Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

SALVEGERA PDK-BAKUR

BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

PDK-BAKUR, DI 61EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA XWE DE CAREKE DIN JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHAND KU, BI HÊZ Û BAWERIYA XWE YA KU JI SEÎD ELÇÎ Û HEVDOZÊN WÎ WEK MÎRATEYEKÊ XETA TEKOŞÎNÊ YA KURDISTANÎ JI ME RE MAYE, TÊKOŞÎNA XWE BI HEMAN BIRYARDARIYÊ DIMEŞÎNE

Partiya me PDK-Bakur, 61emîn Salvegera Damezrandina xwe, di 11e Tîrmeha sala 2026an de, bi bernameyeke Rêveberiya PDK-Bakur amadekirî, li Demir Hotelê ya li Amedê, bi eleqe û beşdariyeke mezin pîroz kir.

Di bernameyê de, endam û dilsozên partiyê yên ku ji sê nifşên têkoşîna siyasî ya Kurdistanê pêk hatibûn, nûner û berdevkên siyaseta Kurdistanî yên ji çar beşên welêt, berdevkên hêja yên dam û dezgehên Kurd, ji Tevgera Vejînê Ya Kurdistanê birêz Ferîd Azad û hevdozên Vejînê, ji Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) birêz Evdila Bozkuş, Ji Însiyatîfa Netewî Ya Kurd rêzdar Berfîn Xan,  siyasetmedar û rewşenbîrê naskirî, endamê PÊLKURDê birêz Fûad Onen, berdevkê CNKyê birêz Jiyan Tîmûrtaş, ji Weqfa Ismaîl Beşîkcîyî, nivîskar-lêkolîner birêz Seîd Veroj, nivîskar Elî Fikrî Işik, mûzîkjenê Kurd yê navdar birêz Brader Musîqî, birêz Ehmed Kanî û gelek siyasetmedar, nûser, roşinbîr û endamên çapemeniyê beşdar bûn. 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, di bala çapemeniyê de jî bû.

Di 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de bi danîşana sînevîzyonê re, rêz li şehîdên doza Kurdistanê û partiya me, hate girtin. Pê re jî, Sirûda Neteweyî Ey Reqîb hate xwendin. Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandinê ya PDK-Bakur û nexşerêya partiyê, ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya partiyê, birêz Mistefa Konukî ve bi zimanê dayîkê hate pêşkêşkirin. Di daxûyanî de bi kurtasî, ev mijarên girîng derketin pêş: “Damezrandina PDKTyê ya di sala 1965an de, li Bakurê Kurdistanê, ji bo bi sazîkirina siyaseta hevdem ya Kurdistanî, pengaveke dîrokî ye. Seîd Elçî, Faîq Bûcak û hevdozên wan, pirsgirêka Kurdan ji çarçoveya mafên çandî û reformên îdarî derêxistin û arîşeyê wekî doza Kurdistanê pênase kirin û hîmên xeta siyasî ya Kurdistanî ya ku wek rêbaz hebûna neteweyî ya Kurdan, welatê wan yê dîrokî û mafên neteweyî yên jêneger danîbûn ber xwe, avêtin. PDK-Bakur peyhatiya vê xeta hiqûqî, dîrokî û siyasî ye û têkoşîna xwe li ser heman prensîbên bingehîn didomîne. Yek ji referansa sereke ya ku bingeha îdeolojîk a partiya me pêk tîne, xeta siyasî ya Kurdistanî ye ya ku bi têkoşîn û paşxaneya Mela Mistefa Barzanîyê nemir şênber bûye. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar beşên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.PDK-Bakur vê xetê ne bi tenê wek mîrateke dîrokî, berevajî vê wek referanseke sereke a siyasî ya ku îro ro jî rêya me ronî dike, dipejirîne. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar paçeyên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.” Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, li endamên çapemeniyê û li hemî beşdaran hat belavkirin.

Her weha, di bernameyê de “Xelatên Rûmetê Yên Şehîd Seîd Elçî” jî, li xelatgirên hêja hatin pêşkêşkirin.

Ji kedkarên partiya me birêz Arif Sûmerkan (Mele Arif), birêz Keyfxusran Demîr ve birêz Mihemed Konuk, bi boneya Rêûresma Xelatê û Bernameyê, axaftinên xwe kirin. Endamê KNyê ya Partiya me Qasim Îçlî, geşedanên di derbarê partiya me de, agahiyên girîng dan çapemeniyê.

59 SALIYA PDK-BAKUR LI GELÊ KURD Û KURDISTANÊ PÎROZ BE

PDKT, 59 sal berê di 11ê Tîrmeha 1965an de hat damezrandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDKT)di 11ê Tîrmeha 1965an de li bajarê Amedê, navenda welatê me, hat damezrandin. Yekemîn damezrênerên Partiya me şehîd Seîd Elçî, nemir Şerafedîn Elçî û Omer Turhan, Derwêşê Sado (Derviş Akgûl) û Şakir Epozdemîr bûn. Piştî damezrandina wê, bi hewldana nemir Fehmî Bîlal sekreterê Şêx Seîd Efendî ku di damezrandina partiyê de roleke aktîf hebû, Faîk Bucak bi merasima sondxwarinê ya ku li Otela Tûrîstîk a Diyarbekirê hat lidarxistin, wek Serokê PDKTyê hat destnîşankirin.

Piştî Komkujiya Dêrsimê ya 1938an û Doza 49an û piştî derbeya leşkerî ya 1960î Partîya me ya ku 11ê Tîrmeha 1965an de hat damezrandin yekemîn partiya siyasî ya netewî ya Kurdistanê ku di qada siyasî de cihê xwe girt.

PDKT partiyeke demokratîk a navendî bû ku li Bakur pêwîstiya rêxistinbûneke cuda derxist pêş û mafên neteweyî û demokratîk parast.

Beriya ku partiya me sala yekem a damezrandina xwe temam bike, hêzên k

ûr ên dewletê serokê me parêzer Faîk Bucak di encama sûîqesteke siyasî de qetil kirin. Piştre serokê nû yê partiya me Seîd Elçî, di sala 1967’an de hat girtin û piştî 70 roj lêpirsîna bi îşkenceyê hat sirgûnkirin. Tevî van hemû neyînîyan partiya me li herêmên wek Amed, Farqîn, Êlih, Botan, Sason, Xerzan, Baykan, Bedlîs, Sêrt, Tetwan, Mûş, Bulanik (Kop), Licê, Patnos, Wan, Hîzan, Siwêreg, Cizîr, Nisêbîn û Qoser. Li Enqere û Ewropayê nûnerên xwe destnîşan kirin.

Di Hezîrana 1971ê de Seroke Giştî yê PDKT Seîd Elçî bi Mihemedê Begê re di encama sûîqesteke siyasî de hat qatilkirin û şehîd bû. Ev derba duyemîn bû li partiya me. Tevî hemû zehmetiyan jî Partiya me bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe yên Kurdistanî tevdigeriya.

Em, partiyeke netewî û demokratîk in. Partiya me modern e û nirxên gelê me dihewîne.

Têkoşîna sivîl, demokratîk û aştiyane ya ku pêwîstiya gelê Kurd heye wê ji bo daxwaz û daxwazên gelê me şert û mercên pêwîst biafirîne. Di xebatên siyasî û rêxistinî de hêz û tundiyê bi temamî red dike.

-Di Îlona 1992 de, Partiya Demokrat  a Kurdistana Tirkiyeyê (TKDP) ku di sala 1965an de hat damezrandin, Platforma Yekitiya Ala Rizgarî, Platforma Yekîtiya Netewî (Bergeh), koma ku ji Rizgarî derket û hin kadroyên serbixwe, di Kongreya Yekîtiyê ya ku li dar xist de bûn yek.

-Di Kongreya a ku di Mijdara 1994an de hat lidarxistin, navê Partiyê li ser pênaseya erdnîgariya siyasî bû Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur (PDK-Bakur).

-PDK-Bakur sîwana welatparêziya Kurdewarî û Kurdayetiyê ye. Di bin vî banî de refên me ji hemû Kurdan re vekirîne. Em amade ne ku bi hev re xizmeta gelê xwe bikin.

Partiya me ku di sala 1965’an de hatiye damezrandin, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û mîsyonê ye. Partiya me di nava tevgera demokratîk a neteweyî de xwedî cihekî girîng e. Em bang li gelê xwe dikin ku di nava refên partiya xwe de bicivin û têbikoşin.

-Bi boneya 59’emîn salvegera damezrandina PDK-Bakur em, pêşengên xwe yên wek Şehîd Faîk Bucak, Seîd Elçî û hemû şehîdên Partiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Rehma Xwedê li hemû şehîdên Kurdistanê be.

11.07.2024

SALVEGERA DAMEZRANDINA PARTIYA ME PÎROZ BE!

11.07.2021

56 sal berê, rojek wek îro, 11ê tîrmeha 1965an, partiya me bi navê xwe yê wê demê wek Partiya Demokrata Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), li Amedê, li paytexta dilê kurdan, ji aliyê pênc lehengên welatperwer ve hat damezrandin. Wan lehengan ev bûn: Serokê yekem Seîd Elçî (Pêşmergê Welat), Şakir Epozdemîr (Evîndarê Welat), Derwêş Akgul (Jîrek), Emer Turhan (Bendeyê Welat), û Şerafeddîn Elçî (Dûrnas). Fayiq Bûcak jî piştre tevlî wan lehengan bû û wekî serok hate hilbijartin.

Partiya me ji roja damezrandina xwe ve doza mafên miletê kurd û azadiya axa Kurdistanê wekî rêbaz da pêş xwe û ji wê rojê vê li ser heman xeta neteweyî û welatperwer xebata xwe dimeşîne.

Îro jî partiya me bi wan bîr û bawerî û hestên welatperwerane yên 55 sal berê ji bo armanca Kurdistanek serbixwe xebata xwe didomîne û heta wê roja pîroz jî dê bê rawestan têbikoşe.

Bijî Kurd û Kurdistan!

PDK-Bakur