Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

PÎROZBAHÎ

XELATA RÛMETÊ YA ŞEHÎD SEÎD ELÇÎ

Di Bernameya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de, li ser navê şehîdê nemir Seîd Elçîyî, yekem car “Xelata Rûmetê Ya Şêhîd Seîd Elçî” hatin dayîn. Di rêûresmê xelatdayînê de, parêzerê gorbihuşt Kak Elî Dînler (Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), kedkarê bi salan yê partiyê Kak Arîf Sûmerkan (Mele Arif), Pêşmergeyê qehreman Kak Şemseddîn, endam û dilsozê partiyê Kak Remezanê Haşim, pêşewayê gewre Xalid Şervan (Dr. Xetîb Demîralp, Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), damezrênerê partiyê birêz Şakir Epozdemîr, gorbihuşt Derwêşê Sado (Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), kedkar û dilsozê partiyê Kak Keyfhusran Demîr û endama têkoşer a partiyê Newal Çîrkîn hatin xelat kirin. XELATA RÛMETÊ YA ŞEHÎD SEÎD ELÇÎ ji bo kar û xebatên bêhempa yên qadir û kesayetên ku di rêya doza Kurd û Kurdistanê de bêrawestan xebitîne, hatin pêşkêşkirin.

59 SALIYA PDK-BAKUR LI GELÊ KURD Û KURDISTANÊ PÎROZ BE

PDKT, 59 sal berê di 11ê Tîrmeha 1965an de hat damezrandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDKT)di 11ê Tîrmeha 1965an de li bajarê Amedê, navenda welatê me, hat damezrandin. Yekemîn damezrênerên Partiya me şehîd Seîd Elçî, nemir Şerafedîn Elçî û Omer Turhan, Derwêşê Sado (Derviş Akgûl) û Şakir Epozdemîr bûn. Piştî damezrandina wê, bi hewldana nemir Fehmî Bîlal sekreterê Şêx Seîd Efendî ku di damezrandina partiyê de roleke aktîf hebû, Faîk Bucak bi merasima sondxwarinê ya ku li Otela Tûrîstîk a Diyarbekirê hat lidarxistin, wek Serokê PDKTyê hat destnîşankirin.

Piştî Komkujiya Dêrsimê ya 1938an û Doza 49an û piştî derbeya leşkerî ya 1960î Partîya me ya ku 11ê Tîrmeha 1965an de hat damezrandin yekemîn partiya siyasî ya netewî ya Kurdistanê ku di qada siyasî de cihê xwe girt.

PDKT partiyeke demokratîk a navendî bû ku li Bakur pêwîstiya rêxistinbûneke cuda derxist pêş û mafên neteweyî û demokratîk parast.

Beriya ku partiya me sala yekem a damezrandina xwe temam bike, hêzên k

ûr ên dewletê serokê me parêzer Faîk Bucak di encama sûîqesteke siyasî de qetil kirin. Piştre serokê nû yê partiya me Seîd Elçî, di sala 1967’an de hat girtin û piştî 70 roj lêpirsîna bi îşkenceyê hat sirgûnkirin. Tevî van hemû neyînîyan partiya me li herêmên wek Amed, Farqîn, Êlih, Botan, Sason, Xerzan, Baykan, Bedlîs, Sêrt, Tetwan, Mûş, Bulanik (Kop), Licê, Patnos, Wan, Hîzan, Siwêreg, Cizîr, Nisêbîn û Qoser. Li Enqere û Ewropayê nûnerên xwe destnîşan kirin.

Di Hezîrana 1971ê de Seroke Giştî yê PDKT Seîd Elçî bi Mihemedê Begê re di encama sûîqesteke siyasî de hat qatilkirin û şehîd bû. Ev derba duyemîn bû li partiya me. Tevî hemû zehmetiyan jî Partiya me bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe yên Kurdistanî tevdigeriya.

Em, partiyeke netewî û demokratîk in. Partiya me modern e û nirxên gelê me dihewîne.

Têkoşîna sivîl, demokratîk û aştiyane ya ku pêwîstiya gelê Kurd heye wê ji bo daxwaz û daxwazên gelê me şert û mercên pêwîst biafirîne. Di xebatên siyasî û rêxistinî de hêz û tundiyê bi temamî red dike.

-Di Îlona 1992 de, Partiya Demokrat  a Kurdistana Tirkiyeyê (TKDP) ku di sala 1965an de hat damezrandin, Platforma Yekitiya Ala Rizgarî, Platforma Yekîtiya Netewî (Bergeh), koma ku ji Rizgarî derket û hin kadroyên serbixwe, di Kongreya Yekîtiyê ya ku li dar xist de bûn yek.

-Di Kongreya a ku di Mijdara 1994an de hat lidarxistin, navê Partiyê li ser pênaseya erdnîgariya siyasî bû Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur (PDK-Bakur).

-PDK-Bakur sîwana welatparêziya Kurdewarî û Kurdayetiyê ye. Di bin vî banî de refên me ji hemû Kurdan re vekirîne. Em amade ne ku bi hev re xizmeta gelê xwe bikin.

Partiya me ku di sala 1965’an de hatiye damezrandin, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û mîsyonê ye. Partiya me di nava tevgera demokratîk a neteweyî de xwedî cihekî girîng e. Em bang li gelê xwe dikin ku di nava refên partiya xwe de bicivin û têbikoşin.

-Bi boneya 59’emîn salvegera damezrandina PDK-Bakur em, pêşengên xwe yên wek Şehîd Faîk Bucak, Seîd Elçî û hemû şehîdên Partiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Rehma Xwedê li hemû şehîdên Kurdistanê be.

11.07.2024

CEJNA REMEZANÊ

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.

Kurdistanîyên xoşewîst

Ez bi navê xwe û PDK-Bakur hatina Cejna Remezanê bi dilek germ li misilmanê Kurdistanê pîroz dikim.

Bakurê Kurdıstanê gelek deverê ku ji ber şerê malwêran û xirab bû, nikarin di malên xwe de Cejna Remezanê pîroz bikin. Wek bajarê Sûrê, Cizîr, Şirnex, Silopya, Gimgim, Farqîn, Nisêbîn, Hezex û gelek bajarokên din perîşan bûn û mixabin nikarin bi dilekî xweş Cejna Remezanê pîroz bikin.

Lê cîhê dilxweşîyê ye ku li parçeyek Kurdistanê dengê mizgînîya serxwebûnê bilind dibê. Rêya serxwebûnê bi xwîna Pêşmergeyê qehraman vedibe.

Ev kelacan û hêvîyeke mezin dide me Kurdistaniyan. Serxwebûn gelek nêzîk bûye. Bi hêviyeke xurt carek din Cejna Remezanê li Kurdên misilman pîroz dikim.

Dr.Yusuf Zîya

Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur