GELÊ KURDISTANÊ NEFEREKÎ XWE YÊ ŞOREŞGER Û NETEWEPEREST JI DEST DA
27.11.2020
Îro gelê Kurdistanê neferekî xwe yê şoreşger û herwiha serkirdeyekî partîya me Kak Hemîd Kîlîçaslan ji dest da.Kak Hemîd ji xortanîya xwe heta niha li her qadê Kurdistanê bi têkoşîna xwe deng veda.Kak Hemîd berî her tîştî Kurd bû.Kak Hemîd piştî damezrandina partîya me di sala 1969an de bûbû endam û herwiha di nav refên damezrînerên DDKO yên Anqarayê de jî cih girtibû.Piştî înkilaba eskerî ya Tirkîyeyê neçar ma dev ji beşê hiqûqê yê zanîngehê berde û di nav refên têkoşerên şoreşger yên Kurdistanê de cih girt.Di kongreya me ya 1977an de wek endamê herî ciwan yê komîteya navendî hat hilbijartin.Di rêxistinkirin û pêşxistina partîya me de rolek sereke lîst.Bi plan û komployên navneteweyî şoreşa başûrê Kurdistanê têk çûbû,bi şoreşa Gulanê ya man û nemanê şoreşgerên başûrê Kurdistanê xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û di vê şoreşa dîrokî de Kak Hemîd jî bi alîkarî û xebata xwe di şoreşê de cih girt û bû pêşengê şoreşê yê bakurê Kurdistanê.Di van salan de Hemîdê Îsmaîl axa li hemû perçeyên welatê me karên xwe yên sîyasî meşand.Di sala 1983an de neçar ma terka welatê xwe yê şêrîn bike û surgûnî ewrûpayê bû.Piştî doza daliqandinê ku di wextê xwe de di der heqê wî de li Tirkîyeyêhatibû dayîn efû bû,piştî efûyê di 2005an de li Kurdistanê vegerîya.Di 2013an de bû cîgirê serokê partîyê û di 2017an de jî bû berdevkê partîyê.
Ked û ta’aba kak Hemîd ya têkoşîna Kurdistanê ne bi tenê di warê sîyasî debû.Herwiha di warê ziman,komalnasî û wêjeya Kurdî de jî kedekî wî yê pîroz heye.Kak Hemîd ji zû ve ye di nav koma ziman ya Enstitûya Kurd ya Parîdê de jî cih digirt.Kak Hemîd bi sekin û helwesta xwe,bi hezkirin û henûnîya xwe kedekî mezin di ber têkoşîna me ya sîyasî de da,ji me re bû rêber û pêşeng.Çira ku Kak Hemîd vêxistîye wê rêya têkoşîna partîya me ronî bike.Cihê te bihuşta berîn û cem pakrewanên Kurdistanê be.
PDK-Bakur