Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

SERSAXÎ

SERSAXÎ (NECAT ONUR)

 

Em bi xemgînî radigihînin ku endamê hêja yê partiya me Necat Onur yê xelqê Cizîra Botan çû ser dilovanîya xwe. Ew jiyananeka bi kurdewarî û welatperwerîyê têr û tije derbas kir û bi serbilindî ji cîhanê koç kir. Ew ê hertim di bîra me de be.

 

PDK-Bakur

SERSAXÎ – KAK IDRÎS (EVDIREHÎM YAWÛZ)

Heval û hogirê me yê bi salan, endamê Partiya me PDK-BAKUR, KAK IDRÎS (EVDIREHÎM YAWÛZ), li Rihayê koça xwe a dawîn kir. Kak Idrîs, wek xemxûrekî welêt, di sala 1977an de li Cizîra Botan tevlî refên Partiyê bibû ku di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo Kurd û Kurdistanê heya roja dawîn jî bê rawestan kar kiribû. Em wek PDK-Bakur, sersaxiyê li endamên malbata wî, li endamên Partiyê û hemû hezkiriyên wî dikin. PDK-BAKUR li niştimanperwerî û têkoşeriya wî ya ku ji bo me wek mîrateyekê ye, dê heya serxwebûna Kurdistanê xwedî derkeve. Xwedê rehma xwe lê bike, cihî wî bihûşta rengîn be.

PDK-Bakur

SERSAXÎ

24.10.2017

Cîgirê berê yê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ebdullah îro li Hewlêrê koça dawî kir.

Sibeha Îro 24-10,2017, cîgirê berê yê serokê PDKê Elî Ebdullah, ku yek ji endamê dêrîn ê PDK û damezirênerê vê partiyê bû, di temenê 95 saliyê de li nexweşxaneyekî Hewlêrê koça dawiyê kir.

Elî Ebdullah ev çend sal bûn nexweş bû. Ebdullah di serdema Mela Mistefayê nemir de cîgirê serokê PDKê bû û piştre jî di çend kongreyan de weke cîgirê serok hate hilbijartin.

Elî Ebdullah kî ye:

Sekreter û cîgirê berê yê serokê PDKê Elî Ebdullah di sala 1922 li Koyê jidayîk bûye.

Peymangeha Endazyariyê li Bexda xwendiye. Desteya damezrêner a Partiya Rizgarî bûye.

Di 16ê Tebaxa 1946ê de bûye endamê polîtbûrûya PDKê. Di kongreya 9emîn a sala 1979ê bûye sekreterê PDKê.

Di kongreya 11ê ya PDKê ya sala 1993ê de bûye cîgirê serokê PDKê. Di kongreya 13emîn a PDKê de, ku di dawiya sala 2011ê de hate sazkirin, ji ber nexeşiyê dest ji posta xwe berda.

Roja 24-10-2017ê li nexweşxaneyekê li Hewlêrê koça dawiyê kir.

Em wekî PDK BAKUR,

di serî de ji Serok Mesud Mistefa Barzanî, PDK, gelê Kurdistanê û malbata gorbihuştre sersaxîyê dixwazin.

Dr. Yusuf Zîya

Sekreterê Giştî yê

PDK-BAKUR

SEÎD GABARÎ

 

Hunermendê binavûdeng, xebatkarê serbixwebûn û azadiya Kurdistanê, pêşmergeyê dilêr, kenza kaniya çand û bêjeya Kurdî Seîd Gabarî îro destê sibê li Hewlêra payitexta Başûrê Kurdistanê ji vê dunyayê koça dawî kir.

Ne bi tenê PDK Bakur dostekî xwe, piştgir û hevalekî hêja wendakir, her weha cîhana çand û hunerê Kurdistanê xweşbêj û têkoşerekî bê hempa sparte axa Kurdistanê. Ta ku navê Kurd hebe, ta ku di Kurdistanê de ji xebat û rêbaza Kurdistanî, Rêbaza mı ser piyan be, navê Hunermend û Pêşmergeyê serxwabûn û azadiya Kurdistanê Seîd Gabarî dê di nav reza leheng û têkoşerên Kurdistanê de bi rêzdarî bihê nivîsandin.

Serê Miletê Kurd û Kurdistaniyan sax be.

Yezdanê Dilovan Seîdê Hêja bi rehma xwe şad bike, ji malbat û hemî hezkiriyên Gabarî re sebr û aramî daxwaza me ye.

Hemîd Smaîlaxa
Berdevkê PDK-Bakur

CELADET ELÇÎ

Parêzer Celadet Elçî, kurê gorbihuşt Seîd Elçî yê damezrêner û serokê pêşîn yê Partiya me, piştî têkoşaneka dirêj ya bi nexweşîna penceşêrê re, mixabin di temenê xwe yê ciwan de çû ser dilovaniya xwe. Celadet Elçî, li gundê xwe yê bi ser Çewligê ve, ji alîyê heval, hogir, malbatiyên xwe û hejmarek mezin a welatparêzên kurd ve hate birêkirin.
Em hêviya xwe ya sersaxiyê ji xuşk û birayên wî û hevalên wî re radigihînin.
Bila cihê wî bihuşt û gora wî bi ronahî be.
PDK-Bakur

MAM CELAL

Mam Celal Talabanî koça dawîn kir. Koça dawîn ya Celal Talabanî xemgînıyeke mezin li asîmanê Kurdistanê belav kir. Ji xwendekariya xwe heta bi serokkomariya Iraqê, di sepandin û birêxistina xebata neteweyî ya Kurdistanê de, bi dûrbînî û bi zîrektiya xwe, Mam Celal, serokkomar, di asîmanê neteweyî ya Kurdistanê, di tekoşîna neteweyî de stêrikeke geş bû. Her weha aştîxwaz û xebatkar, di têkoşîna demokrasiya navneteweyî de hevrê û têkoşerekî hêja bû. Mixabin di demeke ku pêwîstîya Kurdistanê pê hebû ev stêrik ji asîmanê Kurdıstanê xuricî. Bila serê Kurdistaniyan sax bê. Di serî de ji Rêvebirîya Kurdistanê re, ji Yekîtî Niştîmanî Kurdistanê, ji malbata Mam Celal re, ji heval û hogirên aştîxwaz û demokratên navneteweyî re sersaxiyê dixwazin. Serê me hemîyan sax bê. Hêvîdar in ku alaya Mam Celal hilgirtî bilind bê, gora wî buhişta berîn bê.

PDK-Bakur

03 Cotmeh 2017

EZÎZ MIHEMED

 

JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

 

Îro piştî nîvro Sekreterê berê yê Partiya Komûnîst ya Iraqê û dostê qadîm yê Serok Barzanî yê nemir, Ezîz Mihemed koça dawî kir.

Em weke PDK-BAKUR serxweşîyê li malbata rêzdar Ezîz Mihemed û li tevahîya gelê Kurdistanê dikin.

31 Gulan 2017

Dr. Yusuf ZİYA

Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur

 

Ezîz Mihemed di tîrmeha sala 1924an de li Bêrkotê ji dayik bûye. Di destpêka salên 1940an de hatiye Hewlêrê û beşdarî nav rêzên Partiya Hîwa bûye. Mihemed di sala 1946an de çûye nav Partiya Komûnîst ya Iraqê. Di sala 1948an de ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve hatiye girtin û heta Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an di zîndanê de maye.

Ezîz Mihemed di sala 1964an de weke Sekreterê Partiya Komûnîst ya Iraqê hatiye hilbijartin û heta bi sala 1993an serokatiya vê partiyê kiriye. Siyasetmedarê kurd Ezîz Mihemed yek ji wan kesan e ku “Xelata Lenîn” wergirtiye. Herwiha di sala 2007an de Rûsyayê “Nîşana Stêrka Geş a Parzemîna Asya û Efrîqayê” daye Mihemed. Bi vî awayî, piştî Nelson Mandelayî duyemîn kes e ku ev nîşan wergirtiye. Herwiha roja 10ê Hezîrana 2016an de, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî, Nîşana Barzaniyê Nemir da Ezîz Mihemed.

 

MAHFUZ AYTEK

Endamê qedîm yê PDK-Bakur Mahfuz Aytek li Stenbolê çû ser dilovanîya xwe.  Xwedê jê razî Mahfuz Aytek ji wan kesên yekem bû li devera Licê ji alîyê şehîd Seîd Elçî  ji boyî rêxistina PDK-Bakur hatibû wezîfedarkirin.

Îro li Licê li xakê hate spartin. Rehma Xwedê li bê.

PDK-Bakur