Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

14 Nîsan 2017

Partiya me di sala 1965an de, bi armanca ku Kurdistan ji aliyê Kurdistaniyan ve werê  birêvebirin dest bi tekoşînê kir û niha derbasî qonaxeke nû bûye.

Belgenameyên serlêdana partiye legal ya ku heman mafên neteweyên din jî weke neteweya Kurdistanê dixwaze, îro ji Wezareta Karûbarên Hundir a Komara Tirkîye re hatine pêşkêşkirin.

Ev partiya legal, mafê diyarkirina çarenivîsê ji bo neteweyên Kurdistanê dike armanc û di dema bikaranîna van mafan de, helwesta xwe ji bo Kurdistaneke serbixwe werdigire.

Xebata me ya bi navê Partiya Demokrata Kurdistana Bakur, dê weke partiyeke gelêrî ya ku bawermendên serxwebûna Kurdistanê û mafê çarenivîsê dixwazên, karibin xwe tê de îfade bikin  berdewamiyê bidin xebata xwe.

Em dê bingeheke wiha ava bikin ku hemû Kurdistaniyên bawerîya xwe bi van prensîban dihênin, bi qasî avakar û damezrêneran xwedî maf in.

Ev der mala hemî Kurdistaniyan e,

Em bang li herkesî dikin ku li vê malê xwedîtiyê bikin. .

Bijî Kurdistana Serbixwe.

PDK-Bakur