Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

SALVEGER

XELATA RÛMETÊ YA ŞEHÎD SEÎD ELÇÎ

Di Bernameya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de, li ser navê şehîdê nemir Seîd Elçîyî, yekem car “Xelata Rûmetê Ya Şêhîd Seîd Elçî” hatin dayîn. Di rêûresmê xelatdayînê de, parêzerê gorbihuşt Kak Elî Dînler (Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), kedkarê bi salan yê partiyê Kak Arîf Sûmerkan (Mele Arif), Pêşmergeyê qehreman Kak Şemseddîn, endam û dilsozê partiyê Kak Remezanê Haşim, pêşewayê gewre Xalid Şervan (Dr. Xetîb Demîralp, Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), damezrênerê partiyê birêz Şakir Epozdemîr, gorbihuşt Derwêşê Sado (Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), kedkar û dilsozê partiyê Kak Keyfhusran Demîr û endama têkoşer a partiyê Newal Çîrkîn hatin xelat kirin. XELATA RÛMETÊ YA ŞEHÎD SEÎD ELÇÎ ji bo kar û xebatên bêhempa yên qadir û kesayetên ku di rêya doza Kurd û Kurdistanê de bêrawestan xebitîne, hatin pêşkêşkirin.

BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

PDK-BAKUR, DI 61EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA XWE DE CAREKE DIN JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHAND KU, BI HÊZ Û BAWERIYA XWE YA KU JI SEÎD ELÇÎ Û HEVDOZÊN WÎ WEK MÎRATEYEKÊ XETA TEKOŞÎNÊ YA KURDISTANÎ JI ME RE MAYE, TÊKOŞÎNA XWE BI HEMAN BIRYARDARIYÊ DIMEŞÎNE

Partiya me PDK-Bakur, 61emîn Salvegera Damezrandina xwe, di 11e Tîrmeha sala 2026an de, bi bernameyeke Rêveberiya PDK-Bakur amadekirî, li Demir Hotelê ya li Amedê, bi eleqe û beşdariyeke mezin pîroz kir.

Di bernameyê de, endam û dilsozên partiyê yên ku ji sê nifşên têkoşîna siyasî ya Kurdistanê pêk hatibûn, nûner û berdevkên siyaseta Kurdistanî yên ji çar beşên welêt, berdevkên hêja yên dam û dezgehên Kurd, ji Tevgera Vejînê Ya Kurdistanê birêz Ferîd Azad û hevdozên Vejînê, ji Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) birêz Evdila Bozkuş, Ji Însiyatîfa Netewî Ya Kurd rêzdar Berfîn Xan,  siyasetmedar û rewşenbîrê naskirî, endamê PÊLKURDê birêz Fûad Onen, berdevkê CNKyê birêz Jiyan Tîmûrtaş, ji Weqfa Ismaîl Beşîkcîyî, nivîskar-lêkolîner birêz Seîd Veroj, nivîskar Elî Fikrî Işik, mûzîkjenê Kurd yê navdar birêz Brader Musîqî, birêz Ehmed Kanî û gelek siyasetmedar, nûser, roşinbîr û endamên çapemeniyê beşdar bûn. 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, di bala çapemeniyê de jî bû.

Di 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de bi danîşana sînevîzyonê re, rêz li şehîdên doza Kurdistanê û partiya me, hate girtin. Pê re jî, Sirûda Neteweyî Ey Reqîb hate xwendin. Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandinê ya PDK-Bakur û nexşerêya partiyê, ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya partiyê, birêz Mistefa Konukî ve bi zimanê dayîkê hate pêşkêşkirin. Di daxûyanî de bi kurtasî, ev mijarên girîng derketin pêş: “Damezrandina PDKTyê ya di sala 1965an de, li Bakurê Kurdistanê, ji bo bi sazîkirina siyaseta hevdem ya Kurdistanî, pengaveke dîrokî ye. Seîd Elçî, Faîq Bûcak û hevdozên wan, pirsgirêka Kurdan ji çarçoveya mafên çandî û reformên îdarî derêxistin û arîşeyê wekî doza Kurdistanê pênase kirin û hîmên xeta siyasî ya Kurdistanî ya ku wek rêbaz hebûna neteweyî ya Kurdan, welatê wan yê dîrokî û mafên neteweyî yên jêneger danîbûn ber xwe, avêtin. PDK-Bakur peyhatiya vê xeta hiqûqî, dîrokî û siyasî ye û têkoşîna xwe li ser heman prensîbên bingehîn didomîne. Yek ji referansa sereke ya ku bingeha îdeolojîk a partiya me pêk tîne, xeta siyasî ya Kurdistanî ye ya ku bi têkoşîn û paşxaneya Mela Mistefa Barzanîyê nemir şênber bûye. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar beşên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.PDK-Bakur vê xetê ne bi tenê wek mîrateke dîrokî, berevajî vê wek referanseke sereke a siyasî ya ku îro ro jî rêya me ronî dike, dipejirîne. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar paçeyên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.” Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, li endamên çapemeniyê û li hemî beşdaran hat belavkirin.

Her weha, di bernameyê de “Xelatên Rûmetê Yên Şehîd Seîd Elçî” jî, li xelatgirên hêja hatin pêşkêşkirin.

Ji kedkarên partiya me birêz Arif Sûmerkan (Mele Arif), birêz Keyfxusran Demîr ve birêz Mihemed Konuk, bi boneya Rêûresma Xelatê û Bernameyê, axaftinên xwe kirin. Endamê KNyê ya Partiya me Qasim Îçlî, geşedanên di derbarê partiya me de, agahiyên girîng dan çapemeniyê.

PÊNCÎ Û YEKEMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA SEROK SEÎD ELÇÎ

Wek PDK-Bakur, em avakar û serokê partiya me Seîd Elçîyê pakrewan, di pêncî û yekemîn salvegera koçkirina wî de bi hestên şoreşgerane bi bîr tînin. Xemxûr û têkoşerê gelê Kurd Seîd Elçî, yê ku her tim di rêya serxwebûna welatê xwe de ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya, bi bîr û baweriya xwe ya hêzdar, rêya me a dirêj a ji bo serxwebûnê ronî kir. Dilsozîya wî, ked û kespa wî ya bêhempa û a nayjibîrkirin, ji bo me PDK-Bakurîyan bû nexşerêyeke têkûz û sermedî.

Şehîd namirin!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî PDK-Bakur!

SALVEGERA DAMEZRANDINA PARTIYA ME PÎROZ BE!

11.07.2021

56 sal berê, rojek wek îro, 11ê tîrmeha 1965an, partiya me bi navê xwe yê wê demê wek Partiya Demokrata Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), li Amedê, li paytexta dilê kurdan, ji aliyê pênc lehengên welatperwer ve hat damezrandin. Wan lehengan ev bûn: Serokê yekem Seîd Elçî (Pêşmergê Welat), Şakir Epozdemîr (Evîndarê Welat), Derwêş Akgul (Jîrek), Emer Turhan (Bendeyê Welat), û Şerafeddîn Elçî (Dûrnas). Fayiq Bûcak jî piştre tevlî wan lehengan bû û wekî serok hate hilbijartin.

Partiya me ji roja damezrandina xwe ve doza mafên miletê kurd û azadiya axa Kurdistanê wekî rêbaz da pêş xwe û ji wê rojê vê li ser heman xeta neteweyî û welatperwer xebata xwe dimeşîne.

Îro jî partiya me bi wan bîr û bawerî û hestên welatperwerane yên 55 sal berê ji bo armanca Kurdistanek serbixwe xebata xwe didomîne û heta wê roja pîroz jî dê bê rawestan têbikoşe.

Bijî Kurd û Kurdistan!

PDK-Bakur

YADA SEÎD ELÇÎ

31.05.2021

Leheng û pêşewayê tevgera rizgariya gelê kurd Seîd Elçîyê nemir, di sala 1971an de rojek wek îro, koça xwe ya dawî kir û giyanê wî yê pak gihîşt cem hemû şehîdên Kurdistanê.

Elçî welatparêzekî kurd î nestêle, dilbawerê azadiyê, û xemxurê gelê xwe yê bindest bû ku di sala 1965an de, li dijî siyaseta bişaftinê, nîjadperestî û mêtingeriya dewleta tirkan, bi rê û rêbaz û nexşerêyeke têrtije û bi hestên welatevînêyê, hîmên Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur danîbû û wekî Sekreterê Giştî yê partiyê hatibû pejirandin.

Di pêncîyemîn salvegera koça Seîd Elçîyê nemir de em wekî PDK-Bakur, Wî bi heman hestên welatevînî, dilsozî û bawermendiyê bi bîr tînin.

PDK-BAKUR

SALVERGERA KOÇA DAWÎ YA SEKRETERÊ PDK-BAKUR Dr. XETÎB DEMÎRALP

15.03.2021

Em di salvegera koça wî ya dawî de Sekreterê Giştî yê partiya me têkoşer Dr Xetîb Demîralp (Xalid Şervan) bi rêzdarî û dilovanî bibîr tînin.

Dr. Xetîb di sala 1955an de li gundê Kanîreşê ya bi ser Çewligê ve ji dayik bû. Ew di xortaniya xwe de, dema ku hê dibistana lîseyê dixwend, cihê xwe di nav refên partiyê de girt û ji wê rojê heta roja ku nexweşiya penceşêrê ew di temenê 44 salî de ji heval û hogirên wî qetand, temama jiyana xwe di rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê de derbas kir.

Dr. Xetîb xwedî bîr û baweriyeke xurt û kesayetiyeke têkoşer bû. Lewra, piştî derbeya leşkerî ya 1980an, ku dewleta tirk xwest ew dîl bigire, Dr Xetîb xwe radest nekir, bi salan li Amedê jiyana mehkûmî derbas kir. Lê di wan mercên gelek giran de jî terka Kurdistanê nekir û xebata xwe ya şoreşgerî domand. Ew di 1983an de, di encama operasyoneke li dijî partiya me bi tevî gelek endamên din hat girtin û di zindana Amedê de tûşî zilm û êşkenceya dewleta tirk bû. Ew di 1985an de carek din bi tevî hevalên xwe hate dîl kirin, êşkence dît, di zindana Amedê de ma, û di 1986an de ji zindanê derket.

Bi tevî hemî astengî, alozî, zilm û sitema dewleta dagirker, Dr Xetîb yek rojek jî dest ji têkoşînê ber neda. Ew di sala 1987an de, ji bo ji nû ve birêxistina partiyê, bi biryara Komita Navendî wekî Sekreterê Giştî yê berdem hate erkdarkirin. Dr Xetîb di wan mercên gelek aloz û metirsîdar de, bi zîrekî, fedakarî û dilsoziya xwe, li seranserê Bakurê Kurdistanê geriya, endam û kadroyên heyî carek din li hev civand, komiteyan saz kir, û gelek kadroyên berê yên rêxistinên Kurdistanî tevlî rêzên Partiyê kir. Bi wî awayî, ew hêşt ku di demeke kurt de partiya me carek din çalak bibe û derkeve ser dika siyasetê. Herweha, ew xwe gihand nifşên nû jî, û ji nav keç û xortên welatperwer kadroyên nû perwerde kirin.

Di bin pêşengiya Dr Xetîb de, Partî di warê siyasî, rêxistinî û leşkerî de gihaşt asteke bilind û di 1991an de bi beşdarbûna hejmareke mezin ya nûneran kongreya xwe ya 4emîn li dar xist. Ji ber ku ew erka xwe ya berdemî bi serkeftin pêk anîbû, endamên Kongreyê jê daxwaz kirin ku erka xwe wek Sekreterê Giştî berdewam bike. Lê, ew bi dilnizmî erka xwe radestî hevalên xwe kir û wekî kardoyek xebata xwe domand.

Hezar mixabin ku, demek kurt piştî Kongreyê, Dr Xetîb nexweş ket, di 15ê adara 1993an de li Amedê çû ser dilovaniya xwe û bi sedan heval û hogirên xwe dilşikestî û xemgîn hêşt.

Lêbelê, ew têkoşerî, dilsozî û biryardariya ku Dr Xetîb bi xebat û kiryarên xwe 28 sal berê danî holê bû mîrateke mayînde ji bo kardoyên nû yên Partiyê. Ji bo me cihê şanaziyê ye ku, wê dilsozî û biryardariya ku Dr Xetîb ji Seîd Elçî û hevalên wî wergirtibû îro jî ji aliyê heval û şagirtên wî ve tê berdewamkirin.

Dr Xetîb evîndarê Kurdistanê bû. Ew têkoşerekî wêrek û pêşengekî bêhempa bû. Li hember tu astengî, alozî û gefên dijmin tu car netirsiya û bi şûn ve gav neavêt. Lê tirsek wî hebû, ku Kurdistana azad nebîne. Lewra, hîn di xortaniya xwe de, di sala 1977an de li Amedê, helbestek nivîsî ku tê de wesîyet li hevalên xwe dike ku eger ew nebîne jî bila doza wî li erdê nehêlin û Kurdistanê azad bikin.

Bila giyanê te yê pîroz şad be Doktor, hevalên te doza te li erdê nahêlin.

Dil bi xwîn û dil bi birîn im,

Ditirsim bimirim ez nebînim

Hun Kurdistanê di bin destan derînin

Çûm Amedê çûm Amedê

(1977, Amed)

MELA MUSTAFA BARZANÎ

01.03.2021

Kürdistan kurtuluş hareketini ölümsüz lideri Mela Mustafa Barzani bundan 42 yıl önce bugün hayata gözlerini yumdu. Barzani uzun yıllar boyunca Kürdistan’ın askeri ve siyasi liderliğini üstlendi. Kürtlerin tarihinde ilk defa şehirli-köylü, zengin-fakir, cahil-aydın, kuzeyli-güneyli gibi tüm sosyal tabakalardan ve dört parça Kürdistan’dan insanları aradaki farklılıkları bir yana iterek Kürdistan davası etrafında birleştirmeyi başardı. Arap şovenizmi ve işgalciliğinin tavan yaptığı bir dönemde Arap ordularına karşı, aradaki güç orantısızlığına aldırmaksızın, savaşarak defalarca alt etti. Onun mücadelesi yalnız dört parçadaki Kürtlere değil, ülkesi işgal altında tutulan tüm sömürge milletlerine ilham oldu.

Mela Mustafa Barzani bağımsız Kürdistan idealini canlandırmakla kalmadı, onu silinemez bir şekilde kalplere işledi. Kürdistan’ı, özgürlüğü, diğer halklarla eşitliği, adaleti ve onuru diğer her şeyin üzerinde tuttu. Partimiz mücadelemizin önderi Mela Mustafa Barzani’yi 42. ölüm yıldönümünde rahmet ve minnetle anıyor.

PDK-BAKUR

SEÎD ELÇÎ RÊBERÊ TEVGERA RIZGARÎXWAZ A WELATÊ ME YE

31.05.2020

Îro 49emîn salvegera şehadeta Serokê Damezrêner û Sekreterê Giştî yê partiya me PDK-BAKUR Seîd Elçî ye.

Bi vê helkeftê, em serokê xwe yê şehîd bi rêzdarî bibîr tînin.

Seîd Elçî, piştî serhildana Dêrsimê ya di sala 1938an de, ji bo dawiyê li bêdengiya Hereketa Rizgarîxwaz ya Netewa Kurdistanê bîne, li Amedê di sala 1965an de tevî çar hevalên xwe PDK-Bakur damezirand.

Dema ku Şehîd Seîd Elçî partî têde damezirand, ne demeke hêsan û asayî bû. Damezirandina partîyeke Kurd ne karê her xweşmêrî bû. Ji bo vî karî pêwîstî bi fedakariyeke bêsînor heta cangorîyê hebû. Ev taybetmendî ne kêm lê pir zêde di kesayeta Seîd Elçî de hebû.

Seîd Elçî, di doza 49’an û her wiha di doza li dijî partiya me de, li dadgehên u zindanen dijmin dagirkerî mehkûm kiriye.

Seîd Elçî li Bakurê Kurdistanê di rêkxistina mitîngên girseyî de roleke serekî dîtiye û di axaftin û gotarên xwe de banga dijayetîkirina mêtîngeriyê li gelê Kurdistanê kiriye.

Seîd Elçî mirovekî hem mûtewazî û hem jî gelekî zana bû. Mirovekî xweş sohbet bû, bêjerekî (hatîp) nimûneyî bû. Ajîtatorekî gelekî zîrek bû.

Seîd Elçî heta şehadeta xwe, bê navber û bê westan xizmeta doza Kurd û Kurdistanê kir û xwe kire qûrbana doza gelê Kurdistanê.

Em Seîd Elçî weke sembola mezlûmiyeta Kurdistanê dibînin û ewê bi vî şêweyî herdem di dilê me de bijî…

Serkeftin a milletê Kurd e..

Bijî Kurd, bijî Kurdistan…

PDK-BAKUR

52 SALÎYA PDK-BAKUR LI KURD Û KURDISTANÎYAN PÎROZ BÊ!

11.07.2017

Kurdistanîyên hêja,

Partîya me 52 sal berê ji alîyê şehîdê gorbihişt Seîd Elçî û çar hevalên wî yên qedirbilind ve, roja 11ê Tîrmeha 1965an li Amedê hat damezrandin. Ji wê rojê heta îro Partî, xwe wekî partîyeke netewî û demokratîk dide pênasîn, azadîya her çar parçên Kurdistanê diparêze, û nirx û têkoşîna lehengê netewî nemir Mele Mistefa Barzanî ji bo xwe wekî rêbaz dipejirîne.

Partîya me, di 1965an de wekî yekemin sazîya netewî ya siyasî ya nûjen ya li bakurê Kurdistanê, di bin mercên gelek giran de hat damezrandin û bi fedakarîyên mezin li hember dagirker û mêtingeran dest bi têkoşînê kir. Bi tevî hemî asteng û bêderfetîyan, Partî di demek kurt de li seranserê bakurê Kurdistanê deng veda, rêxistina xwe pêk anî û bû hêvîya azadîyê ya gelê me.

Bêgûman neyarên gelê Kurdistanê jî ji bo Partîya me ji holê rakin bi her awayên qirêj êrîş birin ser wê. Şehîdkirina serokê Partîyê Faîk Bûcak yek ji wan êrîşên bêbextane bû. Zindankirin û darizandina sekreterê giştî Seîd Elçî û kadroyên partîyê jî herweha bi mebesta temirandina agirê azadîxwazîyê bû. Lêbelê, wan lehengên Kurdistanê bi serbilindî mafê kurdan û Kurdistanê parastin û dadgeha dagirkeran bir sere wan de anîn xwarê. Ew helwesta dîrokî ya Seîd Elçî û hevalên wî, ji bo her kurdeke welatparêz dê her dem bibe cihê serbilindîye.

PDK-Bakur, bi dirêjayîya van 52 salan, tim mafê gelê Kurdistanê yê çarenûsîyê parastîye; bi hemî partî, rêxistin, derdor û kesayetîyên Kurdistanî re her dem têkilîyên birayetîyê danîye, û bi tevî her awayên êrîş û lîstokên neyarên Kurdistanê jî, ji dev ji vê doza pîroz bernedaye.

PDK-Bakur îro jî li ser rêça damezrênerên xwe yên 1965an dimeşe, û di serî de Barzanîyê nemir, ji bo pêkanîna xewna serok û rêberên gelê me ya Kurdistanek serbixwe xebata xwe didomîne.

Yan Kurdistan Yan Neman!

PDK-BAKUR