Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

EZÎZ MIHEMED

 

JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

 

Îro piştî nîvro Sekreterê berê yê Partiya Komûnîst ya Iraqê û dostê qadîm yê Serok Barzanî yê nemir, Ezîz Mihemed koça dawî kir.

Em weke PDK-BAKUR serxweşîyê li malbata rêzdar Ezîz Mihemed û li tevahîya gelê Kurdistanê dikin.

31 Gulan 2017

Dr. Yusuf ZİYA

Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur

 

Ezîz Mihemed di tîrmeha sala 1924an de li Bêrkotê ji dayik bûye. Di destpêka salên 1940an de hatiye Hewlêrê û beşdarî nav rêzên Partiya Hîwa bûye. Mihemed di sala 1946an de çûye nav Partiya Komûnîst ya Iraqê. Di sala 1948an de ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve hatiye girtin û heta Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an di zîndanê de maye.

Ezîz Mihemed di sala 1964an de weke Sekreterê Partiya Komûnîst ya Iraqê hatiye hilbijartin û heta bi sala 1993an serokatiya vê partiyê kiriye. Siyasetmedarê kurd Ezîz Mihemed yek ji wan kesan e ku “Xelata Lenîn” wergirtiye. Herwiha di sala 2007an de Rûsyayê “Nîşana Stêrka Geş a Parzemîna Asya û Efrîqayê” daye Mihemed. Bi vî awayî, piştî Nelson Mandelayî duyemîn kes e ku ev nîşan wergirtiye. Herwiha roja 10ê Hezîrana 2016an de, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî, Nîşana Barzaniyê Nemir da Ezîz Mihemed.