Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

SELF-DETERMÎNASYON

“Ev yek tê wateya mafê Self-Determînasyonê’ji bo beşên din jî”
Dr. Yusuf Zîya
Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur

Em dikarin di 3 beşan de qala tesîra li parçeyên din ên Kurdistanê -eger referandûma serxwebûnê ji aliyê cemiyeta navnetewî ve bê nasîn- bikin:
1- Di Kurdistana perçebûyî de heke mafê self-determînasyonê ji bo parçeyekî bê dayîn, tê wateya mafê self-determînasyona beşên din jî.
2- Beşdariya navnetewî di têkiliyên Kurdistan û dagirkeran de dê rêya adîlane veke.
3- Dagirkerên Kurdistanê li her perçeyên Kurdistanê baweriya gelê me şikandine û baweriya ‘Hûn nikarin bibin xwedî dewlet’ xistine serê gelê me.

Mafê bikaranîna self determînasyonê bo Başûrê Kurdistanê dê derxe holê ku Kurd jî weke neteweyên din in. Bi vê yekê jî dê Kurdên parçeyên din bi eşq doza serxwebûnê bimeşînin. Ev referandûm dê derxe holê ku doza serxwebûna Kurdistanê gihîştiye asteke din. Em nêzîkî dewletbûnê bûne. Ji ber vê yekê jî divê hemû Kurdên beşên din bê cudahî bi rihekî fedaî piştgirî bidin vê proseye. Ev yek berpirsarîya netewîye.

(Nûçe)