EM PIŞTGİIRÊ PAK’Ê NE
23.11.2018
Me bi xemgînî bihîst ku roja 22.11.2018an, endamên Meclisa Partiya Azadiya Kurdistanê Feyyaz Ekmen û Siraç Kirici li balefirgeha Izmîrê ji aliyê hêzên Komara Tirkiyê ve, bi hiceta ku di derbarê wan de lêpirsîn heye, hatine girtin.
Bêguman, ev kiryar bi armanca wê yekê ye ku siyasetmedarên Kurd yên welatparêz têxin bin guvaşê û beşeke ji kampanya lêpirsîn û girtinê ku ev demeke dirêje tê birêvebirin.
Em weke PDK-Bakur, radigihînin ku em li hemberî çewisandinên bi vî awahî piştgiriya PAKê dikin û careke din tînin bîra dost û dijminan ku ev hewldanên dewleta Tirk yên girtin û bêzarkirina welatparêzên Kurdistanî bêhûde ne û wê gelê me di bin her şert û mercan de tekoşîna xwe ya azadiyê bidomîne.
PDK-BAKUR