Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

PDK-BAKUR

MELA MUSTAFA BARZANÎ

01.03.2021

Em, wek Partiya Demokrat a Kurdistanê- Bakur (PDK-Bakur), di 42emîn salvegera koçkirina wî de, serokê neteweyî Mele Mistefa Barzanîyê nemir carek din bi giramî bi bîr tînin.

Bê gûman, Mêle Mistefa Barzanî ne tenê lehengekî bêhempa, qumandarekî serkeftî û serkirdeyekî zîrek bû; ew herweha ji bo her Kurdekî li ser rûyê cîhanê hêviya azadî û rizgariyê jî bû. Hemî Kurd û Kurdistanî bi dil û can û bi bawerî piştgirî dan têkoşîna wî ya ji bo Kurdistana azad û aram. Cihê şanaziyê ye ku Mele Mistefa di temama jiyana xwe de alaya Kurdan her tim bilind kir û bi tevî her astengî û bêîmkaniyan jî nehêla agirê azadiyê li ser axa Kurdistanê vemire. Bi vî awayî, ew hem doza Kurd û Kurdistanê hilgirt ser milên xwe û hem jî hêşt ku ev doz di serdema nûjen de li ser lingan bimîne, ber bi pêş ve here, bikeve rojeva cîhanê û rêz lê bê girtin.

Mele Mistefa Barzanî neteweya Kurd ji nemanê rizgar kiriye û hêştiye ku îro parçeyek ji welatê me bi encama wê biryardariyê azad be û doza me ya neteweyî li sernaserê Kurdistana mezin berdewam be. Ji ber van taybetmendiyên xwe, Mele Mistefa Barzanî di çavên her Kurdek xwenas de gihaştiye asta serokê neteweyî û dê her tim weha bimîne.

Barzanîyê nemir dizanibû û bi her kesî dida zanin ku, hebûn û azadiya gelê Kurdistanê bi rizgarkirina axa Kurdistanê ve girêdayî ye, û lewra jî diruşma “Yan Kurdistan Yan Neman” diyariyê tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kiriye.

PDK-Bakur jî, wekî her Kurdekî dilsoz, xwedî li mîratê Mele Mistefa Barzanîyê nemir derdikeve, rêbaza wî wekî kilîla rizgariya Kurd û Kurdistanê dibîne, û li ser wê rêbazê xebat û têkoşîna xwe didomîne.

PDK-BAKUR

LI HIMBERÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERAN EM HÊZA XWE BIKIN YEK!

20.02.2021

Welatê me Kurdistan ji derveyî îradeya gelê me bi çar perçeyan ve hatîye perçe kirin. Eve nêzîkî sed salîye ku Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye , di meseleya Kurdistanê de hemû pirs û pirsgirêkên di navbera xwe de datînin alîyekî û bi hevdu re planên rêlibergirtina azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bicîhtînin.

Dewletên dagirker îro jî her cûre sîyaset, plan, kiryar û êrîşên xwe li ser her çar perçeyên Kurdistanê didomînin.

Dewleta Tirkîyeyê eve 98 sal e ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, li hemberî kurdan siyaseteke nîjadperest, şoven û êrîşkar , sîyaseta dagirkerî, asîmîlasyon, înkar û îmhayê dimeşîne.

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê operasyonên leşkerî, desteser kirin, lêpirsîn, hefs, qedexe û rêlibergirtina xebatên sîyasî û ramanî bûye beşeke jîyana rojane.

Tirkîye ne bes li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî êrîşên xwe didomîne.

Tirkîye li Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serê Kanî û Girê Sipî dagir kirîye. Tirkîye dixwaze yekpareyîya axa Rojavayê Kurdistanê têk bide . Hêzên leşkerî yên bi Tirkîye ve girêdayîne, her roj Kurdan direvînin, dikujin, dest datînin ser mal û milkên gelê Efrînê, Serê Kanîyê û Girê Sipîyê.

Kurd ji cîh û warên xwe tên qewirandin, dewlemendiyên herêmê tên talan kirin û dizîn. Demografîya van herêman di aleyhê kurdan de tê guhertin.

Rejîma Esad her li ser sîyaseta xwe ya şowenî û nîjadeperestî berdewam e û îro jî bi piştgirîya Dewleta Îranê , tu mafên neteweyî, demokratîk yên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê qebûl nake û bi planên berfireh guhertina demografîya Rojavayê Kurdistanê bicîh tîne. Ji alîyekî ve jî dixwaze hemû destkeftîyên Kurdan ji holê rake.

Dewleta Tirkîyeyê, Îranê û Rejîma Esad, ji bo li Rojavayê Kurdistanê destkeftîyên Kurdan yên heyî ji holê rakin, ji bo ku Kurd li ser erdnîgarîya welatê xwe, mafê xwe îdare kirineke sîyasî, neteweyî bi dest nexin, ji bo ku miletê Kurd mafên xwe yên neteweyî, demokratîk bidest nexin, planên cuda cuda bi cîh tînin.Gelek caran jî van dewletan bi hevdu re van planan bi cîh tînin an jî rê ji hevdu re xweştir dikin.

Ji bo ku dawî li vê zilmê, şêlandinê, jenosîdê û dagirkeriyê were, li Rojavayê Kurdistanê , berîya her tiştî, hewcedarîya kurdan bi tifaqeke neteweyî, niştimanî heye.

Li Rojavayê Kurdistanê di navbeyna ENKS û PYNKyê da , li ser esasê Mutabaqata Duhokê ya sala 2014an hewildaneke tifaqê destpê bûye û ev hewildan hêvîdar e.

Li rojavayê welatê me serkeftina gelê me ancax bi tifaqeke saxlem û bi alîkariyeke aktîf ya navneteweyî , bi dîplomasîyeke navdewletî ya aqilane mimkûn e.

Em wek PAK, PDK-Bakur, Pêlkurd, PSK, Tevgera Demokratîk a Kurdistanê, piştgirîya hewldanên tifaqeke ku di navbeyna hêzên Kurd û Kurdistanî de îdareyeke hevbeş ava bike dikin.

Tifaqeke ku li Rojavayê Kurdistanê îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî, dîplomasî pêk bîne, di rêya bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk de, di rêya bidestxistina mafê xwe îdare kirineke sîyasî, neteweyî , coxrafî ya miletê Kurd de, dê bibe destpêka serkeftinê.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên din yên li derveyî ENKS û PYNKyê jî beşdarî vê tifaqê bibin dê tifaqa neteweyî, demokratîk xurtir bibe.

Artêşa Tirkîyeyê êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê jî bêwestan didomîne, beşeke axa Başûrê Kurdistanê ji alîyê Tirkîyeyê ve hatîye dagirkirin.

Dewleta Îranê jî bi topbaran kirinan, bi destê hêzên wek Heşdî Şahbî êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.

Hikûmeta Bexdayê , Tirkîye û Îranê, bi hevdu re , ji bo destkeftîyên federalî yên li Başûrê Kurdistanê ji holê rakin, ji bo rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin, planên pir alî yên qirêj dimeşînin.

Îro lêxwedîderketin û parastina destkeftinên federe yên li Başûrê Kurdistanê, rêzlêgirtina îradeya referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an, wek wazîfeyeke neteweyî, niştimanî li ser milên her Kurd û Kurdistanîyekî li cîhanê ye.

Ji bo rê li ber pilanên têkdanê yên dewletên dagirker bêne girtin , di serî de hemû hêzên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi giştî hemû Kurd û Kurdistanî, divê rêzê li meşrûîyet û serwerîya Serokatî, Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bigirin. Divê li Başûrê Kurdistanê yekgirtin û bihêzkirina dezgehên dewletî û xurt kirina edaleta civakî bingehê ava kirina Başûrê Kurdistanê bin.

Divê PKK û hemû hêzên çekdar û yên sîyasî, hemû dewletên herêmê û yên cîhanê rêzê li biryar û serwerîya Rêveberîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekgirtî, Yekitîya Ewrûpayê, NATO û hêzên navnetewî yên têkildar, divê li hemberî van êrîşên Dewleta Tirkiyeyê û yên Îranê helwest û nerazîbûna xwe dîyar bikin û gavên pêvwîst bavêjin.

Dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê her roj xortên Kurdan darve dike. Sîyaseteke dagirkerane, siyaseteke îmhayê li himberî gelê me dimeşîne. Dewleta Îranê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di têkdan û rêlibergirtina azadî, serwerî û mafên neteweyî yên gelê me de, aktorekî esasî ye. Hewl û xebatên hevkarî û tifaqê yên hêzên neteweyî, niştimanî yên Rojhilatê Kurdistanê, di têkoşîna azadîyê de dê destê gelê me xurtir bike.

Hemû pêşketinên li herêmê û li dinyayê mesela kurd û Kurdistanê aktuel kiriye. Heta ku miletê kurd mafê çarenûsîya xwe bidest nexe, heta ku gelê me li welatê xwe Kurdistanê de xwe bi xwe îdare neke, ne mimkûne ku li herêmê aşitî, demokrasî û zemîneke adîlane peyda bibe.

Gelê me bi tecrûbeya xwe ya ji dîrokê tê û bi zanîna xwe, heta ku bigihêje azadîya xwe, dê têkoşîna xwe bi ezmeke mezin bidomîne. Ji bo vê jî di serî de wezîfe dikeve ser milên hêzên neteweyî, niştimanî. Pêştir li her perçeyekî Kurdistanê divê hêzên welatparêz , niştimanî hêzên xwe bikin yek, di eynî wextê de jî divê li tevahîya Kurdistanê hemû hêzên neteweyî, niştimanî ji bo ku destkeftîyên hene biparêzin, jibo rêya azadî, rizgarî û serxwebûnê xurtir bikin, di nava hevkariyê de bin, piştgirîyê bidin hev, alîkariya hev bikin, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî tevbigerin. PAK, PDK-Bakur, Pêlkurd, PSK, Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

PKK DÜŞMANCA SALDIRGANLIĞINA SON VERMELİDİR

05.11.2020

PKK, uzun süredir Güney Kürdistan Federe Devleti’ne yönelttiği şiddet kullanacağı yönündeki tehditlerini son bir kaç günde pratikleştirdi. Bu saldırlarda, yaralanmaların yanında bir Peşmerge şehid oldu. Ayrıca KRG’nin en önemli ekonomik kaynağı olan petrol çıkartma tesislerine yönelik saldırılar gerçekleşti.

PKK, bu saldırganlığıyla bir kez daha Kürdistan’a ait bir yapı olmadığını kanıtlamıştır. Ülkemizin özgür ve meşru yönetime sahip Güney parçasının otoritesine saldırmak ancak Kürt düşmanlarının yapabileceği bir davranıştır. Meşru otorite olan KRG’ye bağlı askeri güçlerin hareketliliğine karar verecek merci PKK değildir. PKK, Peşmerge’nin askeri hareketliliğini bahane ederek saldırganlığına meşruiyet katamaz, destek bulamaz.

PKK, Kuzey Kürdistan ve Türkiye’de faaliyetlerini sonlandırmıştır. Buna karşılık Türk devletiyle “çatışma” alanını Güney Kürdistan’a dönüştürmüştür. Sömürgeci Türk devleti PKK’nin varlığını bahane ederek ülkemizin Güney parçasına saldırılar düzenlemekte ve varlığını sağlamlaştırmaktadır. Kuzey’de Türkiye’yi demokratikleştirme hedefi dışında bir iddiası olmayan

PKK’nin silahlı biçimde Rewanduz veya Amediye dağlarında ne amaçla bulunduğu sorusuna cevap verilmiş değildir.

Bu bağlamda PKK bir an önce Güney Kürdistan’daki varlığına son vermelidir. Kendi politik hedeflerine uygun mücadele metodu belirlemelidir . En azından mücadele ve varlık alanının Güney Kürdistan olmadığı gerçeğine uygun davranmalıdır.

Partimiz PDK-Bakur, PKK’ye KRG’ye bağlı Peşmergeleri şehid etmekle, ekonomik kaynaklara saldırmakla kendisine güç devşiremeyeceğini hatırlattır, Kürt halkına ve onun kazanımlarına saldırmaktan vazgeçmesi uyarısında bulunur. PDK-BAKUR

HEMÎD KILIÇASLAN

10.11.2020

Ji ber koça dawî ya Berdevkê Partiya me PDK-Bakur, welatparêzê hêja Hemîd Kilinçaslan, gelek partî, sazî, rêkxistin û kesan serxweşî li me kir û bûn hevparê êşa me.

Bi vê munasebetê, di serî de em spasiya Serok Barzanî û partiyên siyasî ên ji her çar aliyên Kurdistanê PDK, PDK-S, PDKI, HAK-PAR, PAK, PSK, DBP, HDP, PYSK û Saziyên Civaka Sivîl CNK, DIAKURD, KOM-KAR, Federasyona Kurdên Swêdê, Weqfa Nehrî, Ked-Kom, Komxebata Kurmancî û Dalkurdê û temamê kesên ku peyam belavkirin, telefon kirin, beşdarî şînê bûn û xwe kirin hevparê êşa me, dikin.

PDK BAKUR

SEİD ELÇİ ÜLKEMİZİN KURTULUŞ HAREKETİNİN ÖNDERİDİR

31.05.2020

Bugün partimiz PDK-Bakur’un kurucu Başkan ve Genelsekretirinin Seid Elçi’nin ölüm yıl dönümüdür. Bu münasebetle şehid başkanımızı saygıyla anıyoruz.

Seid Elçi, 1938 yılında son bulan Dersim direnişinden sonra ortaya çıkan Kürdistan Kurtuluş Hareketi’nin sessizliğini sonlandırmak amacıyla dört arkadaşıyla birlikte 1965 yılında ülkemizin müstakbel başkenti Amed’te PDK-Bakur’u kurdu.

Şehid Seid Elçi’nin partiyi kurduğu dönem parti kurmak için kolay ve olağan bir dönem değildi. Bir Kürt partisi kurmak her yiğidin başarabileceği bir görev değildi. Bu görev için sınırsız fedakarlığa hatta şehadeti göze almak vardı. Bu özellikler Seid Elçi’nin kişiliğinde fazlasıyla mevcuttu.

Seid Elçi, gerek 49’lar davasında gerekse partimize karşı açılan davada duruşma salonlarında ve zindanlarda işgalciliği mahkum etti.

Seid Elçi, Kuzey Kürdistan’da ilk kitlesel mitingler olan “Doğu Mitinglerinin” örgütlenmesinde başat rol oynadığı gibi kitleye yönelik yaptığı konuşmalarda Kürdistan halkını sömürgeciliğe karşı mücadeleye çağırmıştır.

Seid Elçi hem mütevazi hemde çok birikimli bir siyasi figürdü. Eşsiz bir hatip ve ajitatör, usta bir örgütlemeciydi.

Seid Elçi, şehid olduğu ana kadar yorulmaksızın aralıksız biçimde Kürt ve Kürdistan davasına hizmet etmiş ve yine kendisini Kürdistan davasına feda etmiştir.

Seid Elçi, Kürdistan mazlumiyetinin sembolüdür. Seid Elçi yüreğimizde ve bilincimizde bu şekilde yaşamaya devam edecek.

Başarı Kürdistan Halkının Olacak

YAŞASIN KÜRT YAŞASIN KÜRDİSTAN

PDK-BAKUR

SEÎD GABARÎ

Hunermendê binavûdeng, xebatkarê serbixwebûn û azadiya Kurdistanê, pêşmergeyê dilêr, kenza kaniya çand û bêjeya Kurdî Seîd Gabarî îro destê sibê li Hewlêra payitexta Başûrê Kurdistanê ji vê dunyayê koça dawî kir.

Ne bi tenê PDK Bakur dostekî xwe, piştgir û hevalekî hêja wendakir, her weha cîhana çand û hunerê Kurdistanê xweşbêj û têkoşerekî bê hempa sparte axa Kurdistanê. Ta ku navê Kurd hebe, ta ku di Kurdistanê de ji xebat û rêbaza Kurdistanî, Rêbaza mı ser piyan be, navê Hunermend û Pêşmergeyê serxwabûn û azadiya Kurdistanê Seîd Gabarî dê di nav reza leheng û têkoşerên Kurdistanê de bi rêzdarî bihê nivîsandin.

Serê Miletê Kurd û Kurdistaniyan sax be.

Yezdanê Dilovan Seîdê Hêja bi rehma xwe şad bike, ji malbat û hemî hezkiriyên Gabarî re sebr û aramî daxwaza me ye.

Hemîd Smaîlaxa
Berdevkê PDK-Bakur

BASINA VE KAMUOYUNA

15.04.2020

Rojhilat’ın Saqiz kentindeki cezaevinden 27 Mart’ta firar eden eski PDKİ peşmergesi Mustafa Selimi’nin Güney Kürdistan’a geçtikten sonra İran hükümetine geri teslim edilmesi ve ardından idam edilmesi Kürt milletini derinden yaralamıştır.

Oysa ki uluslararası hukuk idama veya işkence görme tehlikesine maruz kalabilecek siyasi mültecilerin iade edilmelerini kesinlikle yasaklamaktadır. Mustafa Selimi uluslararası hukukun kendisine tanıdığı hakların bir kısmından yararlansaydı bu gün yaşıyor olacaktı. Yasal hakları olan bir idam mahkûmunun hiçbir kanuni prosedüre tabii tutulmadan iade edilmesinden sorumlu olanlar bu cinayete ortak olmuşlardır.

Kürt kamuoyu Kürdistan hükümetinden bu cinayete ortak olanların yargı önüne çıkartılmalarını beklentisi içindedir. Bu suçun cezasız kalması Kürdistan mücadelesinde ciddi zararlara, çeşitli Kürt Partileri arasında kuşku ve güvensizliğin doğmasına yol açacaktır.

Bu vesileyle şehit Mustafa Selimi’nin ailesi, başta PDKİ olmak üzere Doğu Kürdistan’ın tüm siyasi partileri ve Doğu Kürdistan halkıyla dayanışma içinde olduğumuzu vurgulamak isteriz.

PDK-BAKUR

JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ

15.04.2020

Pêşmergeyê berê yê PDKÎ Mistefa Selîmî ku roja 27ê Adarê ji girtîgeha bajarê Seqiz reviya û derbasî Başûrê Kurdistanê bû, li wir hat girtin û bo desthilatdariya Îranê hat radestkirin. Piştî vê radestkirinê, îdamkirina wî birîneke kûr di dilê miletê Kurd de vekir.

Li gorî hiqûqa navneteweyî penahendeyên ku biryara sêdaredanê li wan hatibe birîn û di bin metirsiya îşkenceyê de bin, nabe ku bêne radestkirin.

Eger Mistefa Selîmî, ji wan mafên ku hiqûqa navneteweyî bo kesên di rewşa wî de diyar kirine, sûd wergirta, dibe ku îro di nava me de sax bûya. Kesên ku berpirsên radestkirina mehkûmekî sêdaredanê ne, di heman demê de hevparên vê kuştinê ne jî.

Raya giştî ya Kurd, li hêviyê ye ku hikûmeta Kurdistanê, hevparên vê tawanê darizîne. Eger ev tawan bê ceza bimîne, wê ziyaneke mezin bide tekoşîna Kurdistanê û bibe sedema çêbûna guman û bêbaweriyê di nava partiyên Kurdan de.

Bi vê boneyê em ji malbata şehîd Mistefa Selîmî, PDKÎ û tevahiya hêz û rêkxistinên Kurdistanî re diyar dikin ku em bi gelê Rojhilatê Kurdistanê re ne.

PDK-BAKUR

JI BO RAYA GIŞTÎ

10.10.2019

Dewleta Turkiyeyê ya kolonyalîst bi binpêkirina huqûqê navneteweyî û hêjayîyên exlaqî, di gel hin grûbên terorîst ve, li Başûrrojavayê welatê me dest bi dagirkirineke bêperwa kir.

Armanca Dewleta Turkiyeyê ya kolonyalist ne jinavbirina terorîzmê ye, armanc; berlêgirtina desthilatdariya Kurdan ya li ser axa xwe û astengkirina azadiya wan e. Ev yek ji aliyê desthilatdarê Tirkan û herkesî ve dihêt gotin Ji xwe bêyî ku êrîşek li hember wê bihêt kirin ev helwesta dagirkirinê ya Dewleta Turkiyeyê ya kolonyalîst bi awayekî din nayê şîrovekirin.

Dewleta kolonyalîst ya din, Sûriye, li hemberî dagirkirina axa di bin desthilatdariya wê de bi bêdengmayinê xwe kerr dike. Ev hebûna danustandina di navbera herdu dewletên kolonyalîst de dide xuyakirinê. Ger ne wisa buya, dewleta Sûriyeyê dikaribû bi serlêdana Yekîtiya Neteweyan, rê li ber vê dagirkirinê bigirtaya. Mêr û jinên qehreman yên Başûrrojavayê Kurdistanê, wek brayên xwe yên Başûrê Kurdistanê, bi hezaran şehîd dan û tarîtiya DAIŞê hilweşandin, dunya ji vê belayê azad kirin. Belê îro bi lidijderketina raya giştî ya dunyayê, zilhêzên navneteweyî, qîma xwe bi temaşekirina vê êrîşa Tirkan ya hov dihînin. Divê dunya tev bizanibe; ji bona aşîtiya cîhanê, Dewleta Tirk, ji DAIŞê bêtir talûke ye. Bi ser vê yekê de Dewleta Tirk bi nenaskirina hêjayiyên însanî, exlaq jî diherifîne

Wek PDK-Bakur em bangî hemî dunyayê dikin; li hemberî van pîlanên Dewleta Tirk ya dagirkirinê, jibona rûreşkirina DT di raya navnetweyî de û jibona li hemberî van êrîşan parastina Gelê Rojava çareserîyan pêkbînin.

Partiya me bangî ENKSê dike; pirsên heyî deynin aliyekî, xêzeke stûr di navbera xwe û dagirkeran de bikêşin, di heman demê de bangî TEV-DEMê dike; li Başûrrojayê Kurdistanê jibona avakirina Hêza Neteweyî, li gora raya azad ya gel deshilatdariyeke hevpar derkeve holê, em dixwazin hûn gavên pêwîst biavêjin.

Bila dost û dujminên me baş bizanibin, Kurdistaniyan bi hezarên sala ne axa xwe bi cîh nehêlane û îro ji ji axa xwe dernakevin. Dagirker dê nexşeyên yên beriya xwe parvebikin û ji qada dîrokê dê bihêne pakkirin û herin.

PDK-Bakur

TC İNSANLIĞA KARŞI SUÇ İŞLİYOR

10.10.2019

Sömürgeci TC devleti, uluslarlararası hukuku ve ahlaki değerleri hiçe sayarak yanına aldığı terörist guruplarla birlikte ülkemizin Güneybatı parçasına karşı pervasız bir işgal harekatına başlamıştır.

TC sömürgeci devletinin amacının terörle mücadele olmadığını, Kürtlerin kendi topraklarında iktidar olmalarını, özgürleşmelerini engellemek olduğunu Türk yetkililer dahil herkes tarafından ifade edilmektedir. Zaten TC sömürgeci devleti, kendine karşı bir saldırı olmadan, bir gerekçe ortaya koymadan başlattığı işgal girişiminin başka bir açıklaması olamaz.

Başka bir sömürgeci devlet olan Suriye ise kendi egemenliğinde olan topraklara karşı bir saldırı başlamasına rağmen tepkisiz kalmayı seçmiştir. Bu durum iki sömürgeci güç arasında bir koordinasyon olduğunu göstermektedir. Böyle olmasaydı Suriye devleti, BM nezdinde girişimlerde bulunarak bu saldırıya set çekebilirdi.

Güneybatı Kürdistan’ın kahraman erkekleri ve kadınları tıpkı Güney Kürdistan’daki kardeşleri gibi binlerce şehid vererek DAİŞ karanlığını yerle bir etmiş, dünyayı bu beladan kurtarmıştı. Bugün gelinen noktada ise dünya kamuoyunun bütün tepkisine rağmen küresel güçler Türklerin bu barbar saldırısını izlemekle yetinmektedir. Bütün dünya şunu bilmelidir ki TC, dünya barışı için DAİŞ’ten daha büyük bir tehdit oluşturmaktadır. Ayrıca TC, özgür dünyanın savunduğu bütün insani değerleri hiçe sayarak ahlaki erozyon yaratmaktadır.

PDK-Bakur olarak, tüm dünyaya TC’nin işgal planlarına karşı tepki gösterme, TC’yi uluslararası camiada mahkum etme, Rojava halkının saldırılara karşı korunması için gerekli tedbirleri alma çağrısında bulunuyoruz.

Partimiz ENKS’yi mevcut sorunları bir kenara bırakarak sömürgeciler ve onların uzantılarıyla aralarına net biçimde mesafe koymaya davet ederken TEV-Dem’den ise ulusal ordunun kurulması ve Güneybatı Kürdistan’da halkımızın özgür iradesine göre şekillenecek bir yönetim biçiminin ortaya çıkması için gerekli adımları atmasını talep ediyoruz.

Dostlarımız ve düşmanlarımız çok iyi bilmelidir ki Kürdistanlılar binlerce yıl olduğu gibi bugünde topraklarını terk etmeyecektir. İşgalciler ise kendilerinden öncekilerin akıbetini paylaşarak tarih sahnesinden silinip gidecektir.

PDK-Bakur