28.03.2017
Partiya me PDK-Bakur, roja 25/03/2017an, ji aliyê endamên Partiyê, ji bona lipeyçûn û bicîhkirina biryarên Kongreya 11an, bi beşdariya 112 delegeyan û ji bo polîtîkaya dema nû û bi dûrişma “Xebat Ji Bo Serxwebûna Kurdistanê” civiya. Kongreya me bi maneya têgeha cara yekê, xwediyê dewlemendiyê bû. Kongreya 12an, di dîroka Partiya Bakurê Kurdistanê de cara yekê ye ku li Diyarbekirê civiya. Di gel vê yekê Partiya me ya ku ji aliyê (gorrbuhişt) Saîd Elçî û hevalên wî, di sala 1965an de li Diyarbekirê hate damezrandin, cara yekê ye ku li heman bajarî Kongreya xwe pêk anî. Ji bilî vê yekê, Partiya me, Kongreya xwe ya 3yan li Çiyayê Cûdî, li Bakurê Kurdistanê pêk anî, dîsa Kongreya xwe li Bakurê Kurdistanê pêk dihîne. Kongreyê bi rêzgirtina li giyanê cangoriyên Kurdistanê û bi Sirûda Neteweyî dest pê kir. Piştî peyva ji hêla Komîteya Amadekar ku nivîşkê Kongreya me bû û pîştî peyam û gotinên nûner û berpirsên hêz, partî, rêxistin û kesayetiyên polîtîk, dom kir. Piştî xatirxwestina mêvanan, bi tesbîtên di Kongreyê de, yên ji aliyê delegeyên beşdar ve li ser rewşa polîtîk ya welatê me û bi peyrew û pêdiviyên Partiya me, Kongre gihîşt encamên li jêr rêzkirî.
A) Hizra “Tirkîyeyîbûn”ê bûye serdestê polîtîkaya Bakurê Kurdistanê.
Li kakurê welatê me Kurdistanê, di van salên dawîn de, pîkoliya derûnî ya têkçûnê, bi awayekî sîstematîk li miletê me dihêt kirin û bandorê jî li sîyaseta bakurê Kurdistanê dike.
Polîtîkaya “Tirkiyeyîbûn”ê bi polîtîkaya PKK ve dorpêçkirî nemaye, di nav rêxîstînên xwe “Kurdistanî” binav dikin de jî, nuxumandî derdikeve pêşiya me. Weke ku dihêt zanîn, kevneşopiya Kurdan, neteweperestiya Kurd, weke “Kurdeyatî” bi nav kiriye. Belê di van salên dawîn de, li welatê me, têgihîştina neteweyîtiyê, bi hizr û bîra bi erdnîgariyê ve girêdayî, weke “Kurdistanî” bûye pêdiviyek, derketiye pêş û bi awayekî ketiye şûna “Kurdeyatîyê”. Ev guherîn disepîne ku Kurdistan, bi tenê ji Kurdan pêk nayê û di têkoşîna serbixwebûnê de, xwespartina erdnîgariyê, ji bo baldariyê rastiyek e, di cîhê xwe de ye.
Di gel dihate payin ku ev rastiya ji aliyê partî û hêzên ku di xebat û tekoşîna azadiya Miletê Kurd de têdikoşin, bi pêş de bihêt ajotin, di pêvajoyê de ev hêvî pûç bûn. Hate asteke weha, ji xeta PKK ku ji aliyê welatperweran ve, weke “Turkiyeyîbûn”ê dihate gunehbarkirin jî, bi paşketîtir man. Van aliyana di gel ku helwesteke sîyasî nedane xuyakirin, bi tenê bi xwestina daxwazên avahiyên sivîl yên civatî ve girêdayî man. Her dem di daxuyaniyên xwe de hevokên “dawî li bikaranîna zorê bihê û li maseya çareserîyê vegerîn” bikar anîn.
Tevgerên polîtîk pişta xwe bi beşên civatê yên ku nûneriya wan dikin, xurt dikin û armanca wan desthilatdarî ye. Tevgerên Polîtîk li taybetmendiyên kolonyalîstan yên ji kolonyalîzmê dihên, nedin û wan li dawîanîna statukoya heyî zorga nekin, tu caran nikarin bibin desthilatdar. Ji milekî din ve dema dibêjin “dawî li bikaranîna zorê bihê û li maseya çareserîyê vegerîn” didin xuyakirin ku bi xwe ne tevgerên polîtîk in, lê belê li xwe mikur dihên ku navbijîyê dikin.
Polîtîka zanist e. Weke her zanistiyê, rê û rêbazên polîtîkyê jî hene, Partiyên Polîtîk divê yekerîya hizrê (bîrdozî- gotin) pêk bînin û paradîgmayên li gorî yekeriyên hizrûbîrê biafrînin, projeyên alîkariya vê paradîgmayê dikin, pêşkêşî gel bikin û alîkariyê ji wan bixwazin. Tu partiyeke li gorî vê zanîna hêsan tevdigere li meydanê tune ye. Her weha li Bakurê Welatê me Partiyeke Polîtîk ya li dijî kolonyalîzmê û serbixwebûnxwaz tune ye. Li şûna vê yekê rola sereke didin sembolên bîrdoziya neteweyî ya Kurdistanê dixemilînin. Di polîtîkayê de dema sedemên heyina bîrdoziya sembolan ji holê bihê rakirin, an ne li ber çavan bin, xuya nekin, sembol jî bênirx dibin û dibin sedemên rakêşana deverên xelet. Praktîka pêk anîne bi tenê banga dawîlêanîna pevçûna di navbera PKK û kolonyalîsta de ye. Ger meriv bala xwe bidêyê, çi rexneyek, lihemberderketinek van rêxistinan dijî rêbazên PKK pêk dihîne ku xelkê me bêvî dike û dawî li têkoşîna serbixwebûna welatê me ye, tune, bi tenê xuya dike ku metot-şêweyê xebata PKK rexne dikin. Lê welatperwer dema polîtîkayê diafirînin, stratejî armanca wan e. Şêwaz di rêza duduya de ye. Pîştî van daxuyakirinan, bi awayekî zelal meriv dikare bibêje: polîtîkaya Bakurê li Kurdistanê, li ser destmêja “Turkiyeyîbûn”ê ye, rê li ber hatiye girtin. Bêsiyasetî û bêrêxistinî ji aliyê van avahiyan ve pêşkêşî miletê me dibe. Polîtîkaya li Bakurê Kurdistanê ya ku rê li ber hatiye girtin, dujminaya bîrdoziyê û xwe birêxistinê dike. Hêla nijadî ya Çepê Tirk, hêla PKK ya xwe radestkirinê didin ber ruyê xwe û afirandina polîtîkayê weke gurê manco didin pêş, kesên daxwaza azadiya gel dixwazin jî weke pêgirtiyan bi nav dikin.
Divê neyê jibîrkirin ku li ba me “Kurdistanî” bûn jî bîrdoziyek e.
B) Partiya me PDK-Bakur polîtîkaya xweradestkirinê tu caran napejirîne.
Partiya me di nav pirsgirêkên polîtîkaya Bakurê Kurdistanê de jiyaye. Beriya hemi tiştî, hatibû radeyeke ku têkiliyên xwe ji neteweperestiya Kurdistanê bibire. Ji armanca xwe ya polîtîk: Mafê Çarenivîsî (self-determination) bidûr bikeve. Rê û rêbazeke bi vê armancê ve girêdayî ne afirand, bi ser de, di gotarên xwe de ketibû bin bandora rola “Turkiyeyîbûn”ê. Bi taybetî, berî û piştî Kongreya 11, çi rexneyeke polîtîk li dagirkeriyê nehatiye kirin. Dema bajar û bajarokên Kurdistanê hatinê hilweşandin, wêrankrin bêdeng mane, di diyarkirina rewşa neasayî de, li hemberî helwestên zordarî, binçavkirin û girtinê ya ku li ser gelê me zêde buyî, bêhelwestî pejirandiye. Tew rêvebiriya kevin di daxuyaneke xwe de, bi gotina “Bila AKP destûrê zû çêbike, di wê destûrê de mafê Kurdan bide” di polîtîkaya “Turkiyeyîbûn”ê ya li welatê me bûye desthilatdar de, dîmeneke nuh vekiriye, ji ber xeta PKK bîle ji desthilatdariya dagirker re, pêşnîyaza bihevre destûr çêkirinê biriye, lê rêvebiriya Partiyê gotiye; “em têkil nabin, hûn çê bikin,”. PDK-Bakur çareseriya pirsa neteweyî di Destûra dagirkeran de nabîne, huqûqê kolonyalîstan nasnake. Ev rewşa li dijî sedemên heyîna me ye. Çareseriya Partiya me: di bin çavdêriya lihevhatinên navneteweyî de ku peymanên navneteweyî dipejirîne, di rewşeke azad û aram de, giştpirsiya cîbicîhkirina Mafê Çarenivîsiyê ye (Plebisita Self Determination). Di gel ku rizamendiya gel diparêze Partiya me, alîgirê serbixwebûnê ye.
C) Rêvebiriya Berê Nemeşrû ye.
Digel di Kongreya 11. de biryar bi yekdengî hatiye standin û bi xetê qalind binî hatiye xêz kirin “Partî di şeş (6) heyvan de, divê Partiyeke eşkere ava bike, ger di vê dema diyarkirî de, Partiya legal nehate avakirin, di nav çelûpênc (45) rojan de, divê Kongreya xwe bicivîne”. Di gel ev biryar eşkere û vekirî li ortê ye, belê Rêvebiriya Kevin ji banga bi rik ya endamên Partiyê re guhê girt û bi vê ve girêdayî huqûqê Partiyê binpê kir. Rêya bêhuqûqiyê hilbijart, li gor dilê xwe tevger ji xwe re kir ûslûba polîtîk. Bi xwe beriya civîna Kongreya me digotin; biryara Kongreyê bi tenê Serok an jî Meclîsa Partiyê dikare werbigire. Ji bona biryareke weha tune ye, Kongreya 12 ne meşrû ye. Ev danberûya wan, dide xuyakirin bê ew çendî di polîtîkayê de sivik in. Ji ber desthilatdariya herî bilind Kongre ye û Kongreya 11 ku ji xwe ev biryar girtibû, divê em diyar bikin ku ji bona civandina Kongreya 12, pêwîstî bi tu biryareke din tune ye. Desthilatdariya Birêvebirinê bi tenê cîbicîhkirina biryara Kongreyê bû. Divê bihê zanîn; organeke Partiyê, nikare biryara organeke di ser xwe re betal bike. Ango serok an Meclîsa Partiyê nikare biryara Kongreyê tune, li qelemê bide an biguherîne. Biryara di Kongreyê de, biryareke bi merc û taybetî bû, bi yekdengî desthilatdariyê di rêbazê de bi vê biryarê re ji xweber bê desthilat man. Beriya Rêvebiriya kevin diyar bike ku guh nade peyrewa Partiyê, bêyî ruxseta Partiyê, bi grûbên derveyî xwe re hevdîtinên yekbûnê bi rê ve biriye û protokolên ku Partiya me girê nade îmze kiriye. Bi ser de jî, bi kesên ji hesabdayinê ji nav Partiya me bazdane û têkiliyên wan ji Partiyê hatine birrîn re, di hevdîtinên yekbûnê de weke muxatab pejirandine û hatine ba hev. Cihê huqûq lê nemabe, meriv nikare exlaq lê bibîne û kesên exlaqê polîtîk weke pîvanê ne pejirîne, têkiliyên wan ne bi Partiya me û ne jî bi xebata rizgariya Kurdistanê re çênabe.
Mafê xweparastinê ya Rêvebiriya kevin di Kongreya 13. de he ye, ger beşdariya Kongreyê nekin, têkiliyên wan bi yekcarî ji Partiyê dihêt birrîn.
Ji îro û pê de, li gora toreya polîtîk, kes û rêxistinên bi van re danustandinê bikin, divê vê rastiyê li ber çavan bigirin.
D) “Projeya Yekkirina PDK” projeya avakirina PDK ya sexte ye.
Ji sê salan zêdetir e, xebata yekkirina PDK bi serperiştiya hin kesên ji Partiya me hatine bidûrxistin û tu têkiliyên wan bi Partiyê re nemane, bi rêve dihere. Em vê Projeyê, weke Projeya avakirina PDK ya sexte bi nav dikin. Kes û grûbên ku kolonyalîstan mahkûm nekin, dûviktiya serekê desthilatdariya wan bikin, ji daxwaza serbixwebûnê vavêr bin, ew kes û grûbên ji bo Bakur peyveke wan nemabin çi ava bikin, têkiliya wê avakirinê bi navê PDK ya pîroz re tune ye, bi tenê dikare PDK ya sexte be. Tişta dixwazin bikin ev e; deshilatdariya kolonyalîst weke li dijî Kemalîstan e nîşan bidin û dewleta kolonyalîst bi tevayî dişon, paqij bikin, daxwazên azadiya Kurdistaniyan bizmik bikin û wan di nav Dewleta Kolonyalîst de dibişêvin. Wek dihêt zanîn; bingehê hebûna Dewleta Tirk, dagirkeriya welatê me Bakurê Kurdistanê ye. Bi vê maneyê ta ku ev dagirkerî berdewam be, tu maneya veqetandina vê grûbê ji sîstema dagirkeriyê namîne. Ji ber ew parçeyê Kemalîst dihête nîşandan di statuya Welatê me ya jêr kolonyaliyê de, roleke sereke lîstiye û îro ji wê erka xwe dilîze. Ango perçeyekî sîstema kolonyalîst e. Em divê li dijî sîstemê bixwe, xebatê bikin ne ku li dijî perçeyekî di nav sîstema kolonyalîst de. Binêrin vî perçeyê ku şêrîn li qelemê dihêt dayin çi wêranî li welatê me pêk aniye, li ber çava ye. Vê klîka di nav sîstema Kolonyalîst de, ev demeke dirêj e, desthilatdar e, ne xwediyê tu helwesteke çareserkirina pirsa Kurdistanê ye, ji çareserkirina mafên û azadiyên kesayetî yên di nav sîstemeke kolonyalîst de jî dûr e. Wek numûne: Beramberî mafê perwerdeya bi zimanê dayik ya bêtirî bîst (20) milyon Kurd, astengiyên di kar de bicîhkirina bîst (20) mamosteyên zimanê Kurdî xweş nîşan dide ku kolonyalîst ji asîmîlekirinê venegeriyane. Li dibistanên li Kurdistanê, ji zarokên Kurdan re perwerdeya zimanê Tirkî, dîroka Tirkî û çanda Tirkî dide xuyakirin ku asîmîlasyon berdewam e. Zaravê Kurdî, Dimilî, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, weke zimanên li ber wendabûyinê ye hatiye destnîşankirin. Avakirina bendav û qereqolan li Kurdistanê, bûye avakirinên xizmetguzariyên sereke. Desthilatdarên Tirk, ji bona peykerekî bê ruxset çûye, ji Ewrupayê vegerînin, bi dehên caran diherin û dihên. Belê Heskîfa ku dewlemendiya dema Navîn ya Kurda ye, heta û heta binav dikin. Hê jî desthilatdariyeke biçûk ya Kurdan tune ye. Kurdistan di dema avakirina vê Komarê de, navendeke dezgeh û bazirganiyê bû, dawî lê hate anîn. Nuha tunebûn-feqîrî li Kurdistanê bûyê êşeke gran. Kurd, di nav sînorên desthilatdariya Tirkan de kedkarên erzan in, Kurdistan jî ji bo dewlemendbûyina miletê desthilatdar kaniya maddeyê xam û enerjiyê ye. Di gel jimara bêtirî bîst (20) mîlyonan Kurd civateke jêr ya Kolonyalîzmê ye. Mafên wan ne weke mafên xaçparêzên di bin desthilatdariya Îngilîzan de ye. Kurdistan bi rêya aborî, rêvebirî û çandî dixwaze bihê tunekirin. Ewên ji projeya PDK ya sexte hêviyan dikin, ne bi tenê Partiya me PDK-Bakur her weha, bi tevayî bizava neteweyî ya azadiyê jî ji holê radikin. Em bangî hemî welatperweran dikin da ku li hemberî vê projeyê hişyar bin.
E) PDK-Bakur di referandûma (giştpirsîna) destûra sîstema kolonyalîst de birayara boyqotê daye.
Partiya me, ji ber çawayiya xwe ya li dijî kolonyalîzmê bangî gelê xwe dike; ji bona vê sîstema kolonyalîst nebin alî û li hemberî meşrû kirina talana welatê me, neçin dengdanê, giştpirsînê boykot bikin.
F) Hevkariya bi perçeyên welatê me yên din re peywîra me ya şoreşgerî ye.
Partiya me, ji bona parastina bidestxistinên li Başûrê welatê me, helwesteke pêşmergetiyê werdigire. Divê Roja li Hewlêrê hilatiye ronahiya xwe bide tevaya Kurdistanê. Lêxwedîderketina Roja li Hewlêrê erkekî neteweyî ye. Îro li Şingalê, li hemberî desthilatdarîya meşrû ya Başûrê Kurdistanê û serbixwebûnê, pejirandin û li dij derneketina dagirkeriya PKK, weke helwesta bi kolonyalîstan re ye. Dujminên Kurdistanê yên diyar ku ev kara spartine PKK û êrîşkariya wê diyar dike ku rizgarkirina tevaya Kurdistanê ne hêsa ye. Hevkariya bêtir bi Başûr re û mahkûmkirina hêzên dijnetewetiyê ji her demê zêdetir, girîngiya xwe diyar dike.
Partiya me piştgirî û alîkariyê dideTekoşîna braderên li Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe, bi PDKÎ û hêz û Partiyên Rojhilatê Kurdistanê re bî şêwazeke dîrokî hevkariyê dihûne. Ev helwest bî nerîna me ya neteweperestî re li hev dike. Li Kurdistana Başûrê Rojava, xeta PKK ya dijî netewetiyê, azadiya ku nêzîkî li miletê Kurd kiribû, bidûrxist û nehişt ku miletê me ji vî bayê ji kurdan re qenc lêhatiyî, sûd werbigirin. Partiya me li dijî wêrankirina PKK, ji bo bidestxistina derfetên sûdmend, dê bi PDK-S û Partiyên din yê Başûrê Rojava re piştgirî û hevkariyê bike.
Partiya me, bi ahenga bi nerîna PDK re lihevkirî, piştgiriya bi parçeyên din re wek erkekî daniye ber xwe, di heman demê de, di hemî qadên xebatê de, dê Partiyeke bi şexsiyet be. Huqûqê Partiyê, serbixwebûna wê û disîplîna Partiyê dê hergav li ber çavan be û bihête parastin..
H) Rêxistina Partiyê ji nuh ve dê were avakirin, rêxistina Partiyê ya hatiye pûç kirin dê ji nuh ve bihête vejandin.
Ne Rêxistina Partiya me ya kevnar û ne jî ya piştî 2013, li tu deveran li ser piyan nemaye. Hemî komîte hatine belavkirin dergehên buroyan hatine kilîtkirin. Bi gotineke edin; Partî hatiye tasfiyekirin. Di vê dema nuh de, bi hêza xwe ya xumalî û bi derfetên gelê me û bi fîdakariya kadiran, bi pêngavên hêdî, rast û di cîh de em dê ji nuh ve rêxistina Partiya xwe ava bikin. Ji hemî beşên civatê, ji hemî baweriyên olî û civatî, welatperweran, di refên Partiya xwe de birêxistin bikin. Ji hemî ol û beşên civatê birêxistinkirinê em dê partiyeke kutleyî ya neteweyî biafirînin.
I) PDK-Bakur bi Polîtîkaya bi aheng-lihevkirî dê xwe birêse
Mele Mustafa Barzaniyê Nemir serwerê Partiya me yê bîrdozî ye. Ji her demê bêtir em dê xwe li hizr û şêwaza xebatê ya Wî afirandiye, bipêçin, çawayî ya xeta xwe ya şoreşger bidin jiyandin û rêya bûyina hêza gelemperî xweş bikin. Partiya ji Xanî heta ni Nehrî, ji Nehrî heta bi Barzaniyê Nemir xeta xwe ya serbixwebûnê biparêzin û bi kolonyalîstan re lihevkirinê di deftera xwe de bi cîh nekin. Di vê helwestê de, xeta Şoreşger-Neteweyî cudahiya xwe derdixe pêş. Afirandina xwebirêxistina serbixwebûnê ya bi rikeberî û di cîhê xwe de bikaranîna amûrên tekoşînê, dihê wateya bibiryarbûna me.
Ji bona em rê nadin grûbên têkiliya wan bi xeta serbixwebûnê re tune ye, xwedîyê helwestên ku qet têkilî bi Rêbaza Barzaniyê Nemir re nemaye û bi helwestên xwe yên radestkirinê serê miletê me tevlihev dikin, em dê bernameya xebateke xurt ji we re bikin armanc. Ji bo gihîştina vê armancê: em dê civîn, konferans û bizavên werengî pêk bînin, zorê bidin weşanê, û bixebitin. Avakirina devjeniyên civakî yê berfireh peywîra me ye. Bi vî awayi têgînên; neteweyî, dijîkolonyalî, mafê çarenivîsî (self-determination), neteweyitiya li Kurdistanê dê zelaltir bibin û em dê bikaribin bi yek devokî daxwaz û bîrûboçûnên neteweyî şoreşgerî di nav kadirên xwe de bikin zimanê hevpar û bibin xwediyê refleksên şoreşgerî.
Hin kes û aliyên ku alîkarî pêşkêşî Partiyê nekirine, her dem, hin bûyerên di dîroka Partiya me de rûdane, hercar, hercar germ dikin dihînin rojevê, pê bikêrnehatina xwe vedişêrin û dixwazin rêya xebatê li me bigirin. Belê di Kongreya 4 an ya Partiya me de, komîsyon hatine avakirin, lêkolîn hatiye kirin û ew bûyerên navborî hatine ronîkirin û biryar hatine wergirtin. Liserhev anîna rojevê ya van buyerana di Kongreya me ya 12 de hate rojevê. Kongre li ser van buyeran rawestiya û destnîşan kir di rojevê de germkirina van buyerana ziyanê digihîne xebata Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê û bi awayê ku careke din nekeve rojevê li ser rawestiya, dawî lê anî.
J) Bikaranîna Self-Determinasyon (Mafê Çarenivîsê) Polîtîkaya Navendî ya Partiya Me ye
Piştî bi sebir û biryar gihîştina armanca xwe, ji bona projeya Neteweyî pêk bihê, bi şêwaza şoreşgerî, dê çimayên xebatê yên li dora vê projeyê jî ava bibin. Projeya me ya Neteweyî û armanca me ya polîtîk, dê Mafê Çarenivîsê di navenda xwe de bi cîh bike. Piştî xwebirêxistina Partiyê ava bû, bernameya me ya xebatê dê bi alîkariya Gelê me bikeve jiyanê. Ango Paradîgmaya Neteweyî, di maneya rêxistin, bîrdozî û projeyê de, dê bihê afirandin.
RÊBAZA PARIYÊ YA NUH HATIYE HILBIJARTIN:
Wek endam û dostên Partiya jî dizanin, ew Rêbaza me ya kevin, heta îro bersiva pêwîstiyên me nedaye û bûye amûreke astengkirina Partiyê. Ji bona vê yekê, Kongreya 12, piştî devjeniyên bi hûrgilî, bi lihevhatin û aheng, Rêbaza Nuh hate pejirandin.
A) Kongreya me Şêwaza Serokatiya Kolektîf Hilbijart:
Şêwaza Serokatiyê ya Rêbaza kevin, bi dawî hat û (em) derbasî Şêwaza serokatiya Kolektîf bûn. Ji ber Rêbaza Kevin, desthilatdariyên bê sînor dida Serok, Meclîsa Partiyê ya ku desthilatdariyên wê dorpêçkirî, bê fonksiyon dima, nikarî polîtîkayê biafirîne. Serokê Kevin, biryarên li gorî dilê xwe, bi desthilatdariyên Rêzabê ve girê didan. Li gora Rêbaza nuh; Kongreyê, Meclîsa Partiyê ji 11 kesan pêkhatî hilbijart. Di civîna Meclîsa Partiyê de, bi dengdanê, Sekreterê Giştî, Alîkarê Sekreterê Giştî û endamên din yên Rêvebiriyê hatin hilbijartin. Desthilatdariyên girîng, bi pirranî ketin destê Meclîsa Partiyê. Meclîsa Partiyê ji bona bicîhkirina Biryarên Meclîsa Partiyê, peywîr da Komîteya Birêvebir. Sekreterê Giştî jî, bi peywîra koordînekirina Komîteya Birêvebir û Nûneriya Partiyê de, hate desthilatdarkirin.
B) Çavdêriya (Dîsîplîna) Partiyê ji bo bîcîhkirina çavdêriya Demokrasiya hundurê Partiyê mekanîzmaya pêwîst hate danîn.
Tunebûna mekanîzmaya dîsîplînê ya hundur Partiyê aloziyên giran di afirand. Ji bona mekanîzmaya çavdêrî û pişkinînê ji nuh ve tevbigere, xalên bi hûrbînî di Rêbaza nuh de cihê xwe girt. Mafên her endamî yên ku bîr û boçûnên xwe rabigihîne organên Partiyê, pirsan bipirse û pêşniyazan bike he ye. Di nav Partiyê de, mercên danûstandin û devjeniyê hatiye bi cîh kirin. Kongreya me bi dûrişma; bêhuqûqî, bêexlaqî û polîtîkaya xweradestkirin ya “Turkiyeyîbûn”ê binpê bike, bi dawî hat. Hêvîya azadiya Bakurê Kurdistanê ya bi Partiya me PDK-Bakur re dê careke din geş bibe.
Amed, Kurdistan
YAN KURDISTAN YAN NEMAN!
PDK-BAKUR