EM DESTDIRÊJIYÊN DEWLETA IRAQÊ YÊN LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIN!
JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ
Biryarên dawî yên hikûmeta navendî ya Iraqê li ser petrolê, deriyên sînorî û desthilatên Herêma Kurdistanê, her wiha gefên leşkerî yên li dijî Herêma Kurdistanê, careke din nîşan didin ku desthilatdarên Bexdayê dixwazin maf û destkeftiyên destûrî yên gelê Kurdistanê sînordar bikin.
Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), van helwest û biryaran bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê re radigihînin.
Destûra Iraqê ya sala 2005an statuya federal a Herêma Kurdistanê û mafên wê diyar kiriye. Bi taybetî, madeya 140an ji bo çareserkirina statuya Kerkûkê û herêmên din ên bernîqaş erkên zelal daniye ser milê dewleta Iraqê. Lê bi salan e ku ev erk nehatine bicihanîn. Berevajî vê yekê, hikûmetên Bexdayê bi biryarên xwe yên yekalî hewl dane ku maf û desthilatên Herêma Kurdistanê teng bikin.
Em van kiryaran wek beşek ji siyaseta navendîkirina desthilatê û lawazkirina statuya siyasî ya Başûrê Kurdistanê dinirxînin. Divê were zanîn ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê ne diyariyek ji aliyê tu dewletê ve ne, lê encama dehsalan berxwedan, fedakarî û qurbaniyên gelê Kurdistanê ne.
Gelê Kurdistanê baş dizane ku di dehsalên borî de, dewletên ku Kurdistan di navbera wan de hatiye parçekirin, gelek caran li dijî maf û destkeftiyên gelê me siyasetên hevpar meşandine. Ji ber vê yekê, parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê berpirsiyariyeke neteweyî ya hemû Kurdistanê ye.
Di vê qonaxa hestiyar de, em helwesta biryardar a Serok Mesûd Barzanî û rêveberên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştgirî dikin. Her wiha, em daxuyaniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya piştgirîkirina maf û destkeftiyên Herêma Kurdistanê bi qedirdanî pêşwazî dikin.
Em bawer in ku di vê bûyerê de jî gelê Kurdistanê û hemû partî û rêxistinên siyasî yên neteweyî, bi yekîtî û hevgirtina neteweyî, dê dest bidin hev û li hemberî van zext û gefan helwesteke hevpar û biryardar nîşan bidin. Bi vî awayî, dê hewlên ji bo lawazkirina maf û destkeftiyên Kurdistanê pûç bikin.
Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku ji gef û biryarên yekalî vegere, erkên xwe yên destûrî, bi taybetî madeya 140an, bicih bîne û rêzê li statuya federal û mafên gelê Kurdistanê bigire.
Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur)