DAXUYANÎ JI RAYA GIŞTÎ RE!

Demek dirêj e ku di navbera alîyên PDK-Bakur de li ser esasê pêkanîna yekîtîya rêxistinî ya partiyê dan û stendin berdewam bû. Cihê kêfxweşî û şanazîyê ye ku îro ev pêvajo gihaye qonaxek bilind, û biryarayekîtiyê hatiye standin.
Rayedar û alîgirên du alîyên PDK-Bakur,gihane wê bîr û rayêku divê PDK-Bakur di demek nêzîk deyekîtîya xwe ya rêxistinî pêk bîne û bi kongreyek giştî vê yekîtiyê mîsoger bike.
Em her du alîyên PDK Bakur, gihaştine wê bîr û rayê ku divê PDK-Bakur bi siyasetek serbixwe û bi berpirsiyarîyek neteweyî û Kurdistanî, bi destpêk û rûpelek nû xwe bîne ser hev û bi xebata xwe hêvîyên gelê bakurê Kurdistanê û tevgera azadîxwaza miletê Kurd geştir û xurttir bike.
Em hewl didin û dixwazin bi kongreyek giştî hemî kes û alîyên ku xwedî li mîrata PDKT ya 1965an û hetanî îro derdikevin bînin cem hev û bi Partiyeke xurt ruh û giyanê kedkar û cangorîyên PDK-Bakur şad bikin. Em vê helwestê wekî gaveke dîrokî bi nav dikin.
Eşkere ye ku dema burî zirarek mezin da PDK Bakur û tevgera sîyasîbi şêweyek gistî. Lewra, bi navê her du alîyên PDK Bakur, em xwe wek yek ji şirîkên lawazkirin, hêvîşikandin û bê alternatîf hîştina bakurê Kurdistanê dibînin û bêyî ku terefekî din gunehbar bikin, lêborîna xwe ji miletê Kurd dixwazin.
Hêjayê gotinê ye ku, alîyekî PDK-Bakur li gel hemî şêweyên peywendî, daxwaz û bangên me, mixabin ku di derbarê mijara yekîtîyê de tu bersivek fermî dîyar nekirîyê û di heyva nîsana 2024an de bi logoyek cûda daxûyanîyek belav kirîye.
Banga me li hemû kedkar û alîgirên ku li mîrata PDK-Bakur xwedî derdikevin ev e:
Werin em bi hev re ji vê rewşa aloz a li bakurê Kurdistanê re bibin derman. Em bi hev re rêxistin û sîyaseta PDK-Bakur xurttir bikin û doza neteweyî li bakurê welatê xwe bihêztir bikin.
4 Gulan 2024
Komîteya Yekîtîya PDK-Bakur
Partîya Demokrata Kurdistan – Bakur