Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

PDK-BAKUR

DAXUYANIYA PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR YA DI DERBARÊ HILBIJARTINÊN DEVERÎ DE

26.10.2018

Bi helkevta hilbijartinên deverî yên ku dê dewleta tirkan di 31ê Adara 2019an de li seranserê Tirkiyê û li bakurê Kurdistana dagirkirî li dar bixe, em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur, dixwazin carek din helwesta xwe ya di vê derbarê de bi raya giştî û hemî aliyên siyasî yên Kurdistanî re parve bikin.

Wekî tê zanîn, PDK-Bakur ji roja ku hatiye damezrandin ve, li dijî dagirkerî û mêtingeriyê siyasetek neteweyî û rizgarîxwaz pejirandiye. Herweha PDK-Bakur, pirsa Kurdistanê wekî pirsa bidestxistina mafê desthilatiyê ya li ser axa Kurdistanê dibîne. Ji ber vê fam û baweriya xwe ya neteweyî, partiya me her dem hilbijartinên parlamanetoya dewleta tirkan û referandûmên wan boykot kiriye û encamên wan jî nas nekiriye.

Lêbelê, hilbijartinên deverî divê bi awayeke din bêne nirxandin. Şaredarî saziyên deverî ne ku rasterast bi gel re rûbirû dibin û heta dereceyekî ji pergala nerewa ya dagirkeran parastî ne. Herweha, bi rêya van saziyan derfetek din ji siyaseta neteweyî re çêdibe ku peyamên xwe bigihîne gelê Kurdistanê û rêvebiriyek li gor rêbaza xwe dane holê.

Ji ber van egerên jorîn, PDK-Bakur biryar daye ku ew ê li bakurê Kurdistanê piştgirî bide berbijêrên welatparêz yên ku li ser xeta Kurdistanî tevdigerin. Herweha, PDK-Bakur bang li hemî partî, rêxistin, sazî û derûdorên siyasî yên Kurdistanî dike ku di warê hilbijartinên deverî de bi yekrêzî tevbigerin, hêzen xwe bikin yek, bi hev re berbijêrên welatparêz destnîşan bikin û ji bo serkevtina wan berbijêran xebatê bikin.

PDK-Bakur

8. KONGREYA PARTIYA MAF Û AZADIYÊ HAKPAR YA AMEDÊ DE SER NAVÊ PDK – BAKUR AXAFTINA BERDEVKÊ PARTIYA ME BIRÊZ HEMÎDÊ SMAÎLAXA

04.05.2018

Kongreya Bajarê Diyarbekir Ya Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê.

Beşdarên granbuha ev dem û hemî demên we xweş bin.

Kongreya we di demeke ku li her aliyê welatê me, Miletê Kurd û hemî Kurdistanîyên cînişên Kurdistanê tûşî êş û azarên gran dibin de, pêk tê.

Di gel ku Kongreya we li Bajarê kevnar li Diyarbekrê pêk tê jî lê belê li hemberî van rûdan û berfirehbûnan mirov dibêje belkî axa miriya li ser Bakurê welatê me hatibe bêjingkirin, bêdengiyeke mezîn xwe berdaye ser tevaya hêz û rêxîstînên Bakur. Desthilatdariya dagirker, ji avabûna vê komara bêserûber heta nuha polîtîkaya xwe ya tunekirin û tune lı qelemê dana Kurd û Kurdistanê ji rojeva xwe dernexistiye. Ji destpêka avakirina vê komarê ve, Kurdistanî her di nav rewşeke awarte de dijîn, lê dubare bi navê reşa awarte, ew kurtêlên demokrasiya bejik jî, bi carekê ji ortê hatine rakirin. Ne bi tenê di nava tixûbê dîyarkirî de, Dagirkerên Bakurê Kurdistanê, Dewleta Tirk, li derveyî sînorên xwe jî, li hemberî her cûrê bidesxistin û pêkhatinên Kurd û Kurdistanê, dujminayiyeke kesnedî daye ber xwe, bê perwa, bi tevaya hêz û karîna xwe agir dibarîne.

Duhî, li hemberî giştpirsiya li Başûrê Kurdistanê, bi dagirkerên li Tehran û Bexdayê re tevdigeriyan, îro jî li Rojavayê Kurdistanê, êrîşî tevaya şaneyên Kurdistanî dike. Sibe li ser heyvê jî guman û hêviyeke Kurd-Kurdistaniyan ya hin bidestxistinan peyda bibe, bê guman dê êrîşî wan jî bike.

Dil dixwest, di vê derfeta axaftinê de, em li ser pirsên çareseriyê, li ser kelecana 25ê Îlonê rawestin, wê şîrove bikin, dersan jê derxînin.

Di 25ê Îlonê de Kurdan li Başûrê Kurdistanê û heta bi Kurdên li dijî serbixwebûnê di nav de dîrok xemîlandin. Di dîroka Kurdistanê de Kurdan cara yekê ku pirraniya nêzî tevaya Kurdistaniyan, dilxwaz û dildarên serbixwebûnê, di konsensuseke neteweyî de pêk hatin, li hev kirin, bi yekdengî, di bin çavdêriya pisporên navneteweyî de, bi dengdaneke bi serfîrazî, giştpirsiyeke hevdem pêk anîn. Ji sedî nodûsisiyên Kurdistaniyan bi dengê erê tapoya welatê xwe, welatê bav û kalan, Tapoya Başûrê Kurdistanê raberî raya giştî ya cîhanê kirin.

Mixabin di berbanga serbixwebûnê de, hin rûdanên ku kesî hêvî nedikir rû dan. Ji we hêjayan teva diyar e ku di dîroka Kurdistanê de, xiyaneteke herî mezin û dijwar pêk hat. Kerkûk û gelek deverên bi xwîna pêşmergeyên dîlşêr hatibûn rizkargirin, radestî dujminan bû.

Beşdarên hêja! Em bi hûrbînî li ser vê yekê rawestin û tevaya karîn û zanîna xwe li çawayî û çendayiyên vê îxanetê xerç bikin, tirsa mezin ew e ku em dê erk û berpirsiyariyên xwe yên neteweyî, di bin bandora vê xiyanetê de ji bîr bikin û bi tenê bi gilî û gazinan dakevin.

Belê divê em rûreşîya hatiye kirin ji bîr nekin, lê di heman demê de, bidin zanîn, têbikoşin ku ew GIŞTPIRSÎ rast e belgeya rêya serbixwebûna welêt e.

Li Rojhilatê Kurdistanê cengawer û canbêzarên Kurd, li hemberî desthilatdariya nijadperestan, ji bo doza xwe ya pîroz sînga xwe kirine sîper, ji nû ve hilkişiyane çiyayên Kurdistanê. Hêvî ji çiyayan bilindtir kirine. Li şûna darizandin, dadkirinên bê serûber, bi sedan li sêdarê bihêne dan, Pêşmergeyên Rojhilatê, ji mirinê re dilîrînin.

Wa ye li Rojavayê Kurdistanê her ew senaryoya firotina Kurdistanê bi rengekî din di rojevê de tê bicîhkirin. Bi navê Kurd û Kurdistaniyan qaşo li hemberî êrîşên Dewleta Tirk, Dagirkerên li Şamê weke xelaskerên pîroz têne xemilandin û pêşkêşî dunyayê, tê kirin. Ne bi tenê hêzên dagirker yên ser bi desthilatdariya Îranê ve her weha ew hêzên dagirkerên Kerkûkê, yên şîa, yên Heşda şîî wek leşkerên pîroz ku di hawara kurdistanê de hatine, pêşkêşî gelê me û cîhanê tê kirin.

Gelî Ciwanik û Ciwamêran, beşdar û birêvebirên Kongreyê, barê neteweyî barekî gran e, belê hêvî ji tevaya astengiyan bilindtir e. Weke bavê mezîn Mustafa Barzanî gotiye: di şkestinan de bêhêvî bûyin û di biserketinan de ji ser xwe çuyin divê di deftera me de cîh negire.

Naskirina nexweşiyê nêviyê dermankirinê ye. Di vê tevliheviya mezin de, pêdivî û pêwîstiya Miletê Kurd bi hevgirtinê û pevxistina hestên neteweyî ji hemî demê bêtir e. Bi taybetî mejiyê teze, xebata cwanan, di tekoşîna rizgariyê de, çaresaz e, pêwîst e, bibênebê ye.

Bi hêviya ku axa miriyan ya bi ser Bakurê Kurdistanê ve hatiye dakirin, bi herife û bi hêviya ku em bi hev re xurttir in bibe dûrişma hemî hêz û kesayetiyên Kurdistanê yên Kurdistanî, Kongreya we ji dil Pîroz dikim.

Biserketin her para Kurd û Kurdistaniyan be

Bijî Pêşmerge!

Bijî Serbixwebûn

Her bijî Kurd û Kurdistan​

Hemîdê Smaîlaxa, Diyarbekir

PDK-BAKUR

KÜRDİSTAN KAMUOYUNA ZORUNLU AÇIKLAMA

02.05.2018

24 Haziran 2018 günü gerçekleştirileceği ilan edilen Türk parlamentosu ve devlet başkanı seçimlerine bazı Kürdistanlı parti ve grupların birlikte katılmak amacıyla ittifak çalışmaları içerisinde olduğu bilinmektedir. Bu siyasi grupların bir bölümü HDP çatısı altında seçimlere katılacağını açıklarken, Partiya Sosyalîst a Kurdistan, Partiya Azadî ya Kurdistan, Platforma Demokratên Kurd ve Hereketa Azadî sözcüleri de Kürdistan İttifakı adı altında seçimlere bir şekilde katılacaklarını deklare etmiş bulunmaktadır.

PDK-Bakur olarak, Kürdistanlı siyasal parti ve grupların kendi aralarındaki diyalog ve işbirliği çabalarını memnuniyetle karşıladığımızı vurgulamak isteriz.

Ancak, kamuoyunda yanlış bir algı oluşmaması için partimizin Türkiye seçimleri ile ilgili ilkesel tutumunu bir kez daha beyan etmekte yarar olduğunu düşünüyoruz. PDK-Bakur, Kürdistanlıların her alanda işgalci devletler ile arasına olabildiğince fazla mesafe koyması gerektiğine ve bu devletlerin Kürdistan’daki işgalini meşrulaştırmaya yarayacak her türlü eylemden uzak durması gerektiğine inanmaktadır. Bu nedenle, Türk devletinin başkanının veya parlamento üyelerinin belirleneceği seçimlere Partimiz geçmişte olduğu gibi bugün de ilkesel olarak katılmamaktadır. Dolayısıyla, söz konusu seçim ittifakı görüşmelerinde PDK-Bakur yer almamaktadır.

Ancak, PDK-Bakur, yine ilkesel olarak, yerel yönetimler için ulusal karaktere sahip Kürdistanlı adayların seçilmesini daima savunmuş, böyle adayları etkin bir biçimde desteklemiş ve bundan böyle de desteklemeye devam edecektir.

Kürdistan kamuoyuna ve ilgili taraflara saygı ile duyurulur.

PDK-Bakur

PARTİMİZİN EFRÎN SALDIRISI İLE İLGİLİ AÇIKLAMASI

21.01.2018

20 Ocak akşamı sömürgeci TC ordusu Güneybatı Kürdistan’ın Afrin şehri ve çevresine yönelik askeri bir harekât başlatmıştır. Türk devletinin açıklamalarının aksine, hiçbir hukuki veya meşru dayanağı olmayan bu eylem bir işgal girişiminden başka bir şey değildir. Kuzey Kürdistan’da sömürgeci konumda bulunan TC, Güneybatı Kürdistan’a karşı giriştiği bu işgal harekâtını bir başka sömürgeci güç olan Suriye devletinden icazet alarak meşrulaştırmaya çalışmaktadır. Oysa, Kürdistan’da Kürdistanlılar dışında hiç kimse söz sahibi değildir ve olamaz.

Sömürgeci TC devletinin bu işgal girişimi, 16 Ekim gecesi Irak Sömürgeci devletinin başlattığı ve Germiyan, Kerkük ve Ninova bölgelerinin işgal edilmesiyle sonuçlanan operasyondan ayrı düşünülemez. Afrin’i işgal etme girişimi, Kürdistan halkının kendi ülkesinde iktidar olma iradesine karşı gerçekleştirilen uluslararası tasfiye planının ikinci aşamasıdır. Uluslararası güçler Güney Kürdistan’da yaşanan Ekim komplosunda olduğu gibi bugün Güneybatı Kürdistan halkına karşı devreye sokulan bu işgal girişiminden de sorumludurlar. Ancak bilinmelidir ki, onurlu Kürdistan halkı, bir yandan DAİŞ karanlığına karşı savaşarak diğer yandan sömürgeci devletlerin her koldan yürüttükleri saldırıları püskürterek elde ettiği kazanımları tasfiye etmek amacını taşıyan bu komplonun bir parçası olan söz konusu uluslararası güçleri asla affetmeyecektir.

Anlaşıldığı üzere, Güneybatı Kürdistan’daki işgal hayalleri Afrin bölgesiyle sınırlı değildir. Sömürgeci TC, Güneybatı Kürdistan’ın tümünde yönetimin sömürgeci Suriye devletine devredilmesini sağlamak veya ülkemizin bu parçasında “tampon bölge” adı altında kendi kontrolünde bir alan yaratmak istemektedir. Dolayısıyla, Güneybatı Kürdistan’ın Afrin dışındaki bölgelerine yönelik sömürgeci saldırılar olabileceği değerlendirilmektedir.

Ancak, Kürdistan halkı geçmişte Kobanê örneğinde olduğu gibi, ulusal birlik duygusuyla bugün yaşanan bu pervasız işgal girişimine de karşı koyacak ve bunu da püskürtmeyi başaracaktır.

Partimiz PDK-Bakur, Güneybatı Kürdistan’ın savunulması için yönetimi elinde bulunduran PYD’ye bütün Kürdistani tarafların içinde yer aldığı ulusal bir ordunun yaratılması için gerekli adımları atması çağırısında bulunurken, ülkemizin bu parçasında ulusal bir siyasetin hâkim olması konusunda ENKS’nin de daha fazla gayret göstermesini beklemektedir.

PDK – Bakur

DAXUYANIYA PDK-BAKUR YA DI DERBARÊ ERDHEJA LI KURDISTANÊ

14.11.2017

Erdheja ku li şeva 12yê Mijdarê li başûrê Kurdistanê rû da, bandorek mezin a wêrankar li cîwarên başûr û rojhilatê Kurdistanê kir. Diyar bû ku di gel xisara madî, mixabin bi sedan kuştî û herweha bi hezaran birîndarên me hene. Bila sere gelê me sax be.

Ji bilî vê, li bajar û navçêyên rojhelat û başûrê Kurdistanê, bi sedhezaran welatîyên ma niha nikarin li malên xwe bimînin û pêwistê alîkariya sitarê û xwarinê ne.

Ev bobelata siruştî di serdemek wisa de rû da ku Kurdistan ji aliyê siyasî ve jî di rojên giran re derbas dibe. Ji ber vê yekê, ev erdhej divê wekî helkeftek bête dîtin da ku kurd nîşanê hemî cîhanê bidin ku ew çawa wekî netewek tevdigerin û li xuşk û birayên xwe xwedî derdikevin.

Lewra, em bang li hemî gelê Kurdistanê û her Kurdistanîyek li seranserê cîhanê dikin ku bi rêka saziyên wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bila alîkariya xwe bigihînin xuşk û birayên xwe yên li deverên bandorbar.

PDK-BAKUR

CELADET ELÇÎ

Parêzer Celadet Elçî, kurê gorbihuşt Seîd Elçî yê damezrêner û serokê pêşîn yê Partiya me, piştî têkoşaneka dirêj ya bi nexweşîna penceşêrê re, mixabin di temenê xwe yê ciwan de çû ser dilovaniya xwe. Celadet Elçî, li gundê xwe yê bi ser Çewligê ve, ji alîyê heval, hogir, malbatiyên xwe û hejmarek mezin a welatparêzên kurd ve hate birêkirin.
Em hêviya xwe ya sersaxiyê ji xuşk û birayên wî û hevalên wî re radigihînin.
Bila cihê wî bihuşt û gora wî bi ronahî be.
PDK-Bakur

BASINA VE KAMUOYUNA

26.10.2017

Güney Kürdistan halkının açık ve meşru bir ortamda gerçekleştirilen referandum sonucunda ezici bir çoğunlukla ortaya koyduğu bağımsızlık iradesine karşı Bağdat hükümeti, eski Baas rejimini aratmayacak şekilde, Kürdistan halkının tüm kazanımlarını yok etmek amacıyla saldırıya geçmiş, cahşların da yardımıyla tarihi, coğrafi ve demografik olarak Kürdistan’ın parçası olan Kerkük başta olmak üzere Kürdistan topraklarının bir kısmını işgal etmiştir. Bu işgal operasyonuna Türk ve Fars devletlerinin de ortak olduğu ve Bağdat’a açıktan destek verdiği ortadadır. Her zaman olduğu gibi, Kürdistan söz konusu olduğunda kendi aralarındaki çelişkileri bir kenara bırakan sömürgeciler bir kez daha halkımıza karşı birleşmişlerdir.

İşgal operasyonu sırasında vahşeti bir yöntem olarak tercih eden İran destekli Haşdi Şabi ve Irak ordusu yüzlerce sivil Kürdistanlıyı katletmiş, yüzbinlercesini de mülteci durumuna sokmuştur. Sömürgecilerin Kürdistan’da yarattığı vahşetin sonuçları insan hakları örgütlerinin raporlarına yansımıştır. Uluslararası hukuktan kaynaklanan haklarını kullandığı için Kürdistan halkı bu vahşetle karşı karşıya kalırken Batılı devletler ise insan hakları, demokrasi ve hukuk gibi kavramları unutarak bu işgali uzaktan izlemekle yetinmişlerdir. Ancak, bilinmelidir ki bu ikiyüzlü tutumlarından umdukları kazancı elde edemeyeceklerdir. Kürdistanlılar katliam tehlikesi nedeniyle geçici olarak terk etmek zorunda kaldıkları topraklarındaki zenginlikleri başkalarının yağmalamasına izin vermeyecektir.

Tüm bu olumsuz şartlara rağmen, Güney Kürdistan liderliği ve kahraman Pêşmerge orduları, karşılaştıkları bu büyük badirenin ve ihanetin şokunu kısa sürede atlatmış ve şu anda kısıtlı olanaklara rağmen her cephede işgalcilere en sert cevabı vermektedir. Dört parçadan Kürt gençleri de Güney halkımızı ve Pêşmerge’yi haklı mücadelesinde desteklemek amacıyla seferber olmuştur.

Sömürgeciler bilmelidir ki, halkımız bir milim vatan toprağını dahi düşmana bırakmayacak ve meşru haklarından da asla taviz vermeyecektir. Kendi kaderini tayin hakkı doğuştan gelen tabii bir haktır. Bu hak vazgeçilemez, devredilemez, feragat edilemez ve bir defa kullanmakla tüketilmez bir haktır. Bu hakkın şu veya bu anayasada yazılıp yazılmamasının hiçbir önemi yoktur. Kukla Bağdat rejimi dâhil bu meşru hakkı gasp etmeye yeltenecek her zorba tarih boyunca olduğu gibi karşısında dirençli Kürdistan halkını bulacaktır.

Ayrıca, büyük bir dirayet ve liderlik örneği ortaya koyarak içeriden ve dışarıdan gelen tüm engelleme çabalarına rağmen halkımızın bağımsızlık iradesini ortaya koymasını sağlayan ve şu anda da işgalcilere karşı verilen savaşta Kürdistan ordularına komuta eden Başkan Mesud Barzani’nin özellikle içinden geçtiğimiz şu kritik dönemde her zamankinden daha fazla desteklenmesi gerektiğine inanıyoruz. Kürdistan ulusal özgürlük mücadelesi bu badireyi atlatabilecek deneyime ve olgunluğa sahiptir. Halkımızın umutsuzluğa kapılması için hiç bir neden yoktur.

PDK-Bakur olarak Güney Kürdistan’ın ortaya koymuş olduğu özgürlük ve bağımsızlık iradesini sonuna kadar desteklediğimizi bir kez daha ilan ediyor ve dört parçadaki tüm halkımızı ulusal kazanımlarımıza sahip çıkmaya, bu yolda tüm olanaklarını seferber etmeye çağırıyoruz.

YAŞASIN BAĞIMSIZ KÜRDİSTAN!

YAŞASIN KAHRAMAN PEŞMERGELERİMİZ!

PDK-BAKUR

KUZEY KÜRDİSTAN DEMOKRAT PARTİSİ

MAM CELAL

Mam Celal Talabanî koça dawîn kir. Koça dawîn ya Celal Talabanî xemgînıyeke mezin li asîmanê Kurdistanê belav kir. Ji xwendekariya xwe heta bi serokkomariya Iraqê, di sepandin û birêxistina xebata neteweyî ya Kurdistanê de, bi dûrbînî û bi zîrektiya xwe, Mam Celal, serokkomar, di asîmanê neteweyî ya Kurdistanê, di tekoşîna neteweyî de stêrikeke geş bû. Her weha aştîxwaz û xebatkar, di têkoşîna demokrasiya navneteweyî de hevrê û têkoşerekî hêja bû. Mixabin di demeke ku pêwîstîya Kurdistanê pê hebû ev stêrik ji asîmanê Kurdıstanê xuricî. Bila serê Kurdistaniyan sax bê. Di serî de ji Rêvebirîya Kurdistanê re, ji Yekîtî Niştîmanî Kurdistanê, ji malbata Mam Celal re, ji heval û hogirên aştîxwaz û demokratên navneteweyî re sersaxiyê dixwazin. Serê me hemîyan sax bê. Hêvîdar in ku alaya Mam Celal hilgirtî bilind bê, gora wî buhişta berîn bê.

PDK-Bakur

03 Cotmeh 2017

Dr. SEÎD ÇURUKKAYA

Partimizden bir heyet dün geceden bu yana Bingöl’ün Çilkanî köyünde şehid Dr. Sait Çürükkaya’nın anıt mezar yerinde incelemelerde bulundu.
Şehid Sait Çürükkaya’nın aile avukatı olarak Av. Hişyar Özalp saat 15:15’te anıt mezara yapılan saldırı ile ilgili olarak Diyarbakır Gazeteciler Cemiyeti’nde basın açıklaması yapacaktır.

SERXWEBÛNA BAŞURÊ KURDISTANÊ

Malpere fermî ya PDK, pdk.info, cî da nêrînên Mehmed Seîd Çîçek (endamê meclîsa PDK-Bakur) yên derbarê Referandûma Başurê Kurdistanê.

سەربەخویا باشۆرێ کوردستانێ پێنگاڤەکە بۆ ئازادکرنا کوردستانا مەزن.

کوردستان-KDP.info- هندەک لایەنێن سیاسى ل هەر سێ پارچەیێن دیتر (رۆژهەلات- باکور- رۆژئاڤا) دبێژن: سەربەخویا باشورێ کوردستانێ دبەرژەوەندیا هەر سێ پارچەیێن دیێن کوردستانێ دایە، داکو ل پاشەرۆژێ رێکێن سەربەخۆیێ بۆ وان ژى دروست بکەن.

پشتى 11ى تیرمەها ئەڤ سالە، ئەو سەردانا شاندێ بلندا ریفراندۆمێ ب سەرپەرشتیا سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ (مەسعود بارزانى) بۆ پەرلەمانێ ئه‌ورۆپا ل برۆکسل کرى، و داخوازکرنا پشتەڤانیکرنێ دەولەتێن ئۆروپى بۆ ریفراندۆمێ کرى و وان ژى دلخوشى و پشتەڤانیا خۆ راگەهاندى، ئەڤ پرسە بۆ مژارەکا جیهانى و دەنگڤەدا، و هەر د ڤی دەربارەی ژی دا (عارف باوەجانى) سەرۆکێ پارتا سەربەستى کوردستان- رۆژهەلاتێ کوردستانێ، بۆ ماڵپەرێ فەرمیێ پارتى دیموکراتى کوردستان گۆت:” رایا کوردان گرنگترە ژ هەر دیتنەک و بووچوونەکا دیتر، چونکی خەلکێ کوردستانێ دێ بریارێ لسەر ریفراندۆمێ دەت، و بتنێ جیهان چاڤەرێی ئەنجامانە، دەولەتێن جیهانى مایتێکرنا ڤێ پرسێ ناکەن”.

(باوەجانى)، ئەو چەندە ژی زەلالکر، وەلاتێن ئۆرۆپى باش دزانن مللەتەکێ یێ داخوازا مافێ خویێ شەرعى دکەت، لەوا پشتەڤانیێ ل ریفراندۆمێ دکەن، لێ نەشێن ب هیچ رەنگەکى خۆ بکەنە پشکەک ژڤێ پرۆسێ، ژبەر ریفراندۆم رێکەکا قانونى یە بۆ سەربەخویا کوردستانێ و ئاخڤتنا شاندێ بلندا ریفراندۆمێ ل هەرێما کوردستانێ ل ناڤا پەرلەمانێ ئۆرۆپا یا روون و ئاشکەرا بوو ژبۆ رازیکرنا وان وەلاتان بوو دا پشتگیریا ریفراندۆمێ بن و دانپێدانێ ب سەربەخۆییا کوردستانێ بکەن و دووڤدا بریارێ لسەر شەرعیەتبوونا دەولەتا کوردى بدەن”.

(عارفى) ئاماژە دا کو:” سەربەخۆیا کوردستانێ دبەرژەوەندیا هەموو پارچەیێن دیتر یێن کوردستانێ یە، و دێ پالپشتیەکا ب هێز بیت ژبۆ داخوازکرنا مافێن هەر سێ پارچەیێن دیتر یێن کوردستانێ”.

(محەمەد سەعید چیچەک)، ئەندامێ سەرکردایەتیا پارتى دیموکراتى کوردستان- باکور، بۆ مالپەرێ فەرمیێ پارتى راگەهاند:” ژمێژە مللەتێ کورد ل هیڤیا ڤێ بریارا دیرۆکى و چارەنڤیسى، مە ژى پێشوازیەکا مەزن ل بریارا سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ (مەسعود بارزانى) کر”.

دەرباره‌ى ڤێ چەندێ (چیچەک) گۆتژى:” ئەنجامدانا ریفراندۆمێ بریارەک د جهێ خوه‌دایە و د بەرژەوەندیا گشت خەلک و لایەنێن سیاسیێن کوردستانێ یە، چونکى چ جارا دوژمنێ مللەتێ کورد مافێ مە نا پارێزیت ئەگەر ئەم بخۆ نەپارێزین”.

ئەندامێ سەرکردایەتیا پارتى دیموکراتى کوردستان- باکور ئاماژە دا:” مللەتێ کورد ئەڤرۆ دخوازیت ژ دوژمنێ خو جودا ببیت، لەوا سەربەخۆیا باشۆرێ کوردستانێ دێ بیتە نموونەیەکا سەرکەفتى و کارتێکرنەکا ئەرێنى لسەر هەر سێ پارچەیێن دیتر یێن کوردستانێ هەبیت، ئەگەر سیاستمەدارێن کورد دڤێ ئێکێ بگەهن، چونکى دێ کوردستانێ پەیوەندیێن دەولى و ئەقلیمى هەبن و دێ هەموو هەولا دەت کورد ببن ئێک، لەوا دەولەتێن دەردۆر ژى تا نوکە دژایەتیا سەربەخۆیا باشورێ کوردستانێ دکەن”.

(عەبدوللا کدو)، ئەندامێ لێژنا مەرکەزى یا پارتا ئێکەتى کورد- سوریا خویاکر:” شاندێ بلندا ریفراندۆمێ ل پەرلەمانێ ئۆرۆپا بدەرکەفتنەکا باش هاتە پێشچاڤ و کوردان ب شێوەکێ بخو باوەرى و شارستانێ دەست ب دان و ستاندنان کر و دۆزا مللەتێ خۆ دا دیارکرن”.

(عەبدوللا کدو) گۆتژى:” سەرکەفتنا سەربەخۆیا باشورێ کوردستانێ دێ بیتە ئەزموونەک بۆ وان وەلاتێن هەر سێ پارچەیێن دیتر یێن کوردستانێ یێن لبن دەست، كو باوەڕیا دناڤبەرا وان و کوردان دا بێتە دروستکرن”.

ئەندامێ لیژنا مەرکەزى یا پارتا ئێکەتى کورد- سوریا ئاخفت ژى:” ژ هەموو کوردان دئێتە خواستن پشتەڤانیێ ل ریفراندۆما باشورێ کوردستانێ بکەن وەک ئەرکەکێ نەتەوەیى و مرۆڤایەتى، چونکى کورد بخۆ دێ مافێن خۆ مسوگەرکەن و ب تایبەت ئەڤ ریفراندۆمە لژێر چاڤدێریا جڤاتا نێڤدەولەتى دئێتە کرن، دوور ژ زولم و ژورێن تاریێن دوژمنان”.

هەلز عەلى سەلیم