HEMÎDÊ SMAÎL AXA

DAXUYANÎ JI BO ÇAPEMENÎYÊ
Li ser biryara Kongreya 12emîn ya PDK-Bakur, Rêvebiriya Partiyê, di 14ê Nîsana 2017an de, ji bona vekirina Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) ya ylegal, bêyî kêmasiya belgeyan, serî li Wezareta Karûbarên Hundirîn da. Wezaretê, mixabin heta niha di derheqa wergirtina serlêdanê de li me venegeriyaye. Bersiv diviyabû demildest bigihê destê me, ji ber taybetiya pirsa Kurdistanê û ji ber rewşa awarte, bi derengî hat xistin. Jixwe, weke pirraniya karûbarê vê dewletê, ev helwest jî bê huqûqî ye.
Bersiv çendî dereng bimîne û rengê bersivê çi dibe bila bibe, kar û xebata welatperweriyê ranaweste, her weha divê em xebata xwe li hêviya bersivê nehêlin.
Pirraniya kesên navên xwe li bin belgeyên serîlêdanê danîne û îmzeyên xwe avêtinê, di 06/07/2017an de, roja pêncşemê civiyan. Civîn, bi rawestana rêzgirtina li giyanên pak yên cangoriyên Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê dest pê kir. Bi rojeveke kurt civîna yekem ya PDK-Bakur gihîşt encamê û biryarên li jêr rêzkirî hatin standin:
Hemîd Kilicaslan bi yekdengî ji bo berdevkiya PDK-Bakur hate hilbijartin. Her weha, di civînê de, bi destnîşankirin, Komîteya Birêvebirinê ya ku ji Parêzer Heyder Çîrkîn, Parêzer Hişyar Ozalp, karmend Mehmûd Dag û Zelal Dînler pêk hatibû, hate damezrandin.
Civînê piştgirî û alîkariya pêvajoya serbixwebûna Kurdistanê û giştpirsiya serbixwebûnê ya di 25ê Îlona 2017an de dê pêk bê, wek erkekî nîştimanî li qelemê da û pejirand. Her weha, civînê destnîşan kir ku giştpirsiya li Başûrê Kurdistanê dê bandoreke erênî li her aliyê Kurdistanê bike û dê bibe jihevvekirin û naskirina hestên welatperwerî û yên li dijî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê.
Civîn li ser tevger û bizava bi nave ‘yekkirina’ PDK, bi hûrgilî rawestiya. Hinek dest û aliyên ku bi welatperweriya Kurdistanê re li hev nakin, hêjayiyên pîroz yên Kurdistanê, ji bona armanc û berjewendiyên xwe yên erzan bikar tînin. Em bi tundî li hemberî bêrûmetkirina hêjayiyên Kurdistanê û ji bo pakkirina gend û gemara kesan, bikaranîna nave Serokê hêja ne.
Desthilatdariya Kurdan ya li Hewlêra paytext tov û bingehê azadî û rizgariya Kurdistanê ye.
Xêrnexwaz û neyarên Kurdistanê, li hemberî deshilatdariya Hewlêrê, bi tevaya hêz û karînên xwe li hev dikin. Di kesayetiya Serokê Hêja Mesûd Berzanî de, bi eşkereyî êrîşên dijwar dibin ser berjewendiyên Kurd û Kurdistanê. Civînê parastina Desthilatdariya Hewlêrê wek karekî nîştimanî pejirand. Ji bona her cûre alîkariyê amadebûyina xwe diyar kir.
Li ser navê PDK-Bakur
Hemid Smailaxa
Diyarbekir
06.07.2017