Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

PÊLKURD

EM ÊRÎŞÊN DAIŞÊ YÊN LI PÊŞMERGEYÊN KURDISTANÊ TÊNE KIRIN RÛREŞ DIKIN

03.12.2021

Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kirin û di encamê de 10 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê şeva 28.11.2021ê jî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco ya herêma Germiyan a Silêmanîyeyê ve, ji du aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmerge kiribûn û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd bibûn û 3 Pêşmerge jî birîndar bibûn.

Êrîşên DAIŞê, perçeyeke ji êrişên dijminên Kurdistanê ye, perçeyeke ji êrîşên hêzên dagirkerên Kurdistanê ye.Pêşmergeyên Kurdistanê û gelê Kurdistanê yên heta îrô li himberî êrîş û qetlîamên DAIŞê, li himberî jenosîdên Helebçeye û Enfalê serê xwe netewandinê, dê li himberî van êrîşên DAIŞê yên hov û dijminane jî serê xwe netewîne.

Em bangî Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin , da ku bi hemû îmkanên xwe gelê me li himberî van êrşên dijminan biparêzin û bersîva pêwîst bidin DAIŞê û hevalbend û piştgiren wê.

Herweha em bangî Parlamento, Serokatî, Hikûmet Herêma Kurdistanê dikin da ku hêzên pêşmerge û hemû dezgehên herêma Kurdistanê weke dezgehên yekgirtî yên fermî yên Herêma Kurdistanê bikin yek.

Sedema esasî ya ku dihêle ev êrîşên DAIŞê encam bide, tunebûna serwerîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li axa mijara madeya 140î ye. Heta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li tevaya axa Kurdistanê serwerîya xwe pêknîne ev xeterî dê hebe. Çûyina pêşmergeyên Kurdistanê yên herêmên mijara madeya 140î divê parçeyekî bidestxistina serwerîya axa mijara madeya 140î be.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymanîyê dikin , rêbidinê da ku hêzên pêşmerge bikaribin ewlekarîya navçeyên mijara madeya 140î pêk bînin û divê demildest madeya 140î bê bicîhanîn.

Em vê êrîşê, terorîstên DAIŞê û hevalbend û alîkar û piştgirên wan rûreş dikin.

Ruhê pêşmerge û 3 sivîlên ku şehîd ketine şad , cîhê wan biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin; şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-BAKUR)

PÊLKURD

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

Tevgera Demokratik a Kurdistan (TDK-TEVGER)

EM BI BIRÊZ BAYRAM BOZYEL RE NE Û DIVÊ DEMILDEST SERBEST BÊ BERDAN

08.11.2021

Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê-PSKyê , nivîskar û siyasetmedarê kurd Birêz Bayram Bozyel, îro (08.11.2021) serê sibê li Amedê, li mala xwe, ji aliyên polîsên Dewleta Tirkîyeyê ve hatiye desteserkirin.

Em desteserkirina Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê-PSKyê birêz Bayram Bozyel şermezar dikin, em bi Birêz Bayram Bozyel re ne û divê demildest serbest bê berdan.

PSK, PÊLKURD, TEVGER , PDK-BAKUR, PAK

PEYMANA LOZANÊ PEYMANEK KOLONYALÎST Û EMPERYALÎST YA NAVDEWLETÎ YE

24.07.2021

Di 24ê tîrmeha 1923an de, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymanek hate îmzekirin. Ev peyman, piştî hevdîtinên ”Konferansa Lozanê ya di derheqê Rojhilata Nêzîk” de hate îmzekirin. Navê konferansê watedar e. Ji ber ku Kurdistan welatê navendî yê Rojhelata Nêzîk e. Bi vê Konferans û peymanê, bê ku miletê Kurd di konferansê de temsîl bibe, çarenivîsa milletê Kurd hate tayinkirin û milletê Kurd û welatê wî Kurdistan di dîrokê de cara duyem hate perçekirin û dabeşkirin.

Wek tê zanîn, di 17ê gulana 1639an de, bi peymana Qesrî Şîrîn, ya ku di navbeyna Osmanî û Safewîyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du parçeyan. Bi Peymana Lozanê ku wek teyidkirina Qesrî Şîrîn e, Kurd û Kurdistan vê carê jî di asta navdewletî û di nava çar dewletan de hate dabeşkirin û Kurdistan bû welatekî kolonî ya navdewletî. Ji derveyî îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê ji nû ve hate xêzkirin. Başûrê Kurdistanê di bin manda Îngilîzan de radestî birêveberîya Iraqê; Başûr Rojavayê Kurdistanê di bin manda Fransayê de radestî birêvebiriya Sûrîyê kirin ku ev xaka Kurdistanê di bin serwerîya kolonyalîst ya Osmanîyan de bû. Dîroka sedsalîya makûs ya neteweya Kurd ya ku li ser bingehê perçebûn û dabeşbûnê form girtîye, mixabin hetanî îro jî nehatiye guherîn.

Di sedsala 20 û 21an de, li ser erdê dinyayê peymanek emperyalîst û koloyalîst wek Peymana Lozanê pêk nehatîye. Dem bi deman ev peyman weke “peymana aştîyê ya Lozanê“ bi nav bûbe jî bi vê peymanê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan binpê bûye, ji mafê netewî û heta yê mirovî jî bêpar maye. Bi vê peymanê, hîmên civata Kurd û Kurdistanê hatine tehrîbkirin. Berîya her tiştî rasterast mudaxeleyî pêvajoya netewebûyîna kurdan bûye. Sedemên bingehîn yên pirsgirêkên erdnîgarî, sîyasî, aborî, civakî, çandî û zimanî, perçebûn û dabeşbûna neteweya Kurd, bêgûman ev mudaxeleya navdewletî ye.

Berpirsên vê yekê, bêşik ne tenê dewletên kolonyalîst Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriye ne. Li gel dewletên kolonyalîst yên heremê, dewletên kolonyalîst û empeyalîst yên cîhanê ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û yan jî bûnin terefê vê peymanê jî gunehkar û berpirsên vê yekê ne.

Peymana Lozanê peymanek navdewletî ye û pêwîste di çerçeweya pirensîb û dadwerîya navnetewî de bête şîrovekirin. Loma jî, girîngîya tekoşîna li dijî Peymana Lozanê ya di asta navdewletî de, bêtir manîdar dibe. Bê gûman, di warê qada dîplomasî û huqûqa navdewletî de vatinîyên gelek girîng dikevin ser milên dewleta federe ya Başûr, dîaspora Kurd, akademîsyenên ciwan yên kurd ku di unîversîteyên welatên rojavayê de dixwînin. Ji bo van erk û vatinîyan jî pêwîstî bi lobîyek xurt, ya ji bo tekoşîna dadwerîya navdewletî , herweha pêdivî bi dîplomasîyek koordînekirî û bi istîqrar heye. Dîsa di vê qadê de, pêwîstî bi xebatên akademîk yên bi zimanên cuda heye.

Neteweyê Kurd heta îro Peymana Lozanê qebûl nekirîye, îro jî qebûl nake. Lê ev helwest bi serê xwe têrê nake. Divê ev zincîrên koletîyê miheqeq bêne şikandin. Wek tê zanîn, sala 2023ê salvegera 100 salîya Peymana Lozanê ye. Pêwîst e hemû rêxistin û partîyên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî de, ji bo çalakîyên protestokirina salvegera 100 salîya Peymana Lozanê amade bin. Ji bo peymana Lozanê di sergoyê dîrokê de bihê binaxkirin, divê em bi rûhekî seferberî têkevin nav têkoşîn û hewldanên pir alî. Di vî warî de, erk û vatinîyên dîaspora kurd gelekî girîng in. Xebatên dîplomasî û yên lobîya kurdî, konferans û sempozyûmên navnetewî pêwîst in. Di serlêdanên NY û dezgehên din yên navneteweyî de, tekoşîna huqûqî û dadwerîyê, di pêvajoya protestokirinê de çalakîyên bingehîn in.

Di 98 salîya Peymana Lozanê de, em wek partî û tevgerên kurdistanî û wek milletê Kurd, ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin. Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine ya jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqîya dîrokî vekşînin û mafê dewletbûyîna miletê kurd qebûl bikin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK),

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger),

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK),

Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur).

Pêlkurd

KÜRT AİLELERE YÖNELİK YAPILAN IRKÇI SALDIRILARI LANETLİYORUZ!

23.07.2021

Türkiye metropollerinde yaşayan Kürt ailelere yönelik saldırılar devam ediyor. Son günlerde Afyon, Konya ve Ankara’da kimi ırkçı Türklerin Kürt ailelere yönelik insanlık dışı saldırılarına tanık olmaktayız.

Türkiye Devleti yöneticilerinin bu saldırıların gerçek hedefini tersyüz etme, münferit saldırılarmış gibi gösterme çabalarına rağmen, saldırganların attıkları sloganlar, söyledikleri sözler ve yapılan küfürler, tümüyle ırkçı ve Kürt düşmanı içerikte olmuştur.

Benzer içerikteki saldırılar daha önceleri de Türkiye’nin değişik illerinde gerçekleşmiş, ama saldırganlar hep cezasız bırakılmışlardı.

Bu tür ırkçı saldırılar, aslında Türkiye Devleti’nin izlemiş olduğu Kürt karşıtı, şoven siyasetin ve uygulamaların bir ürünüdür.

Türkiye Devleti’nin her kademedeki yöneticileri, güvenlik güçleri, basın ve yayın organları, eğitim sistemi, söz konusu ırkçı saldırıların başat sorumluları ve suç ortaklarıdır. Aynı şekilde, bu saldırılara sessiz kalan muhalefet partileri, sivil toplum kuruluşları ve şahsiyetler de bu saldırıların sorumluluğuna ortaktırlar.

Türkiye’yi yönetenler ve Kürt milletine düşman güçler şunu iyi bilmelidirler ki, Kürt milleti bugüne kadar hiçbir jenosid, katliam, ölüm, zulüm ve zorbalığa boyun eğmedi ve bundan böyle de hiçbir işgalci, ırkçı güce boyun eğmeyecektir. Hiçbir saldırınız ülkemizin özgürlük, kurtuluş ve bağımsızlığını engelleyemeyecektir.

Bugün Türkiye şehirlerinde Kürtlere yönelik gerçekleştirilen ırkçı saldırıların Kürt milletine karşı yürütülen sistemli jenosidin bir devamı olduğundan kuşkumuz yoktur.

Bu insanlık dışı saldırılara karşı atılması gereken ilk adım, halkımızın milli ve yurtseverlik temelinde kuracağı kapsamlı işbirliği ve ittifaktır. Ve bu konuda bütün Kürt, Kürdistani parti, örgüt, grup ve kurumlar tarihsel bir görev ve sorumlulukla karşı karşıyadırlar.

Öte yandan Türkiye’deki tüm insan hakları savunucularına, özgürlükçü, demokrat güçlere de bu saldırılara karşı sessiz kalmamaları için çağrıda bulunuyoruz. Kürt halkına yapılan bu saldırılar aynı zamanda sizlerin özgürlüğüne ve geleceğine yöneltilmiş saldırılardır. Irkçılık bir insanlık suçudur ve her milletin gelişimi ve onurlu yaşamı önündeki en büyük engellerden biridir.

Biz aşağıda imzası bulunan 5 parti ve hareket olarak Konya’da ırkçı ve hoyratça gerçekleştirilen saldırıda katledilen Hekim Dal’ın ailesine başsağlığı, yaralılara acil şifalar diliyoruz.

Bu ırkçı, insanlık dışı saldırıları lanetliyoruz.

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR

EM ÊRÎŞÊN NÎJADPEREST YÊN LI SER MALBATÊN KURDAN RÛREŞ DIKIN!

22.07.2021

Êrîşên nîjadperestî yên li ser Kurdên li metropolên Tirkîyeyê berdwam in. Di van çend rojên bihurî de li bajarên Afyon, Konya û Enqereyê, n3ijadperestên Tirk êrîşên nemirovane birin ser malbatên kurdan û di encamê de li Konyayê bi navê Hakim Dağ Kurdek hate kuştin û li sê bajaran gelek kes jî ji malbatên cuda cuda birîndar bûne.

Her çiqas rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dixwazin sedemê van êrîşan berovajî bikin û wek êrîşên munferît nîşan bidin jî, pir aşkereye ku, ew kesên van êrîşan kirine bi slogan, gotin û çêr û dijûnên nîjadperestî yên li dijî kurdan êriş pêk anîne.

Ev êrîşên bi vî rengî pêştir jî rûdabûn û tu kes ji ber van êrîşan nehatibûn ceza kirin.Di her êrîşê de hêzên ewlekarîyê yan çavên xwe ji êrîşkaran re girtine, bêdeng mane, yan jî rê ji erîşkaran re xweştir kirine.

Ev êrîşên nîjadperestî berhemên sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya şowen ya li dijî kurdan e. Ji ber ve rastîyê jî hemû rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, dezgehên ewlekarîyê, dezgehên çapemenî û ragehandinê, sîstema perwerdehîyê ji van êrîşan berpirsiyarin, tawanbarin. Herweha hemû partîyên mixalefetê, dezgehên sivîl û kesayetên navdar yên li himberî van êrîşan bêdeng dimînin jî ji van êrişan berpirsiyarin.

Divê rayedarên dewleta Tirkîyeyê jî, hêzên nîjadperest yên dijminê miletê kurd jî baş bizanibin ku, miletê kurd ê heta îro serê xwe li himberî tu jenosîd, qetîam, kuştin, zilm û zordarîyê netewandîye û dê ji îro pê ve jî serê xwe li himberî dagirker û nîjadperestan netewîne.

Em baş dizanin ku ev êrîşên ku li bajarên Tirkîyeyê li ser kurdan têne kirin, berdewamîya sîyaseta jenosîdkar a li ser miletê kurd e.

Em di wê bawerîyê dene ku, gava yekem ya li himberî van êrîşên nemirovane, hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ye û di vê derbarê de berpirsyarîyeke dîrokî li ser milên hemû partî, rêxistin, grûp û dezgehên Kurdan, Kurdistanîyan e.

Em bangî parastvanên mafê mirovan û hemû hêzên azadîxwaz, demokrat, ealet parêz yên li Tikrîyeyê dikin da ku li himberî van êrîşan bêdeng nemînin.Êrîşên li ser gelê Kurd, di eynî demê de êrîşên li ser azadî û pêşeroja we ne jî. Herweha nîjadperesti tawaneke li dijî mirovahîyê ye û rê li ber pêşketin û jîyaneke bi rûmet a her miletî jî digire.

Em wek 5 partî û tevgerên kul i xwarê navê wan hene, sersaxîyê ji malbata Hekim dal re, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Em van êrîşên nîjadperest û nemirovane rûreş dikin.

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR