BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ
PDK-BAKUR, DI 61EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA XWE DE CAREKE DIN JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHAND KU, BI HÊZ Û BAWERIYA XWE YA KU JI SEÎD ELÇÎ Û HEVDOZÊN WÎ WEK MÎRATEYEKÊ XETA TEKOŞÎNÊ YA KURDISTANÎ JI ME RE MAYE, TÊKOŞÎNA XWE BI HEMAN BIRYARDARIYÊ DIMEŞÎNE
Partiya me PDK-Bakur, 61emîn Salvegera Damezrandina xwe, di 11e Tîrmeha sala 2026an de, bi bernameyeke Rêveberiya PDK-Bakur amadekirî, li Demir Hotelê ya li Amedê, bi eleqe û beşdariyeke mezin pîroz kir.
Di bernameyê de, endam û dilsozên partiyê yên ku ji sê nifşên têkoşîna siyasî ya Kurdistanê pêk hatibûn, nûner û berdevkên siyaseta Kurdistanî yên ji çar beşên welêt, berdevkên hêja yên dam û dezgehên Kurd, ji Tevgera Vejînê Ya Kurdistanê birêz Ferîd Azad û hevdozên Vejînê, ji Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) birêz Evdila Bozkuş, Ji Însiyatîfa Netewî Ya Kurd rêzdar Berfîn Xan, siyasetmedar û rewşenbîrê naskirî, endamê PÊLKURDê birêz Fûad Onen, berdevkê CNKyê birêz Jiyan Tîmûrtaş, ji Weqfa Ismaîl Beşîkcîyî, nivîskar-lêkolîner birêz Seîd Veroj, nivîskar Elî Fikrî Işik, mûzîkjenê Kurd yê navdar birêz Brader Musîqî, birêz Ehmed Kanî û gelek siyasetmedar, nûser, roşinbîr û endamên çapemeniyê beşdar bûn. 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, di bala çapemeniyê de jî bû.
Di 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de bi danîşana sînevîzyonê re, rêz li şehîdên doza Kurdistanê û partiya me, hate girtin. Pê re jî, Sirûda Neteweyî Ey Reqîb hate xwendin. Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandinê ya PDK-Bakur û nexşerêya partiyê, ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya partiyê, birêz Mistefa Konukî ve bi zimanê dayîkê hate pêşkêşkirin. Di daxûyanî de bi kurtasî, ev mijarên girîng derketin pêş: “Damezrandina PDKTyê ya di sala 1965an de, li Bakurê Kurdistanê, ji bo bi sazîkirina siyaseta hevdem ya Kurdistanî, pengaveke dîrokî ye. Seîd Elçî, Faîq Bûcak û hevdozên wan, pirsgirêka Kurdan ji çarçoveya mafên çandî û reformên îdarî derêxistin û arîşeyê wekî doza Kurdistanê pênase kirin û hîmên xeta siyasî ya Kurdistanî ya ku wek rêbaz hebûna neteweyî ya Kurdan, welatê wan yê dîrokî û mafên neteweyî yên jêneger danîbûn ber xwe, avêtin. PDK-Bakur peyhatiya vê xeta hiqûqî, dîrokî û siyasî ye û têkoşîna xwe li ser heman prensîbên bingehîn didomîne. Yek ji referansa sereke ya ku bingeha îdeolojîk a partiya me pêk tîne, xeta siyasî ya Kurdistanî ye ya ku bi têkoşîn û paşxaneya Mela Mistefa Barzanîyê nemir şênber bûye. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar beşên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.PDK-Bakur vê xetê ne bi tenê wek mîrateke dîrokî, berevajî vê wek referanseke sereke a siyasî ya ku îro ro jî rêya me ronî dike, dipejirîne. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar paçeyên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.” Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, li endamên çapemeniyê û li hemî beşdaran hat belavkirin.
Her weha, di bernameyê de “Xelatên Rûmetê Yên Şehîd Seîd Elçî” jî, li xelatgirên hêja hatin pêşkêşkirin.
Ji kedkarên partiya me birêz Arif Sûmerkan (Mele Arif), birêz Keyfxusran Demîr ve birêz Mihemed Konuk, bi boneya Rêûresma Xelatê û Bernameyê, axaftinên xwe kirin. Endamê KNyê ya Partiya me Qasim Îçlî, geşedanên di derbarê partiya me de, agahiyên girîng dan çapemeniyê.
