JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ
Pêşniyara qanûnê ya ku ji parlamentoya Tirkiyeyê re hatiye pêşkêşkirin û mijara wê bêçekdarkirina PKK/KCK û rewşa hiqûqî ya endamên wê ye, ji aliyê hin derdoran ve wek destpêkeke dîrokî û mizgîniya serdemeke nû tê nîşandan.
Em wek PDK-Bakur, bang li raya giştî ya Kurdistanê dikin ku li hemberî vê pêşniyarê bi hişyarî û rastbînî tevbigere û naveroka wê ya rastîn ji ber çavan bi dûr neke.
Dewleta Tirkiyeyê ji destpêka vê pêvajoyê ve navê “Tirkiyeya Bê Teror” li wê kiriye û bi eşkereyî ragihandiye ku armanca wê bêçekkirin û jiholêrakirina PKKê ye. Pêşniyara ku niha li ber parlamentoyê ye jî ji bo vê armancê hatiye amadekirin. Di vê metnê de ne çareseriya pirsgirêka Kurdistanê tê axaftin, ne mafên kolektîf û neteweyî yên Kurdan tên naskirin û ne jî di derbarê statûya siyasî ya Kurdistanê de tiştek hatiye diyarkirin.
Fesixkirina PKKê biryara wê ye û berpirsiyariya wê ye. PDK-Bakur ne li hemberî vê biryarê ye. Nerazîbûna me li hemberî wê yekê ye ku ev pêşketin wek destkeftiyeke mezin a dîrokî ji bo mafên neteweyî yên Kurd û wek destpêka serdemeke nû tê pêşkêşkirin.
Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve yek ji bingehên siyaseta dewletê ew bûye ku Kurd wek neteweyeke cuda neyê naskirin, Kurdistan wek welatekî xwedî hebûneke siyasî neyê qebûlkirin û Kurd negihîjin tu statûyeke kolektîf.
Îro jî li Bakurê Kurdistanê ji bo mafên kolektîf ên Kurdan gaveke herî biçûk jî nehatiye avêtin; zimanê Kurdî hîn jî bêstatû ye û Tirkiye li dijî destkeftiyên Kurdan li parçeyên din ên Kurdistanê jî siyasetek dijminane dimeşîne. Ev hemû nîşan didin ku di nêzîkatiya bingehîn a dewleta Tirkiyeyê de tu guherîneke esasî çênebûye.
Ji ber vê yekê, ev pêşniyara qanûnê ne destpêka serdemeke nû û demokratîk e. Ew, di şertên nû de, awayekî nû yê domandina siyaseta kevneşopî ya dewleta Tirkiyeyê li hemberî Kurdistanê ye.
Bêçekkirin an fesixkirina tu rêxistinekê nikare pirsgirêka Kurdistanê ji holê rake û nikare mafên neteweyî yên Kurdan betal bike.
Pirsgirêka Kurdistanê ne pirsgirêkeke ewlehiyê û ne jî pirsgirêkeke bêçekkirinê ye. Ew pirsgirêka neteweyeke ye ku dixwaze li welatê xwe bi azadî bijî, hebûna xwe ya neteweyî biparêze û bi pêş bixe û pêşeroja xwe bi xwe diyar bike.
Em bang li raya giştî ya Kurdistanê dikin ku li hemberî gotinên mezin ên ku bi naveroka rastîn a vê pêvajoyê re naguncin, li hemberî gotinên “veguherîneke dîrokî” û li hemberî bendewarîyên ne li ser bingehê rastiyê hişyar bin.
Tu gav an biryarek ku mafên kolektîf û neteweyî yên neteweya Kurd nas neke û mafê wê yê çarenûsa xwe diyarkirinê mîsoger neke, nikare wek gaveke dîrokî ber bi çareseriya pirsgirêka Kurdistanê ve bê pêşkêşkirin.
PDK-Bakur