Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

DAXÛYANÎ

KÜRDİSTAN KAMUOYUNA ZORUNLU AÇIKLAMA

02.05.2018

24 Haziran 2018 günü gerçekleştirileceği ilan edilen Türk parlamentosu ve devlet başkanı seçimlerine bazı Kürdistanlı parti ve grupların birlikte katılmak amacıyla ittifak çalışmaları içerisinde olduğu bilinmektedir. Bu siyasi grupların bir bölümü HDP çatısı altında seçimlere katılacağını açıklarken, Partiya Sosyalîst a Kurdistan, Partiya Azadî ya Kurdistan, Platforma Demokratên Kurd ve Hereketa Azadî sözcüleri de Kürdistan İttifakı adı altında seçimlere bir şekilde katılacaklarını deklare etmiş bulunmaktadır.

PDK-Bakur olarak, Kürdistanlı siyasal parti ve grupların kendi aralarındaki diyalog ve işbirliği çabalarını memnuniyetle karşıladığımızı vurgulamak isteriz.

Ancak, kamuoyunda yanlış bir algı oluşmaması için partimizin Türkiye seçimleri ile ilgili ilkesel tutumunu bir kez daha beyan etmekte yarar olduğunu düşünüyoruz. PDK-Bakur, Kürdistanlıların her alanda işgalci devletler ile arasına olabildiğince fazla mesafe koyması gerektiğine ve bu devletlerin Kürdistan’daki işgalini meşrulaştırmaya yarayacak her türlü eylemden uzak durması gerektiğine inanmaktadır. Bu nedenle, Türk devletinin başkanının veya parlamento üyelerinin belirleneceği seçimlere Partimiz geçmişte olduğu gibi bugün de ilkesel olarak katılmamaktadır. Dolayısıyla, söz konusu seçim ittifakı görüşmelerinde PDK-Bakur yer almamaktadır.

Ancak, PDK-Bakur, yine ilkesel olarak, yerel yönetimler için ulusal karaktere sahip Kürdistanlı adayların seçilmesini daima savunmuş, böyle adayları etkin bir biçimde desteklemiş ve bundan böyle de desteklemeye devam edecektir.

Kürdistan kamuoyuna ve ilgili taraflara saygı ile duyurulur.

PDK-Bakur

DAXUYANIYA PDK-BAKUR YA DI DERBARÊ HILBIJARTINÊN TIRKIYÊ DE

30.04.2018

Wekî partiyeke Kurdistanî, demokratîk û serxwebûnxwaz, PDK-Bakur helwesata xwe ya di derbarê hilbijartinên dewleta tirk de gelek caran ji raya giştî re eşkere kiriye. Lêbelê ji ber van nîqaşên dawî yên di nav parti, grûb û derdorên siyasî yên kurdan de ku bi helkefta hilbijartinên 24ê Hezîranê tên kirin, em pêwîst dibînin ku carek din helwesta xwe bidin bîra hemî aliyên têkildar.

Dewleta tirk dewletek mêtinger û dagirker e, bakurê Kurdistanê bi darê zorê dagir kiriye û hebûna wê ya li Kurdistanê ne rewa ye. Herweha, dewleta tirk li ser bingeha înkarkirina netewa kurd û axa Kurdistanê hatiyê damezrandin û tunekirina netewa kurd ji bo wê armanca sereke ye. Ev armanca wê jî, ev nêzîkê sed sal in ku, hem di destûr û yasayên wê de û hem jî di kirin û gotinên berdevkên wê de tê eşkere kirin. Desthilatiyên dewleta tirkan yên heta îro, çi partiyên qaşo çepgir bin, çi jî yên rastgir yan jî îslamî bin, di mijara kurd û Kurdistanê de helwesta wan hemiyan her yek bûye, ku ew jî înkarkirin û tunekirina netewa kurd e.

Tirkiye ne dewleta kurdan e. Lewra, hilbijartina endamên parlamentoya dagirkeran û seroke dewleta wan jî ne karê kurdan e. Lewra, tevlêbûna kurdan a hilbijartina parlamantoya dewleta tirkan wê bihêle ku ev rejima dagirker û mêtinger bi destê kurdan xurttir bibe û bête rewakirin. Karê kurdan ew e ku, li ser bingeha doza netewî, yekrêziyê di nav aliyên siyasî yên Kurdistanî de pêk bînin, dengê xwe bilindtir bikin û ji bo bidestxistina mafê desthilatdariyê ya li ser welatê xwe xebat bikin.

Bi tevî van bîr û rayên hanê, PDK-Bakur bawer dike ku hilbijartinên dewleta dagirker jî, di rêya tekoşîna rizgariya netewî de, dikarin wekî derfetek bêne bikaranîn. Aliyên siyasî yên Kurdistanî li ser bingeha mafê çarenûsî dikarin yekrêziya xwe pêk bînin û ji bo boykotkirina hilbijartinên 24ê Hezîranê xebata propagandayê bikin. Ev xebat wê bihêle ku di nav gelê Kurdistanê de hişyarîya netewî bilindtir bibe, û herweha, pirraniya rêjeya boykotê wê daxwaz û viyana gelê Kurdistanê bi awayekî şênber derbixîne holê.

PDK- BAKUR

30 SAL DI SER ENFALÊ RE BUHURÎN

14.04.2018

Di 14 Nîsana 1988 an de, li Başûrê Kurdîstanê, rejîma Baas, pîştî kîmyabarana bi jahrê ya li Helebçeya brîndar, li tevaya Başûrê Kurdistanê dest bi qirkirin û cîhêlkirinê kir. Bi giranî li devera Germiyan û li derdora Çemçemalê, deverên xaza suriştî û neft lê heyî, ketober xelk dane hev, kom kirin, bê serûşûn wendakirin, avêtîn çalên bêbinî, dane ber gulleyan, pirrên wan bi saxî hatin binaxkirin.

Ji 14 Nîsana 1988 heta bi pêla 3 emîn ya “Enfal”ê, 9ê Hezîranê, nêzî pênc hezar gundên Kurdistanê hate hilweşandin, (1800) hezarû heyştsed dibistan, sêsed nexweşxane, sêhezar mizgeft û 27 dêr û Kenişt hatin werankirin, hilweşandin. Di rastiyê de destpêka van qirkirinan ji 1986 an ve dest pêkir û heta bi 1989 an bi 8 qonaxan hate ajotin. Di encamê de ji (182000) sed û heyştê û du hezaran bêtir.

Kurdistanî hatin kuştin û bi milyonan ji cîh û warên xwe hatin bidûrxistin. Helbet ev ne buhara yekem bû ku li Kurdistaniyan hate herimandin û dê ne ya dawîn be jî. Ger em rojên reş bihejmêrîn, bi dawîn nayên û em firmêskan li ser bibarînin çav têrê nakin. Rojên reş nayêne jibîrkirin. Bi tenê bibîranîn û firmêsk barandin jie care ye, ew naçarîyê ye.

Îro jî axa welatê me sincirîye, şerê balindeyên biyaniyan li ser genimên me ye. Derman hizrû bîra neteweyî û têkoşîna jibona serbixwebûn û azadiya welatê me, Kurdistanê ye. Avakirina Kurdistana serbixwe û azad dikare dawiyê li hemi karesat û komkujiyan bîne.

30 Sal di ser “ENFAL”ê re buhurîn. Hê jî dayikên me firmêskan dibarînin. Hê jî bi hezaran gorbuhiştên me bê serûşûn şopwenda ne. Wek Têkoşerê gorbuhişt Beytar Nûrî Dêrsimî jî gotiye:

“Bê hejmar cangoriyên Kudistanê bê gorr in. Ew ji me beryadekê, abîdeyekê dixwazin. Ew beryad avakirina Kurdistana serbixwe û azad e”.

Ey dujmin: Em bi qirkirinê nayêne wendakirin. Miletê Kurd û hemî dilxwaz û dildarên Kurdistanê dizanin ku derman û çareserî bi giştpirsiya 25ê Îlonê ji tevaya Cîhanê re hate pêşkêşkirin. Her weha xiyaneta 16 yê Cotmehê û lîstika li ser Efrînê û hemî xaka Kurdistanê êdî rêya serbixwebûnê bêtir ronî dike ku Kurdistan serbixwe û azad nebe dê herûher bibe qada şer û nexweşî û xiyanetê

Em bi dijwarî li hemberî hemî karesat û komkujiyên li Kudistanê dengên xwe bilind dikin. Û dibêjin: Kiryar û berpirsên ENFAL, Kîmyabarana Helebçeyê û Komkujiya (8000) Heyşthezar Berzaniyan Dewleta Iraqê ye û divê di Dadgehên Navneteweyî de bihêne darizandin.

PDK-Bakur

NEWROZ PÎROZ BE GELÊ ME YÊ TÊKOŞER

21.03.2018

Gelê Kurdistanê carek din di rewşeka gelek xembar de pêşwaziya cejna Newrozê dike. Ew êrîşkariya hovane ya dewleta tirkan ya van du mehên dawî, mixabin bi dagirkirina herêma Efrînê ya rojavayê welatê me encam da. Niha ew herêm bi destê artêşa tirkan a dagirker û çeteyên xwefiroş tê wêrankirin, gelê me tê koçber kirin û malê wan tê talankirin.

Balkêş e ku, bi tevî ku vê êrîşakariya hovane û bêperwa ya dewleta tirkan li pêş çavên hemî cîhanê qewimî, wan dewletên ku xwe wekî xwediyên nirxên demokarsiyê û mirovayêtiyê dibinin, bes temaşa vê destdirêjiyê kirin, çav û guhên xwe li kuştina bi sedan sivîlan girtin. Dewleta tirkan ne hat sekinandin ne jî hat şermezarkirin.

Dagirikirina Efrînê, herwekî ya Kerkûkê, carek din eşkere kir ku mêtinger tu car naxwazin rê li ber azadiya kurdan vebe û ji bo astengkirina vê yekê amade ne ku kiryarên herî qirêj û bêperwa pêk bînin. Lê divê her kurdek êdî vê rastiyê baş bibine ku, dema berdevkên dewleta tirkan hebûna siyasî ya kurdan wekî “pirsa man û nemana dewleta xwe” binav dikin, ji alî xwe ve rastiyê dibêjin.

Rast e, hebûna kurdan, ango dewletbûyîna parçeyek ji axa Kurdistanê jî, wê bibe destpêka hilweşandina van dewletên dagirker û faşist.

Gelê Kurdistanê di têkoşîna xwe ya dîrokî ya rizgariyê de gelek karesatên mezintir û xirabtir derbas kiriye û dîsan jî li ser piyan maye. Lewra, herçend şikestina Efrînê niha li seranserê Kurdistanê bûbe cihe xemgîniyê jî, di dawî de şikestina mezin wê bibe para dagirkeran.

Piştî van rûdanên dawî , divê gelê Kurdistanê Newroza îsal wekî helkefta pêkanîna yekrêziya netewî bibîne û ji bo têkoşîneka dijwar xwe amade bike. Lewra divê neyê jibîrkirin ku Newroz ji bo kurdan salvegera serhildana Kawayê Hesinker e, û roja rizgarbûna gelê me ye.

PDK-BAKUR

PARTİMİZİN EFRÎN SALDIRISI İLE İLGİLİ AÇIKLAMASI

21.01.2018

20 Ocak akşamı sömürgeci TC ordusu Güneybatı Kürdistan’ın Afrin şehri ve çevresine yönelik askeri bir harekât başlatmıştır. Türk devletinin açıklamalarının aksine, hiçbir hukuki veya meşru dayanağı olmayan bu eylem bir işgal girişiminden başka bir şey değildir. Kuzey Kürdistan’da sömürgeci konumda bulunan TC, Güneybatı Kürdistan’a karşı giriştiği bu işgal harekâtını bir başka sömürgeci güç olan Suriye devletinden icazet alarak meşrulaştırmaya çalışmaktadır. Oysa, Kürdistan’da Kürdistanlılar dışında hiç kimse söz sahibi değildir ve olamaz.

Sömürgeci TC devletinin bu işgal girişimi, 16 Ekim gecesi Irak Sömürgeci devletinin başlattığı ve Germiyan, Kerkük ve Ninova bölgelerinin işgal edilmesiyle sonuçlanan operasyondan ayrı düşünülemez. Afrin’i işgal etme girişimi, Kürdistan halkının kendi ülkesinde iktidar olma iradesine karşı gerçekleştirilen uluslararası tasfiye planının ikinci aşamasıdır. Uluslararası güçler Güney Kürdistan’da yaşanan Ekim komplosunda olduğu gibi bugün Güneybatı Kürdistan halkına karşı devreye sokulan bu işgal girişiminden de sorumludurlar. Ancak bilinmelidir ki, onurlu Kürdistan halkı, bir yandan DAİŞ karanlığına karşı savaşarak diğer yandan sömürgeci devletlerin her koldan yürüttükleri saldırıları püskürterek elde ettiği kazanımları tasfiye etmek amacını taşıyan bu komplonun bir parçası olan söz konusu uluslararası güçleri asla affetmeyecektir.

Anlaşıldığı üzere, Güneybatı Kürdistan’daki işgal hayalleri Afrin bölgesiyle sınırlı değildir. Sömürgeci TC, Güneybatı Kürdistan’ın tümünde yönetimin sömürgeci Suriye devletine devredilmesini sağlamak veya ülkemizin bu parçasında “tampon bölge” adı altında kendi kontrolünde bir alan yaratmak istemektedir. Dolayısıyla, Güneybatı Kürdistan’ın Afrin dışındaki bölgelerine yönelik sömürgeci saldırılar olabileceği değerlendirilmektedir.

Ancak, Kürdistan halkı geçmişte Kobanê örneğinde olduğu gibi, ulusal birlik duygusuyla bugün yaşanan bu pervasız işgal girişimine de karşı koyacak ve bunu da püskürtmeyi başaracaktır.

Partimiz PDK-Bakur, Güneybatı Kürdistan’ın savunulması için yönetimi elinde bulunduran PYD’ye bütün Kürdistani tarafların içinde yer aldığı ulusal bir ordunun yaratılması için gerekli adımları atması çağırısında bulunurken, ülkemizin bu parçasında ulusal bir siyasetin hâkim olması konusunda ENKS’nin de daha fazla gayret göstermesini beklemektedir.

PDK – Bakur

DAXUYANIYA PDK-BAKUR YA DI DERBARÊ ERDHEJA LI KURDISTANÊ

14.11.2017

Erdheja ku li şeva 12yê Mijdarê li başûrê Kurdistanê rû da, bandorek mezin a wêrankar li cîwarên başûr û rojhilatê Kurdistanê kir. Diyar bû ku di gel xisara madî, mixabin bi sedan kuştî û herweha bi hezaran birîndarên me hene. Bila sere gelê me sax be.

Ji bilî vê, li bajar û navçêyên rojhelat û başûrê Kurdistanê, bi sedhezaran welatîyên ma niha nikarin li malên xwe bimînin û pêwistê alîkariya sitarê û xwarinê ne.

Ev bobelata siruştî di serdemek wisa de rû da ku Kurdistan ji aliyê siyasî ve jî di rojên giran re derbas dibe. Ji ber vê yekê, ev erdhej divê wekî helkeftek bête dîtin da ku kurd nîşanê hemî cîhanê bidin ku ew çawa wekî netewek tevdigerin û li xuşk û birayên xwe xwedî derdikevin.

Lewra, em bang li hemî gelê Kurdistanê û her Kurdistanîyek li seranserê cîhanê dikin ku bi rêka saziyên wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bila alîkariya xwe bigihînin xuşk û birayên xwe yên li deverên bandorbar.

PDK-BAKUR

BASINA VE KAMUOYUNA

26.10.2017

Güney Kürdistan halkının açık ve meşru bir ortamda gerçekleştirilen referandum sonucunda ezici bir çoğunlukla ortaya koyduğu bağımsızlık iradesine karşı Bağdat hükümeti, eski Baas rejimini aratmayacak şekilde, Kürdistan halkının tüm kazanımlarını yok etmek amacıyla saldırıya geçmiş, cahşların da yardımıyla tarihi, coğrafi ve demografik olarak Kürdistan’ın parçası olan Kerkük başta olmak üzere Kürdistan topraklarının bir kısmını işgal etmiştir. Bu işgal operasyonuna Türk ve Fars devletlerinin de ortak olduğu ve Bağdat’a açıktan destek verdiği ortadadır. Her zaman olduğu gibi, Kürdistan söz konusu olduğunda kendi aralarındaki çelişkileri bir kenara bırakan sömürgeciler bir kez daha halkımıza karşı birleşmişlerdir.

İşgal operasyonu sırasında vahşeti bir yöntem olarak tercih eden İran destekli Haşdi Şabi ve Irak ordusu yüzlerce sivil Kürdistanlıyı katletmiş, yüzbinlercesini de mülteci durumuna sokmuştur. Sömürgecilerin Kürdistan’da yarattığı vahşetin sonuçları insan hakları örgütlerinin raporlarına yansımıştır. Uluslararası hukuktan kaynaklanan haklarını kullandığı için Kürdistan halkı bu vahşetle karşı karşıya kalırken Batılı devletler ise insan hakları, demokrasi ve hukuk gibi kavramları unutarak bu işgali uzaktan izlemekle yetinmişlerdir. Ancak, bilinmelidir ki bu ikiyüzlü tutumlarından umdukları kazancı elde edemeyeceklerdir. Kürdistanlılar katliam tehlikesi nedeniyle geçici olarak terk etmek zorunda kaldıkları topraklarındaki zenginlikleri başkalarının yağmalamasına izin vermeyecektir.

Tüm bu olumsuz şartlara rağmen, Güney Kürdistan liderliği ve kahraman Pêşmerge orduları, karşılaştıkları bu büyük badirenin ve ihanetin şokunu kısa sürede atlatmış ve şu anda kısıtlı olanaklara rağmen her cephede işgalcilere en sert cevabı vermektedir. Dört parçadan Kürt gençleri de Güney halkımızı ve Pêşmerge’yi haklı mücadelesinde desteklemek amacıyla seferber olmuştur.

Sömürgeciler bilmelidir ki, halkımız bir milim vatan toprağını dahi düşmana bırakmayacak ve meşru haklarından da asla taviz vermeyecektir. Kendi kaderini tayin hakkı doğuştan gelen tabii bir haktır. Bu hak vazgeçilemez, devredilemez, feragat edilemez ve bir defa kullanmakla tüketilmez bir haktır. Bu hakkın şu veya bu anayasada yazılıp yazılmamasının hiçbir önemi yoktur. Kukla Bağdat rejimi dâhil bu meşru hakkı gasp etmeye yeltenecek her zorba tarih boyunca olduğu gibi karşısında dirençli Kürdistan halkını bulacaktır.

Ayrıca, büyük bir dirayet ve liderlik örneği ortaya koyarak içeriden ve dışarıdan gelen tüm engelleme çabalarına rağmen halkımızın bağımsızlık iradesini ortaya koymasını sağlayan ve şu anda da işgalcilere karşı verilen savaşta Kürdistan ordularına komuta eden Başkan Mesud Barzani’nin özellikle içinden geçtiğimiz şu kritik dönemde her zamankinden daha fazla desteklenmesi gerektiğine inanıyoruz. Kürdistan ulusal özgürlük mücadelesi bu badireyi atlatabilecek deneyime ve olgunluğa sahiptir. Halkımızın umutsuzluğa kapılması için hiç bir neden yoktur.

PDK-Bakur olarak Güney Kürdistan’ın ortaya koymuş olduğu özgürlük ve bağımsızlık iradesini sonuna kadar desteklediğimizi bir kez daha ilan ediyor ve dört parçadaki tüm halkımızı ulusal kazanımlarımıza sahip çıkmaya, bu yolda tüm olanaklarını seferber etmeye çağırıyoruz.

YAŞASIN BAĞIMSIZ KÜRDİSTAN!

YAŞASIN KAHRAMAN PEŞMERGELERİMİZ!

PDK-BAKUR

KUZEY KÜRDİSTAN DEMOKRAT PARTİSİ

SERSAXÎ

24.10.2017

Cîgirê berê yê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ebdullah îro li Hewlêrê koça dawî kir.

Sibeha Îro 24-10,2017, cîgirê berê yê serokê PDKê Elî Ebdullah, ku yek ji endamê dêrîn ê PDK û damezirênerê vê partiyê bû, di temenê 95 saliyê de li nexweşxaneyekî Hewlêrê koça dawiyê kir.

Elî Ebdullah ev çend sal bûn nexweş bû. Ebdullah di serdema Mela Mistefayê nemir de cîgirê serokê PDKê bû û piştre jî di çend kongreyan de weke cîgirê serok hate hilbijartin.

Elî Ebdullah kî ye:

Sekreter û cîgirê berê yê serokê PDKê Elî Ebdullah di sala 1922 li Koyê jidayîk bûye.

Peymangeha Endazyariyê li Bexda xwendiye. Desteya damezrêner a Partiya Rizgarî bûye.

Di 16ê Tebaxa 1946ê de bûye endamê polîtbûrûya PDKê. Di kongreya 9emîn a sala 1979ê bûye sekreterê PDKê.

Di kongreya 11ê ya PDKê ya sala 1993ê de bûye cîgirê serokê PDKê. Di kongreya 13emîn a PDKê de, ku di dawiya sala 2011ê de hate sazkirin, ji ber nexeşiyê dest ji posta xwe berda.

Roja 24-10-2017ê li nexweşxaneyekê li Hewlêrê koça dawiyê kir.

Em wekî PDK BAKUR,

di serî de ji Serok Mesud Mistefa Barzanî, PDK, gelê Kurdistanê û malbata gorbihuştre sersaxîyê dixwazin.

Dr. Yusuf Zîya

Sekreterê Giştî yê

PDK-BAKUR

Dr. SEÎD ÇURUKKAYA

Partimizden bir heyet dün geceden bu yana Bingöl’ün Çilkanî köyünde şehid Dr. Sait Çürükkaya’nın anıt mezar yerinde incelemelerde bulundu.
Şehid Sait Çürükkaya’nın aile avukatı olarak Av. Hişyar Özalp saat 15:15’te anıt mezara yapılan saldırı ile ilgili olarak Diyarbakır Gazeteciler Cemiyeti’nde basın açıklaması yapacaktır.

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ PDK BU 71 SALÎ

16.08.2017

71 salîya damezrandina Partî Demokrat a Kurdistan li tevayê Kurdistanîyan pîroz bê.

Herweha bi bîranîna damezrandina PDK re, em roja dayikbûnê ya Serok Mesud Barzanî ji dil pîroz dikin. Serokê hêja berdewamî û dîyarîya Mehabadê ye.

Di dirêjeya dîroka xwe de PDK nûnerîya tevgera neteweyî ya Kurdistanê kirîye. Di damezrandin û birêvebirina yekem Komara Kurdistanê li MEHABADÊ, di meşa dîrokî ya çuyîna Sowyetê, di birêvebirin û hunandina Şoreşa Îlonê di lixweve gera Şoreşa Gûlanê de û her weha îro di hunandin û birêvebirina Giştpirsîya ku di 25 Îlonê de dê pêk werê, rol û şopa PDK li ber çava ye û çarenivîssaz e.

Rêzgirtin û pabendbûna li hêjayîyên neteweyî, hildana alaya serbixwebûnê ye. Baştirîn xelat ji bo cangorîyên rêya azadîyê Kurdistana serbixwe û Azad e.

Em Kurd û gelê Kurdistanê di azmûna miletbuyînê de, ber bi 25 Îlonê ve, li bona şadkirina giyanê pak yên şehîdan, ji bona bermayekî hêja ji yên di pey xwe re bihêlin di têkoşîneke dîrokî de ne, encam ya biserketin ya biserketin e.

PDK-BAKUR