKS û PYNKê mafên netewî nayêne misogerkirin û ji bo vê jî hewil û keda pêwîst ji herdû aliyan dixwaze.

PDK-BAKUR

BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

21.09.2022

Dewleta çavsor û mêtinger a Îranê, jina Kurd a bi navê #JînaEmînî (Jîna Emînî) bi hênceta ku porê xwe başebaş negirtiye li işkencexaneyeke li Tehranê bi tehdeyî qetl kir. Bi dû vê hovîtiya dewleta mêtinger re gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê hemî bi hev re, hema hema li hemû bajaran bi dûrişmeyên netewî dest bi çalakiyên protestoyê kirin. Dewleta mêtinger wekî her tim, bi çek û posat û xedariyê xwest ku rê li ber çalakiyên gelê me bigire, wek ku tê zanîn, di van çalakiyan de gelek ciwanên me yên Kurd bi destên hêzên çavsor yên rejîmê ve hatin kuştin û birîndarkirin.

Rûdanên li Rojhilatê Kurdistanê yên vê dawiyê nîşan dide ku ji bo jiyaneke di nava xweşî û ewledariyê de tekane rêya li ber gelê Kurd avakirina dewleta serbixwe a Kurdistanê ye. Lewre, jiyana di binê zilm û zordarî dagiriyê de, her ku diçe êş û birînên me yên ji ‘bêdewletî’ û ‘bêtifaqiyê’ wer dihên, girantir dikin û ramana çareseriyê jî ji dil û mejiyê gelê me bi dûr dixin. Di serê serî de hêzên global, divêt raya giştî ya navnatewî jî ji bo bi dawî anîna vê neheqiya mêjûyî, herweha dagirkirina Kurdistanê û pergala mêtingeriyê, xwe bidin ber nîr û pêngavên bingehîn û encamdêr bavêjin.

Partiya me PDK-Bakur dide zanîn ku wekî berê îro jî li ser bîr û baweriya lihevnekirina bi dewletên mêtinger re ye û piştgiriyê dide gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û pêşengiya siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê.

#JînaEmînî Gelê Kurd dê te ji bîr neke!

Bimire Dewleta Mêtinger ya Îranê!

PDK-BAKUR

KURDISTAN YEK E!

21.07.2022

Firokeyên artêşa dewleta mêtinger û nijadperest careka din bi hênceta PKKê gundekî Başûrê Kurdistanê (Perex) bombebaran kirin û di encama vê bombebaranê de li gorî agahiyan heya niha 8 welatî jiyana xwe ji dest dane û nêzî 20 welatî jî birîndar bûne. Wek PDK-Bakur em vê êrîşa hovane ya Dewleta Tirk a nijadperest bi tundî şermezar dikin, her weha sersaxiyê li malbatan û Hikûmeta Kurdistanê dikin û şîfaya xêrê ji brîndaran re dixwazin.

PDK-BAKUR

BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÎ

19.12.2022

Bêtehamûliya dewleta Tirk a mêtinger ya li beramberî nirx û keleporên Gelê Kurd, di Roja Alaya Kurdistanê de careke din rûçikê xwe yê tehlûtirş nîşan da, polîsên Tirk yên nijadperest û dijkurd, bi hênceta hilawistina Alaya Rengîn, êrîşî navenda bizav û partiyên Kurdistanî yên li Amedê kirin û dest danîn ser Alaya Kurdistanê. Her bi vê hêncetê, Sekreterê Giştî yê Tevgera Azadiyê Metîn Pîranî û Berdevkê CNKyê Jiyan Tîmûrtaş hatin binçavkirin. PDK-Bakur, vê êrîşkarî û şerfiroşiya Dewleta Mêtinger a Tirk bi tûndî şermezar dike û bang li hemû Kurdistaniyan dike wekû li siyasetmedar û nirxên xwe xwedî derkevin û Alaya Rengîn li her qadekî bilind bikin.

Wek ku Qazî Mihemed digot; “Bawerîyê pê bînin ku hûn dê neşên pêl li wê alayê bikin. Alaya Kurdistanê rojekê li serbanê avahiya ku hûn vêga, vê kêliyê min tê de didarizînin, dê li ba bibe. Min ew radestî Mele Mistefayî kir. Mele Mistefa dê wê çiya bi çiya, bajar bi bajar, welat bi welat bide gerandin û dîsan dê li lûtkeyên Kurdistanê li ba bike. Bawer bikin ew roj dê bê, çareya wê tune ye.”