Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

DAXUYANÎ DERHEQA PARLAMENTERA HDPê

11.03.2021

Parlamentera HDPê Meral D. Beştaş bersiva pirsekê li ser pûla Papa Francîs ya bi nexşeya Kurdistanê da û hestên temamê Kurdistaniyan birîndar kir.

Beştaş, li şûna ku behsa dagirkirina 4 perçeyên Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve bike, bi islûbekî kirêt û ne guncaw, gotinên wiha kirine ku vê gotûbêja li ser hebûna welatê me biçûk dike û bi bêrêzî dibêje, ‘Ji Barzanî bipirsin’.

Partiya me daxwazê ji Beştaş dike ku lêborîna xwe ji xelkê me û Serok Barzanî bixwaze.