DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ Û HEMÎ ALIYÊN TÊKILDAR
09.05.2021
Meclîsa partiya me, li ser banga Sekreterê Giştî, roja 6ê gulana 2021an bi beşdarbûna hemî endamên Meclîsê civînek awarte li dar xistiye. Di civînê de rewşa giştî ya Kurdistanê û partiya me hatiye niqaşkirin û biryarên li jêr bi yekdengî hatine standin:
1- Daxwaza Sekreterê Giştî yê partiyê Dr. Yûsif Zîya bo destjêberdana kar hatiye pejirandin.
2- Bawer Ucaman wekî Sekreterê Giştî yê nû hatiye hilbijartin.
3- Partî dê giranî bide rêxistinê û ji bo vê armancê dê xebatek berfireh bi rê ve bibe.
PDK-BAKUR