BERSIVA KU PARTIYA ME DAYE NAMEYA KNKê
16.12.2018
Em, bersiva ku partiya me PDK-Bakur, daye nameya vexwendinê ya KNKê, ji ber girîngiya wê bi raya giştî re par vedikin.
Nameya bi îmzeya saziya we, Konseya Rêvebiriya KNKê, ya bi navê “Dawetname Civîna Helwesta Neteweyî Ji Bo Sê Têkoşerên Kurdistanê”, ku di 20.11.2018an de gihîştibû Partiya me, ji aliyê rêvebiriya me ve hate nirxandin. Di encama nirxandinê de Partiya me balê dikşîne ser xalên li jêr rêzkirî:
Dema gelek bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê, bi bahaneya polîtîkaya KCK ya xendekan, ji aliyê hêzên kolonyalîst ve hatin hilweşandin, bi sedhezaran Kurdistanî mecbûrê cîhêlkirinê man, bi hezaran ciwanên Kurdistanî hatin şehîdkirin, bangeke saziya we ya li hemberî vê pirsa diltejîn, ji bona rawestandin û berlêgirtina vê wêrankirinê derneketibû, û we daxwaza civandinê û derxistina helwesteke hevpar li Partiyên Kurdistanî nekiribû. Dîsa, em dixwazin bibîrbixin ku, dema pêvajoya serbixwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewletên kolonyalîst ve dihate pûçkirin û Kerkûk dihate dagirkirin, saziya we li hemberî wan mijarên girîng, doza helwesteke hevpar ya neteweyî nekiribû. Saziya we, her ew helwest li hemberî dagîrkirina Efrînê jî birêve biribû, û li hemberî êrîşên bêperwa yên li dijî welat û miletê me, tê zanîn ku, doz û daxwaza helwesteke hevpar û banga hevdîtina Partiyên Kurdistanî nekiribû.
Dema em rastiya ku saziya we li hemberî rûdanên ji bona miletê me encamên balkêş dane tevnegeriyaye didin ber çavan, em wê yêkê pirr manîdar dibînin ku hun îro ji bona biryara zilhêzeke navneteweyî ku sê rêvebirên partiyekê xistiye nav lîsteya kesên “lê tên gerandin” bang li Partiyên Kurdî dikin û civandina ji bona helwesteke neteweyî dixwazin.
Helbet em dixwazin balê bikişînin ser vê yekê jî, ku ji aliyê hêzên ne Kurdistanî ve xelat danîna ji bona derdestkirina sê rêvebirên KCKê yên em behs dikin, li dijî xêza Partiya me ya serbixwebûnxwaziyê ye û di rêbaza me de tu car nayê pejirandin. Li gora bîr û baweriya Partiya me, kesayetiyên polîtîk yên li Kurdistanê bi tenê di wîjdanê miletê me de dikarin bêne darizandin û li gora kiryarên xwe, dê cihên xwe yên rewa bistînin. Lewra, em di wê baweriyê de ne ku, vexwendina we ya Partiya me ji bona vê civînê, bi vê têgihîştina me re li hev nake.
Herweha em ji bona vexwendina we ya nazik spasiyên xwe pêşkêş dikin, û ji ber sedemên li jor rêzkirî, diyar dikin ku em ê beşdarî civîna we ya navborî nebin.
PDK-BAKUR