Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

EM DESTESERKIRINA SIYASETMEDARÊN KURDISTANÎ ŞERMEZAR DIKIN!

EM DESTESERKIRINA SIYASETMEDARÊN KURDISTANÎ ŞERMEZAR DIKIN!

 

Roja 17ê Mijdara 2026an, li dijî siyasetmedar û endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyonên polîsan hatin lidarxistin û hejmarek siyasetmedarên Kurdistanî hatin desteserkirin.

Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), van desteserkirinan şermezar dikin û bi hemû siyasetmedarên desteserkirî, malbatên wan û rêxistinên ku ew endamên wan in re piştgiriya xwe radigihînin.

HEVBENDÎ ji aliyê hejmarek partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî ve, ji bo hevkarî û xebata siyasî hatiye damezrandin. Daxwazên wekî naskirina hebûna neteweyî ya gelê Kurd, mafên neteweyî yên kolektîf, statûya siyasî ya Kurdistanê û mafê diyarkirina çarenûsê, daxwazên siyasî yên rewa ne. Parastina van daxwazan nikare bibe sedema sûcdarkirin û desteserkirinê.

Eşkere ye ku armanca van desteserkirinan tirsandin, bêdengkirin û lawazkirina hêzên siyasî yên Kurdistanî ye. Lê gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîroka xwe de gelek caran nîşan daye ku li hemberî zext, gef û zordestiyê serî natewîne. Em bawer in ku ev hewildanên nû jî dê negihîjin armanca xwe û nikarin îradeya siyasî û neteweyî ya gelê me bişkînin.

Divê hemû siyasetmedarên desteserkirî yekser bên berdan û dawî li astengkirina çalakiyên siyasî were anîn.

Em careke din hevgirtina xwe bi birayên xwe yên Kurdistanî re radigihînin û diyar dikin ku em ê li hemberî her cure zext û astengkirina mafên neteweyî bi bisekinin.

Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur)