Skip to content Skip to footer

SALVEGERA DAMEZRANDINA PARTIYA ME PÎROZ BE!

11.07.2021

56 sal berê, rojek wek îro, 11ê tîrmeha 1965an, partiya me bi navê xwe yê wê demê wek Partiya Demokrata Kurdistan – Tirkiye (PDKT), li Amedê, li paytexta dilê kurdan, ji aliyê pênc lehengên welatperwer ve hat damezrandin. Wan lehengan ev bûn: Serokê yekem Seîd Elçî (Pêşmergê Welat), Şakir Epozdemîr (Evîndarê Welat), Derwêş Akgul (Jîrek), Emer Turhan (Bendeyê Welat), û Şerafeddîn Elçî (Dûrnas). Fayiq Bûcak jî piştre tevlî wan lehengan bû û wekî serok hate hilbijartin.

Partiya me ji roja damezrandina xwe ve doza mafên miletê kurd û azadiya axa Kurdistanê wekî rêbaz da pêş xwe û ji wê rojê vê li ser heman xeta neteweyî û welatperwer xebata xwe dimeşîne.

Îro jî partiya me bi wan bîr û bawerî û hestên welatperwerane yên 55 sal berê ji bo armanca Kurdistanek serbixwe xebata xwe didomîne û heta wê roja pîroz jî dê bê rawestan têbikoşe.

Bijî Kurd û Kurdistan!

PDK-BAKUR