Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

BIBÎRANÎN

XELATA RÛMETÊ YA ŞEHÎD SEÎD ELÇÎ

Di Bernameya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de, li ser navê şehîdê nemir Seîd Elçîyî, yekem car “Xelata Rûmetê Ya Şêhîd Seîd Elçî” hatin dayîn. Di rêûresmê xelatdayînê de, parêzerê gorbihuşt Kak Elî Dînler (Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), kedkarê bi salan yê partiyê Kak Arîf Sûmerkan (Mele Arif), Pêşmergeyê qehreman Kak Şemseddîn, endam û dilsozê partiyê Kak Remezanê Haşim, pêşewayê gewre Xalid Şervan (Dr. Xetîb Demîralp, Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), damezrênerê partiyê birêz Şakir Epozdemîr, gorbihuşt Derwêşê Sado (Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), kedkar û dilsozê partiyê Kak Keyfhusran Demîr û endama têkoşer a partiyê Newal Çîrkîn hatin xelat kirin. XELATA RÛMETÊ YA ŞEHÎD SEÎD ELÇÎ ji bo kar û xebatên bêhempa yên qadir û kesayetên ku di rêya doza Kurd û Kurdistanê de bêrawestan xebitîne, hatin pêşkêşkirin.

BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

PDK-BAKUR, DI 61EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA XWE DE CAREKE DIN JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHAND KU, BI HÊZ Û BAWERIYA XWE YA KU JI SEÎD ELÇÎ Û HEVDOZÊN WÎ WEK MÎRATEYEKÊ XETA TEKOŞÎNÊ YA KURDISTANÎ JI ME RE MAYE, TÊKOŞÎNA XWE BI HEMAN BIRYARDARIYÊ DIMEŞÎNE

Partiya me PDK-Bakur, 61emîn Salvegera Damezrandina xwe, di 11e Tîrmeha sala 2026an de, bi bernameyeke Rêveberiya PDK-Bakur amadekirî, li Demir Hotelê ya li Amedê, bi eleqe û beşdariyeke mezin pîroz kir.

Di bernameyê de, endam û dilsozên partiyê yên ku ji sê nifşên têkoşîna siyasî ya Kurdistanê pêk hatibûn, nûner û berdevkên siyaseta Kurdistanî yên ji çar beşên welêt, berdevkên hêja yên dam û dezgehên Kurd, ji Tevgera Vejînê Ya Kurdistanê birêz Ferîd Azad û hevdozên Vejînê, ji Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) birêz Evdila Bozkuş, Ji Însiyatîfa Netewî Ya Kurd rêzdar Berfîn Xan,  siyasetmedar û rewşenbîrê naskirî, endamê PÊLKURDê birêz Fûad Onen, berdevkê CNKyê birêz Jiyan Tîmûrtaş, ji Weqfa Ismaîl Beşîkcîyî, nivîskar-lêkolîner birêz Seîd Veroj, nivîskar Elî Fikrî Işik, mûzîkjenê Kurd yê navdar birêz Brader Musîqî, birêz Ehmed Kanî û gelek siyasetmedar, nûser, roşinbîr û endamên çapemeniyê beşdar bûn. 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, di bala çapemeniyê de jî bû.

Di 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de bi danîşana sînevîzyonê re, rêz li şehîdên doza Kurdistanê û partiya me, hate girtin. Pê re jî, Sirûda Neteweyî Ey Reqîb hate xwendin. Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandinê ya PDK-Bakur û nexşerêya partiyê, ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya partiyê, birêz Mistefa Konukî ve bi zimanê dayîkê hate pêşkêşkirin. Di daxûyanî de bi kurtasî, ev mijarên girîng derketin pêş: “Damezrandina PDKTyê ya di sala 1965an de, li Bakurê Kurdistanê, ji bo bi sazîkirina siyaseta hevdem ya Kurdistanî, pengaveke dîrokî ye. Seîd Elçî, Faîq Bûcak û hevdozên wan, pirsgirêka Kurdan ji çarçoveya mafên çandî û reformên îdarî derêxistin û arîşeyê wekî doza Kurdistanê pênase kirin û hîmên xeta siyasî ya Kurdistanî ya ku wek rêbaz hebûna neteweyî ya Kurdan, welatê wan yê dîrokî û mafên neteweyî yên jêneger danîbûn ber xwe, avêtin. PDK-Bakur peyhatiya vê xeta hiqûqî, dîrokî û siyasî ye û têkoşîna xwe li ser heman prensîbên bingehîn didomîne. Yek ji referansa sereke ya ku bingeha îdeolojîk a partiya me pêk tîne, xeta siyasî ya Kurdistanî ye ya ku bi têkoşîn û paşxaneya Mela Mistefa Barzanîyê nemir şênber bûye. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar beşên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.PDK-Bakur vê xetê ne bi tenê wek mîrateke dîrokî, berevajî vê wek referanseke sereke a siyasî ya ku îro ro jî rêya me ronî dike, dipejirîne. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar paçeyên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.” Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, li endamên çapemeniyê û li hemî beşdaran hat belavkirin.

Her weha, di bernameyê de “Xelatên Rûmetê Yên Şehîd Seîd Elçî” jî, li xelatgirên hêja hatin pêşkêşkirin.

Ji kedkarên partiya me birêz Arif Sûmerkan (Mele Arif), birêz Keyfxusran Demîr ve birêz Mihemed Konuk, bi boneya Rêûresma Xelatê û Bernameyê, axaftinên xwe kirin. Endamê KNyê ya Partiya me Qasim Îçlî, geşedanên di derbarê partiya me de, agahiyên girîng dan çapemeniyê.

PÊNCÎ Û YEKEMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA SEROK SEÎD ELÇÎ

Wek PDK-Bakur, em avakar û serokê partiya me Seîd Elçîyê pakrewan, di pêncî û yekemîn salvegera koçkirina wî de bi hestên şoreşgerane bi bîr tînin. Xemxûr û têkoşerê gelê Kurd Seîd Elçî, yê ku her tim di rêya serxwebûna welatê xwe de ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya, bi bîr û baweriya xwe ya hêzdar, rêya me a dirêj a ji bo serxwebûnê ronî kir. Dilsozîya wî, ked û kespa wî ya bêhempa û a nayjibîrkirin, ji bo me PDK-Bakurîyan bû nexşerêyeke têkûz û sermedî.

Şehîd namirin!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî PDK-Bakur!

YADA SEÎD ELÇÎ

31.05.2021

Leheng û pêşewayê tevgera rizgariya gelê kurd Seîd Elçîyê nemir, di sala 1971an de rojek wek îro, koça xwe ya dawî kir û giyanê wî yê pak gihîşt cem hemû şehîdên Kurdistanê.

Elçî welatparêzekî kurd î nestêle, dilbawerê azadiyê, û xemxurê gelê xwe yê bindest bû ku di sala 1965an de, li dijî siyaseta bişaftinê, nîjadperestî û mêtingeriya dewleta tirkan, bi rê û rêbaz û nexşerêyeke têrtije û bi hestên welatevînêyê, hîmên Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur danîbû û wekî Sekreterê Giştî yê partiyê hatibû pejirandin.

Di pêncîyemîn salvegera koça Seîd Elçîyê nemir de em wekî PDK-Bakur, Wî bi heman hestên welatevînî, dilsozî û bawermendiyê bi bîr tînin.

PDK-BAKUR

MELA MUSTAFA BARZANÎ

01.03.2021

Kürdistan kurtuluş hareketini ölümsüz lideri Mela Mustafa Barzani bundan 42 yıl önce bugün hayata gözlerini yumdu. Barzani uzun yıllar boyunca Kürdistan’ın askeri ve siyasi liderliğini üstlendi. Kürtlerin tarihinde ilk defa şehirli-köylü, zengin-fakir, cahil-aydın, kuzeyli-güneyli gibi tüm sosyal tabakalardan ve dört parça Kürdistan’dan insanları aradaki farklılıkları bir yana iterek Kürdistan davası etrafında birleştirmeyi başardı. Arap şovenizmi ve işgalciliğinin tavan yaptığı bir dönemde Arap ordularına karşı, aradaki güç orantısızlığına aldırmaksızın, savaşarak defalarca alt etti. Onun mücadelesi yalnız dört parçadaki Kürtlere değil, ülkesi işgal altında tutulan tüm sömürge milletlerine ilham oldu.

Mela Mustafa Barzani bağımsız Kürdistan idealini canlandırmakla kalmadı, onu silinemez bir şekilde kalplere işledi. Kürdistan’ı, özgürlüğü, diğer halklarla eşitliği, adaleti ve onuru diğer her şeyin üzerinde tuttu. Partimiz mücadelemizin önderi Mela Mustafa Barzani’yi 42. ölüm yıldönümünde rahmet ve minnetle anıyor.

PDK-BAKUR

SEÎD ELÇÎ RÊBERÊ TEVGERA RIZGARÎXWAZ A WELATÊ ME YE

31.05.2020

Îro 49emîn salvegera şehadeta Serokê Damezrêner û Sekreterê Giştî yê partiya me PDK-BAKUR Seîd Elçî ye.

Bi vê helkeftê, em serokê xwe yê şehîd bi rêzdarî bibîr tînin.

Seîd Elçî, piştî serhildana Dêrsimê ya di sala 1938an de, ji bo dawiyê li bêdengiya Hereketa Rizgarîxwaz ya Netewa Kurdistanê bîne, li Amedê di sala 1965an de tevî çar hevalên xwe PDK-Bakur damezirand.

Dema ku Şehîd Seîd Elçî partî têde damezirand, ne demeke hêsan û asayî bû. Damezirandina partîyeke Kurd ne karê her xweşmêrî bû. Ji bo vî karî pêwîstî bi fedakariyeke bêsînor heta cangorîyê hebû. Ev taybetmendî ne kêm lê pir zêde di kesayeta Seîd Elçî de hebû.

Seîd Elçî, di doza 49’an û her wiha di doza li dijî partiya me de, li dadgehên u zindanen dijmin dagirkerî mehkûm kiriye.

Seîd Elçî li Bakurê Kurdistanê di rêkxistina mitîngên girseyî de roleke serekî dîtiye û di axaftin û gotarên xwe de banga dijayetîkirina mêtîngeriyê li gelê Kurdistanê kiriye.

Seîd Elçî mirovekî hem mûtewazî û hem jî gelekî zana bû. Mirovekî xweş sohbet bû, bêjerekî (hatîp) nimûneyî bû. Ajîtatorekî gelekî zîrek bû.

Seîd Elçî heta şehadeta xwe, bê navber û bê westan xizmeta doza Kurd û Kurdistanê kir û xwe kire qûrbana doza gelê Kurdistanê.

Em Seîd Elçî weke sembola mezlûmiyeta Kurdistanê dibînin û ewê bi vî şêweyî herdem di dilê me de bijî…

Serkeftin a milletê Kurd e..

Bijî Kurd, bijî Kurdistan…

PDK-BAKUR

ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Beriya 85 salan (15 Gulan 1932 ) Kovara HAWARê ya Mîr Celadet Bedîrxan dest bi weşanê xwe kir. Ji bo vê yekê roja 15ê Gulanê wekî “ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDΔ tê pîrozkirin.

Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz bê.

 

PDK-Bakur