Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

Author: admin

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ PDK BU 71 SALÎ

16.08.2017

71 salîya damezrandina Partî Demokrat a Kurdistan li tevayê Kurdistanîyan pîroz bê.

Herweha bi bîranîna damezrandina PDK re, em roja dayikbûnê ya Serok Mesud Barzanî ji dil pîroz dikin. Serokê hêja berdewamî û dîyarîya Mehabadê ye.

Di dirêjeya dîroka xwe de PDK nûnerîya tevgera neteweyî ya Kurdistanê kirîye. Di damezrandin û birêvebirina yekem Komara Kurdistanê li MEHABADÊ, di meşa dîrokî ya çuyîna Sowyetê, di birêvebirin û hunandina Şoreşa Îlonê di lixweve gera Şoreşa Gûlanê de û her weha îro di hunandin û birêvebirina Giştpirsîya ku di 25 Îlonê de dê pêk werê, rol û şopa PDK li ber çava ye û çarenivîssaz e.

Rêzgirtin û pabendbûna li hêjayîyên neteweyî, hildana alaya serbixwebûnê ye. Baştirîn xelat ji bo cangorîyên rêya azadîyê Kurdistana serbixwe û Azad e.

Em Kurd û gelê Kurdistanê di azmûna miletbuyînê de, ber bi 25 Îlonê ve, li bona şadkirina giyanê pak yên şehîdan, ji bona bermayekî hêja ji yên di pey xwe re bihêlin di têkoşîneke dîrokî de ne, encam ya biserketin ya biserketin e.

PDK-BAKUR

52 SALÎYA PDK-BAKUR LI KURD Û KURDISTANÎYAN PÎROZ BÊ!

11.07.2017

Kurdistanîyên hêja,

Partîya me 52 sal berê ji alîyê şehîdê gorbihişt Seîd Elçî û çar hevalên wî yên qedirbilind ve, roja 11ê Tîrmeha 1965an li Amedê hat damezrandin. Ji wê rojê heta îro Partî, xwe wekî partîyeke netewî û demokratîk dide pênasîn, azadîya her çar parçên Kurdistanê diparêze, û nirx û têkoşîna lehengê netewî nemir Mele Mistefa Barzanî ji bo xwe wekî rêbaz dipejirîne.

Partîya me, di 1965an de wekî yekemin sazîya netewî ya siyasî ya nûjen ya li bakurê Kurdistanê, di bin mercên gelek giran de hat damezrandin û bi fedakarîyên mezin li hember dagirker û mêtingeran dest bi têkoşînê kir. Bi tevî hemî asteng û bêderfetîyan, Partî di demek kurt de li seranserê bakurê Kurdistanê deng veda, rêxistina xwe pêk anî û bû hêvîya azadîyê ya gelê me.

Bêgûman neyarên gelê Kurdistanê jî ji bo Partîya me ji holê rakin bi her awayên qirêj êrîş birin ser wê. Şehîdkirina serokê Partîyê Faîk Bûcak yek ji wan êrîşên bêbextane bû. Zindankirin û darizandina sekreterê giştî Seîd Elçî û kadroyên partîyê jî herweha bi mebesta temirandina agirê azadîxwazîyê bû. Lêbelê, wan lehengên Kurdistanê bi serbilindî mafê kurdan û Kurdistanê parastin û dadgeha dagirkeran bir sere wan de anîn xwarê. Ew helwesta dîrokî ya Seîd Elçî û hevalên wî, ji bo her kurdeke welatparêz dê her dem bibe cihê serbilindîye.

PDK-Bakur, bi dirêjayîya van 52 salan, tim mafê gelê Kurdistanê yê çarenûsîyê parastîye; bi hemî partî, rêxistin, derdor û kesayetîyên Kurdistanî re her dem têkilîyên birayetîyê danîye, û bi tevî her awayên êrîş û lîstokên neyarên Kurdistanê jî, ji dev ji vê doza pîroz bernedaye.

PDK-Bakur îro jî li ser rêça damezrênerên xwe yên 1965an dimeşe, û di serî de Barzanîyê nemir, ji bo pêkanîna xewna serok û rêberên gelê me ya Kurdistanek serbixwe xebata xwe didomîne.

Yan Kurdistan Yan Neman!

PDK-BAKUR

DAXUYANÎ JI BO ÇAPEMENÎYÊ

06.07.2017

Li ser biryara Kongreya 12 ya PDK-Bakur, Rêvebiriya Partiyê, di 14ê Nîsana 2017 an de, ji bona vekirina Partiya Demokrat a Bakurê Kurdistanê (PDK Bakur) ya legal, bê kêmasiya belgeyan, serî li Wezareta Karûbarên Hundur da. Mixabin heta niha bersiveke wergirtina serlêdanê li me

venegeriyaye. Bersiva diviyabû demildest bigihê destê me, ji ber taybetiya pirsa Kurdistanê û ji ber rewşa awarte, bi derengî hat xistin. Jixwe, weke pirraniya karûbarê vê dewletê, ev helwest jî bê huqûqî ye.

Bersiv çendî dereng bimîne û rengê bersivê çi dibe bila bibe, kar û xebata welatperweriyê ranaweste, her weha divê em xebata xwe li hêviya bersivê nehêlin.

Pirraniya kesên navên xwe li bin belgeyên serlêdanê danîne û îmzeyên xwe avêtinê, di 06/07/2017an de, roja pêncşemê civiyan. Civîn, bi rawestana rêzgirtina li giyanên pak yên cangoriyên têkoşîna rizgariya Kurdistanê dest pê kir. Bi rojeveke kurt civîna yekem ya PDK Bakur gihîşt encamê û biryarên li jêr rêzkirî hatin standin:

Hemîd Kilicaslan bi yekdengî ji bo berdevkiya PDK Bakur hate hilbijartin. Her weha, di civînê de, bi desnîşankirin, Komîteya Birêvebirinê ku ji Av Haydar Çirkin, Av Hişyar Ozalp, Karmend Mahmud Dag û Zelal Dinler pêkhatî hate damezrandin.

Civînê piştgirî û alîkariya pêvajoya serbixwebûna Kurdistanê û giştpirsiya serbixwebûnê ya di 25ê Îlona 2017’an de dê pêk bê, wek erkekî nîştîmanî li qelemê da û pejirand. Her weha, Civînê destnîşankir ku giştpirsiya li Başûrê Kurdistanê dê bandoreke erênî li her aliyê Kurdistanê bike û dê bibe ji hev vekirin û naskirina hestên welatperwerî û yên li dijî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê.

Civîn li ser tevger û bizava bi nave ‘yekkirina’ PDK, bi hûrgilî rawestiya. Hinek dest û aliyên ku bi welatperweriya Kurdistanê re li hev nakin, hêjayiyên pîroz yên Kurdistanê, ji bona armanc û berjewewendiyên xwe yên erzan bikar tînin. Em bi tundî li hemberî bêrûmetkirina hêjayiyên Kurdistanê û ji bo pakkirina gend û gemara kesan, bikaranîna nave Serokê hêja ne.

Desthilatdariya Kurdan ya li Hewlêra paytext tov û bingehê azadî û rizgariya Kurdistanê ye. Xêrnexwaz û neyarên Kurdistanê, li hemberî deshilatdariya Hewlêrê, bi tevaya hêz û karînên xwe li hev dikin. Di kesayetiya Serokê Hêja Mesûd Berzanî de, bi eşkereyî êrîşên dijwar dibin ser berjewendiyên Kurd û Kurdistanê. Civînê parastina Desthilatdariya Hewlêrê wek karekî nîştîmanî pejirand. Ji bona her cûre alîkariyê amadebuyina xwe diyar kir.

Li ser navê PDK-Bakur

Hemid Smailaxa

Diyarbekir

DAXUYANIYA PARTIYA ME YA DERBARÊ ÇÊKIRINA PDK’YEK SEXTE

20.06.2017

Piştî agahîyên wek dê civînek li otêlaka li Amedê bête li dar xistin da ku PDK’yek sexte bête avakirin, me pêwîst dît ku em vê daxuyanîye bi raya giştî ya welatparêz re parve bikin. Partîya me wan kesên ku di vê lîstokê de cih distînin nas dike û dizane ew xwe dispêrin kuderê. Hinek ji wan kesên hanê berê di nav rêzên partiya me de cih standibûn û piştî ku rûçikê wan eşkere bû ji partiyê hatibûn avêtin. Di nav wan kesan de, gelek tawanbarên wek yên ku pêrên ji bo alîkarîya Şoreşa Gulanê hatibû berhevkirin dizî kiribûn bigre, heta bi yên ku bi dewleta dagirker re di nav têkilîyên organîk de bûn hebûn. Hinek din ji wan kesan jî, di temenê xwe de yek rojek jî di têkoşîna kurdan de cih nestandine, yên din, welatparêzîya wan bes girêdayî alîkarîya aborî ya ji Başûr ve ye, û eger ku perê li ser wan qut bibe, gefan dixwun ku dê dev ji grûba xwe ya siyasî berdin. Van kesan çend nas û dostên xwe û hinek welatparêzên dilsoz ên ku xapandine li dora xwe dicivînîn, xwe wekî PDK didin nasîn û bi vî awayî dixwazin hinek qedr û qîmet bi dest bixin. Vanan heta duhî hevûdû bi xiyanet û dizekiyê tawanbar dikirin, lê îro ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî carek din hatine cem hev. Ew xwe dispêrin dewleta dagirker û bi vî awayî dixwazin hebûna xwe bidomînin.

Gelê Kurdistanê hewldanên wek vanan baş nas dike. Dîyab Axa gava di tirêmbêla M. Kemal de rûdinişt, xwe wekî yekê qedirbilind didît. Lêbelê, di rastiyê de ew ketibû nav çala xiyanetê. Herweha birayên Akrewî jî di salên 1970’an de digotin ‘PDK em in’ û ji bo xatirê Sedam dev ji mafên netewî yên kurdan berdidan. Wê gavê rola Diyab Axa û Akrewîyan çi bû, îro rola van kesan jî ew e. Armanca van kesan ew e ku bêjin ‘em jî kurd in’ û bakurê welatê me heta dawiyê bê statu bihêlin. Siyaseta wan a derbarê Bakur bes ew e ku dewleta dagirker çi bide –lê ku tiştek bide- ew ê qîma xwe bi wî qasî bînin. Ji bo samîmîyeta wan a di derbarê têkoşîna Başûr jî bête fam kirin, divê mirov li wî kesî ku di civata wan de li serî rûdinê binêre. Ew kes, mirovek di asteka wisa nizim de ye ku dikariye dest dirêjê wî perê bike ku piştî nijadkujiya Helebçê ji bo pêşmergeyan û gelê Başûr hatibû berhevkirin. Ew mirovê ku perên ku ji bo kampa Mêrdînê hatibû berhevkirin û mûçeyên pêşmergeyan bi perê qelb re guhartibû û pêre wan xwaribû, îro li seriya civata wan hatiyê rûniştandin, û yên din ê li civatê, bi tevê ku vê rastiyê zanin jî, dengê xwe nakin. Ev yek bixwe dertîne holê ku ev civata hanê bi çi rengî ye. Em vê pêkhatina hanê, armanca wê û exlaqê wê dispêrin nirxandina raya giştî ya welatparêz -ew pêkhatina ku dikare wî mirovê ku di wan mercên giran de ku gelê me dihat qirkirin, karibû wê gendelîyê bike, tîne li seriya civata xwe dide rûniştandin. Begûman, pêkhatineka ku mirovek wisa di nav de qedirbilind be, û kesên din jî, bi tevê ku rastiyê dizanin, li hember tawanên wî bêdeng dimînin, bes dikare xisarê bigihîne doza Kurdistanê. Partiya me wan tawanan ne ji bîr kiriye û ne jî lê borandiye. PDK-Bakur di wê baweriyê de ye ku, xebatên yekîtîyê ku ji ber mecbûriyetê têne meşandin û li ser berjewendiyên şexsî hatine avakirin nikarin tu sûdê bigihînin dozê.

Divê bête zanîn ku, PDK-Bakur û welatparêzên kurd, heta parçeya bakurê Kurdistana me bigihîje mafê xwe yê çarenûsiyê, dê têkoşîna xwe bi biryardarî û bê tawîz bidomînin; dê vê têkoşînê jî li gor exlaqê kurdan bimeşînin, û berhemê vê têkoşînê jî dê azadiya netewa me be. PDK-Bakur, ji ber ku bi avahî û bîrdoziya xwe ve yekpare ye, bi tu partî û pêkhatinên din re yekîtiyê çê nake. Lêbelê, ew amade ye ku hevkariyê bike bi hemî sazî û pêkhatinan re yên ku mafê çarenûsiya kurdan diparêzin. Banga me ya li wan kesên navbûrî jî ew e ku, bila ji wê çalê derbikevin û bes xisarê bidin netewa me. PDK-BAKUR

PDK-BAKUR GÜNEY KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIK YÜRÜYÜŞÜNDE ATTIĞI ÖNEMLİ ADIMI KUTLAR

10.06.2017

7 Haziran günü Güney Kürdistanlı siyasi partilerin temsilcileri, Başkan Barzani başkanlığında self-determinasyon hakkının kullanımı anlamına gelecek olan bağımsızlık referandumu konusunu görüşmek üzere toplandı ve halkımızın tarihinde bir dönüm noktasına tekabül eden kararı aldı.

Toplantı sonucuna göre ülkemizin Güney parçasında yaşayan halkımız 25 Eylül günü sandık başına giderek kendi geleceklerini belirleyecek oyu kullanacaktır.

Bu karar, Ölümsüz liderimiz Mustafa Barzani’nin bir amaç olarak güneyli halkımızın önüne koyduğu bağımsızlık hedefine her zamankinden çok daha fazla yakın olduğumuz, bağımsızlık mücadelesinde yeni bir aşamaya geçtiğimizi gösteriyor.

Ayrıca karar metinine göre , bağımsızlık referandumu ülkemizin Kerkük, Xanekin, Şingal gibi şu anda Kürdistan Bölge Hükümetine ( Kürdistan Federe Devleti) bağlı olmayan ve “ihtilaflı alanlar” olarak bilinen bölgeleri de kapsamaktadır. Bilindiği gibi 2005 yılında yürürlüğe giren Irak anayasasının ilgili hükümlerine göre en geç 2007 yılında söz konusu alanlarda önce nüfus sayımı daha sonra ise Kürdistan Federe Devleti’ne katılım konusunda referandum yapılacaktı. Kürdistan yönetiminin bütün ısrarlı taleplerine rağmen merkezi hükümet anayasa hükmünün uygulanmasını engelledi. Bu noktadan sonra Irak merkezi hükümetinin adı geçen alanlarla ilgili hükümranlık iddiaları gayri meşru olduğu gibi ilgili anayasa hükümlerinin uygulanmasına fiili ve hukuki olarak gerek kalmamıştır.

Bağımsız Güney Kürdistan sürecini ustalık ve sabırla yöneten sayın başkan Mesud Barzani’nin ortaya koyduğu milliyetçi irade, ülkemizin diğer parçalarındaki halkımıza dayatılmak istenen umutsuzluk psikolojisini paramparça etmiş, Kürdistanlıların kararlı durdukları takdirdi sömürgecilerini alt edebileceklerini ispatlamıştır. Başkan Mesud Barzani’nin milliyetçi pratiğinin güneyli bütün siyasi tarafları bağımsızlık sürecine dahil etme stratejisine dayanması, bize bir kez daha ulusal kurtuluş mücadelesinde ulusal birliğin önemini göstermiştir . PDK-Bakur olarak Başkan Barzani’nin basiretini ve kararlılığını özellikle selamlıyoruz.

Partimiz PDK-Bakur, Self-determinasyon hakkının bütün parçalardaki Kürdistan halkının uluslarası hukukta kaynağını bulan meşru hakkı olduğunu savunur. Bu bağlamda partimiz, Güneydeki halkımızın, self-determinasyon hakkını barış içerisinde tehdit ve saldırılardan uzak, sorunsuz olarak kullanabilmesini diler.

Sömürgeci TC devletinin dışişleri bakanlığı, Güney Kürdistan halkının iradesine saygı duymayarak bağımsızlık referandumu kararını “vahim” olarak nitelendirerek eleştirdi. Öyle anlaşılıyorki TC , elinden geldiği ölçüde Güney Kürdistan’ın bağımsızlık atılımını engellemeye çalışacaktır. TC, alışkanlıklarına uygun biçimde ülkemizde işgalci konumunda bulunan diğer sömürgeci devletler olan İran, Irak ve Suriye’yle ortak hareket etmek için uygun şartları oluşturma yoluna gidecektir.Sömürgecinin bu tavrı bize gösteriyorki Güney Kürdistandaki kazanımların korunmasının ve ileriye taşınmasının yolu, kuzeyde sömürgeciye yaltaklanmaktan değil milliyetçi mücadeleyi yükselterek, anti sömürgeci siyasete uygun yapılanmaktan geçmektedir.

Partimiz PDK-Bakur, üyelerinin gerek bağımsızlık referandumu gerekse daha sonra ortaya çıkması muhtemel bağımsızlık kararının uygulanmasına karşı çıkacak bütün dış ve iç güçlere karşı kanlarının son damlasına kadar mücadele edeceğini şimdiden deklere eder, bağımsızlık yürüyüşünün bu önemli adımını atan Güneydeki halkımızı ve onların siyasi temsilcilerini kardeşçe tebrik eder.

XEBAT JI BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊ!

PDK-BAKUR

KAMUOYUNA

25.04. 2017

Bugün (25.04.2017) sabah iki sularında sömürgeci TC devleti Güney Kürdistan’ın Şingal ve Güneybatı Kürdistan’ın Qaraçox bölgelerini savaş uçaklarıyla bombardımana tabi tutmuş ve can kayıpları vuku bulmuştur.

Öncelikle sömürgeci devletin ülkemize bu saldırıları uluslararası hukuka açık bir biçimde aykırıdır. Gerekçe ne olursa olsun bir devletin bir başka devletin ülkesine askeri müdahalesi devletlerin ülkeleri üzerindenki egemen olmaları ilkesinin çiğnenmesidir.

Kaldı ki sömürgecinin saldırılarına maruz kalan Güney ve Güneybatı Kürdistan’da otorite Kürdistanlılardır. Sömürgecinin bu saldırıları Kürdistan’ın bağımsızlaşma hedeflerini geriye taşıma amacı gütmektedir. Uluslararası camianın sömürgeciye kuvvetli tepki göstermesini, BM’nin saldırgan sömürgeci devlete karşı yeterli yaptırımları uygulamasını talep ediyoruz.

Şingal’de meşru Güney Kürdistan yönetiminin otoritesini tanımayan PKK’nin olumsuz tavrı her ne kadar sömürgecinin saldırgan tavrını haklı çıkarmaya yetmezsede PKK’yi bu tavrından vazgeçmeye çağırıyoruz. PKK’nin Şengalde sivil alanlara yakın üslenmesi zaten ciddi bir felaketten geçmiş Şengalde sivilleri saldırılara daha da açık hale getirmektedir.Ayrıca meşru Kürdistan ordusunun hakimiyetindeki bölgede üsler kurmak Kürdistanın daha da parçalanmasına yol açmaktadır. Bu durum Kürt nüfusun bölgeye dönmesini engellediği gibi bölgenin iyice Kürdsüzleşmesiyle ve virane hale gelmesiyle sonuçlanacaktır. Bu tavrı Kürdistanilikle açıklamak olanaksızdır. Bu nedenle PKK’nin sorumlu davranarak Şengali derhal boşaltması ve Kürdistan ordusuna terketmesi gerekir.

Saygılarımızla.

PDK-Bakur

BANGAWAZÎ JI BO PARTÎYÊN SÎYASÎYÊN KURDISTANÊ Û DEZGEHÊN RAGIHANDINÊ

08.04.2017

Raya giştî baş agahdare ku partiya me PDK-Bakur, ji bo pêkanîna biryara Kongreya 11.mîn, roja 25.03.2017an li bajarê Diyarbekirê Kongreya xwe ya 12.mîn kom kiribû. Di kongreyê de siyaseta partiya me ya nû hate destnîşankirin û birêvebiriyeke nû hate hilbijartin.

Di Belavoka Encamnameya Kongreyê de, me bang li hemû rêkxistinên siyasî yên Kurdistanê kir û da xuyakirin ku birêvebiriya berê ne rewa ye û divê kes li ser navê partiya me bi wê rêveberiyê re pêwendiyan daneyne û heger deyne jî ew yek derveyî rêbazên siyasî ye. Li beramberî vê yekê jî, em dibînin ku tevgerên kurdî yên siyasî li ser navê partiya me, bi wê rêveberiya berê re pêwendiyan datînin ku ew rêveberî fermanên partiya me nas nake û piştî kongreyê tu rewatiya wan ya pêkanîna nûnertiya partiyê nema ye. Di heman demê de, li gel wan bi hevbeşî daxuyaniyan jî didin çapemenî û ragihandinê. Em careke din bang li wan tevger û rêkxistinên kurdî dikin ku ew li gora rêzikname û zagonên siyasî tev bigerin û kesên ku nûnertiya partiya me nakin, weke nûner nebînin.

Bi heman şêweyî em dezgehên ragihandinê jî hişyar dikin ku wan kesên ne rewa weke nûnerên partiya me nebînin, nebin hevparê vê sextekariyê ji ber ku ev helwest derveyî exlaqê medyayê ye.

Me sedemên Kongreya 12.mîn di aliyê hiqûqî de, bi awayekî berfereh di Belavoka Encamnameya

Kongreyê de eşkere kirine. Kesên ku rewşa niha fêm nekirine, dikarin dûbare wê belavokê bixwînin.

PDK-Bakur, piştî Kongreya 12.mîn careke din vegeriyaye ser xeta xwe ya millî ya ku li ser wê ava bûye.

Ev kesayet di aliyê siyasî de nûnertiya partiya me nakin û em jî ne berpirsyarê tevger û helwestên wan in.

Tevger û rêkxistinên siyasî û dezgehên ragihandinê yên ku em bang li wan dikin, dibin sedema tevlîheviyekê û xizmeta Tevgera Rizgarîxwaza Netewî ya Kurdistanê nakin.

Em helwesta van saziyan ya ku rewatiya partiya me dike mijara gotûbêjê pêşkêşî raya gelê Kurdistanê yê welatparêz dikin.

PDK-Bakur

KÜRD SİYASİ PARTİLERİ VE KURUMLARININ GAYRİMEŞRU TOPLULUKLARI DİKKATE ALMAMASI ÜZERİNE PARTİMİZİN BEYANATI

08.04.2017 

Kamuoyunun çok iyi bildiği gibi partimiz PDK-Bakur 11. Kongrede aldığı kararı uygulamak için 25.03.2017 tarihinde Diyarbekir şehrinde 12. Kongresini toplamıştı. Kongrede partimizin yeni dönemdeki siyaseti belirlendiği gibi yeni parti yönetimi de seçilmişti.

Kongre Sonuç Bildirgesi’nde Kürdistan’daki siyasi organizasyonlara seslenilerek, eski yönetimin gayri meşru olduğu ve partimiz adına eski yönetimle ilişkiye girilmesinin siyasi kurallara aykırı olduğu hususu ifade edilmişti. Buna rağmen Kürt siyasi hareketlerin, partimiz adına parti talimatlarını tanımayan ve kongreden sonra partimizi temsil yetkisi kalmayan eski yöneticilerle ilişkilendiği, ortak basın toplantısı düzenlendiği görülmüştür. Söz konusu Kürt hareketlerine bir kez daha çağrı yapıyoruz; siyasi kurallar ve teamüllere uygun davranın, siyasi anlamda gayri meşru bu topluluğu partimiz adına muhatap almayın.

Bu vesileyle aynı kişilere partimizin temsilcisi gibi yer veren medya kurumlarını da uyarıyoruz; bu sahtekarlığa ortak olmayın, bu davranışınız basın etiğine aykırıdır.

Hukuki anlamda 12. Kongrenin gerekçelerini Kongre Sonuç Bildirgesi’nde detaylı olarak açıklamıştık. Mevcut durumu anlamayanların bildirgeyi tekrar tekrar okumalarını tavsiye ederiz.

PDK-Bakur , 12. Kongreden sonra kendisini var eden milli çizgisine geri dönmüştür. Partimizi temsil etme yetkisi olmayan bu şahısların siyasi anlamda teslimiyetçi yaklaşımları bizi bağlamamaktadır. Yukarıda kendilerine çağrı yaptığımız siyasi hareket ve basın organları kafa karışıklığına neden olmakta ve Kürdistan milli kurtuluş mücadelesine hizmet etmemektedir. Partimizin meşruiyetini tartışmaya açmak için özel çaba sarf eden bu kurumların tutumunu yurtsever Kürdistan halkının takdirine sunuyoruz.

PDK-Bakur

BASINA VE KAMUOYUNA

07.04.2017 

Son günlerde Kerkük’te Ala Rengîn’in resmi bayrak olarak tüm kurumlarda zorunlu hale getirilmesine ilişkin bir açıklama yapmak zorunlu olmuştur. Bilinsin ki  Kerkük  Kürdistan’ın bir parçasıdır. Coğrafi olarak ne Türk anakarası ile ne de Arab anakarası ile bağı yoktur. Türk hükümeti daha önce elinde tuttuğu Kerkük ve genel olarak Musul’a ilişkin hak iddialarından Kürt çoğunluğa sahip olduğu için kendi isteği ile ve özgürce feragat etmiştir. Buna ilişkin Ankara antlaşmasını TBMM 1926’da onaylamıştır. Yani Türk devletinin bir hak iddiası olamaz.  Bağdat ile Kürtler arasında imzalanan 1970 Mart özerklik anlaşmasının bozulmasının temel nedeni de Kerkük şehridir. Kürtlerin o tarihten Raperin ayaklanmasına kadar verdiği yüzbinlerce şehidin temelinde Kerkük vardır. Diktatörlüğü devrilmesinden sonra yürürlüğe giren Irak Anayasa’sının 140. maddesi Kerkük’ün Kürdistan’a bağlanıp bağlanmayacağına ilişkin olarak en geç 2007 yılının son ayında referandum düzenlenmesini emretmektedir. Ancak maddenin uygulanması yıllardır Bağdat hükümetince çeşitli oyunlarla engellenmiştir. Irak iç hukuku bu şekildedir. Bilinsin ki Kerkük tarihi olarak da Sümerlilerin 3000 yıl önceki kitabelerinde o bölgeyi andığı şekliyle bizim Kardaka’mızdır. Yani Kürdistan ülkesidir. Coğrafya, hak, uluslararası hukuk ve tarih böyle bu şekildedir. 

Kerkük İl Meclisi ve sayın Valisi’nin Kürdistan bayrağını göndere çekmesi tarihi, coğrafi ve hukuki bir hakkın tesliminden başka bir şey değildir. Hal böyle iken Türk hükümetinin Kerkük nedeniyle Kürdistan hükümeti ve sayın Barzani’yi tehdit etmesi kabul edilemez. Üstelik bu hükümet her vesileyle serbest seçim ve milli iradeden bahseden bir hükümettir. O halde Kerkük halkının iradesini temsil eden Kerkük meclisinin kararından neden rahatsızdır. Türk hükümeti kafa karışıklığı içindeyse TBMM’nin onayladığı ve seleflerinin de altında imzasının olduğu Ankara Anlaşmasını çıkarıp tekrar okuyabilir. Kerkükteki Türkmen kardeşlerimizin milli haklarının Kürdistan hükümetince gözetileceğine ilişkin en ufak bir şüphemiz yoktur. Zaten böyle yapmazsa en başta biz Kürt halkı karşı çıkarız. Türk hükümeti Kerkükteki Türkmen kardeşlerimiz için endişeleneceğine kendilerinin halihazırda yararlandığı milli hakların bir kısmını (örneğin anadilde eğitim öğretim hakkını) ülkesinde yaşayan ve Türk olmayanlara tanırsa kendi iç sorunlarının bir kısmını belki çözebilir. Bu vesileyle Kürdistan hükümetini ve halkını hedef alan, hak iddiasından bile yoksun, kaba tehdit dili kabul edilemez.  

Bu arada her vesileyle kendilerini Kürdistani parti ve Barzanici diye tanıtan, bundan geçinen,  gerçekte ise Türk hükümetinin kuyrukçuluğunu yapan oluşumların bizzat Kürtlere ve Barzani’ye yönelen bu tehditlere sessiz kalmasını nitelikli susma diye değerlendiriyoruz. Bu bir tercihtir.

Herkes bunların gerçek yüzünü görsün. Saygılarımızla 

PDK-BAKUR

KONGREYA PDK-BAKUR BIDAWÎ HAT. ENCAMA KONGREYA 12an YA PDK-BAKUR

28.03.2017

Partiya me PDK-Bakur, roja 25/03/2017an, ji aliyê endamên Partiyê, ji bona lipeyçûn û bicîhkirina biryarên Kongreya 11an, bi beşdariya 112 delegeyan û ji bo polîtîkaya dema nû û bi dûrişma “Xebat Ji Bo Serxwebûna Kurdistanê” civiya. Kongreya me bi maneya têgeha cara yekê, xwediyê dewlemendiyê bû. Kongreya 12an, di dîroka Partiya Bakurê Kurdistanê de cara yekê ye ku li Diyarbekirê civiya. Di gel vê yekê Partiya me ya ku ji aliyê (gorrbuhişt) Saîd Elçî û hevalên wî, di sala 1965an de li Diyarbekirê hate damezrandin, cara yekê ye ku li heman bajarî Kongreya xwe pêk anî. Ji bilî vê yekê, Partiya me, Kongreya xwe ya 3yan li Çiyayê Cûdî, li Bakurê Kurdistanê pêk anî, dîsa Kongreya xwe li Bakurê Kurdistanê pêk dihîne. Kongreyê bi rêzgirtina li giyanê cangoriyên Kurdistanê û bi Sirûda Neteweyî dest pê kir. Piştî peyva ji hêla Komîteya Amadekar ku nivîşkê Kongreya me bû û pîştî peyam û gotinên nûner û berpirsên hêz, partî, rêxistin û kesayetiyên polîtîk, dom kir. Piştî xatirxwestina mêvanan, bi tesbîtên di Kongreyê de, yên ji aliyê delegeyên beşdar ve li ser rewşa polîtîk ya welatê me û bi peyrew û pêdiviyên Partiya me, Kongre gihîşt encamên li jêr rêzkirî.

A) Hizra “Tirkîyeyîbûn”ê bûye serdestê polîtîkaya Bakurê Kurdistanê.

Li kakurê welatê me Kurdistanê, di van salên dawîn de, pîkoliya derûnî ya têkçûnê, bi awayekî sîstematîk li miletê me dihêt kirin û bandorê jî li sîyaseta bakurê Kurdistanê dike.

Polîtîkaya “Tirkiyeyîbûn”ê bi polîtîkaya PKK ve dorpêçkirî nemaye, di nav rêxîstînên xwe “Kurdistanî” binav dikin de jî, nuxumandî derdikeve pêşiya me. Weke ku dihêt zanîn, kevneşopiya Kurdan, neteweperestiya Kurd, weke “Kurdeyatî” bi nav kiriye. Belê di van salên dawîn de, li welatê me, têgihîştina neteweyîtiyê, bi hizr û bîra bi erdnîgariyê ve girêdayî, weke “Kurdistanî” bûye pêdiviyek, derketiye pêş û bi awayekî ketiye şûna “Kurdeyatîyê”. Ev guherîn disepîne ku Kurdistan, bi tenê ji Kurdan pêk nayê û di têkoşîna serbixwebûnê de, xwespartina erdnîgariyê, ji bo baldariyê rastiyek e, di cîhê xwe de ye.

Di gel dihate payin ku ev rastiya ji aliyê partî û hêzên ku di xebat û tekoşîna azadiya Miletê Kurd de têdikoşin, bi pêş de bihêt ajotin, di pêvajoyê de ev hêvî pûç bûn. Hate asteke weha, ji xeta PKK ku ji aliyê welatperweran ve, weke “Turkiyeyîbûn”ê dihate gunehbarkirin jî, bi paşketîtir man. Van aliyana di gel ku helwesteke sîyasî nedane xuyakirin, bi tenê bi xwestina daxwazên avahiyên sivîl yên civatî ve girêdayî man. Her dem di daxuyaniyên xwe de hevokên “dawî li bikaranîna zorê bihê û li maseya çareserîyê vegerîn” bikar anîn.

Tevgerên polîtîk pişta xwe bi beşên civatê yên ku nûneriya wan dikin, xurt dikin û armanca wan desthilatdarî ye. Tevgerên Polîtîk li taybetmendiyên kolonyalîstan yên ji kolonyalîzmê dihên, nedin û wan li dawîanîna statukoya heyî zorga nekin, tu caran nikarin bibin desthilatdar. Ji milekî din ve dema dibêjin “dawî li bikaranîna zorê bihê û li maseya çareserîyê vegerîn” didin xuyakirin ku bi xwe ne tevgerên polîtîk in, lê belê li xwe mikur dihên ku navbijîyê dikin.

Polîtîka zanist e. Weke her zanistiyê, rê û rêbazên polîtîkyê jî hene, Partiyên Polîtîk divê yekerîya hizrê (bîrdozî- gotin) pêk bînin û paradîgmayên li gorî yekeriyên hizrûbîrê biafrînin, projeyên alîkariya vê paradîgmayê dikin, pêşkêşî gel bikin û alîkariyê ji wan bixwazin. Tu partiyeke li gorî vê zanîna hêsan tevdigere li meydanê tune ye. Her weha li Bakurê Welatê me Partiyeke Polîtîk ya li dijî kolonyalîzmê û serbixwebûnxwaz tune ye. Li şûna vê yekê rola sereke didin sembolên bîrdoziya neteweyî ya Kurdistanê dixemilînin. Di polîtîkayê de dema sedemên heyina bîrdoziya sembolan ji holê bihê rakirin, an ne li ber çavan bin, xuya nekin, sembol jî bênirx dibin û dibin sedemên rakêşana deverên xelet. Praktîka pêk anîne bi tenê banga dawîlêanîna pevçûna di navbera PKK û kolonyalîsta de ye. Ger meriv bala xwe bidêyê, çi rexneyek, lihemberderketinek van rêxistinan dijî rêbazên PKK pêk dihîne ku xelkê me bêvî dike û dawî li têkoşîna serbixwebûna welatê me ye, tune, bi tenê xuya dike ku metot-şêweyê xebata PKK rexne dikin. Lê welatperwer dema polîtîkayê diafirînin, stratejî armanca wan e. Şêwaz di rêza duduya de ye. Pîştî van daxuyakirinan, bi awayekî zelal meriv dikare bibêje: polîtîkaya Bakurê li Kurdistanê, li ser destmêja “Turkiyeyîbûn”ê ye, rê li ber hatiye girtin. Bêsiyasetî û bêrêxistinî ji aliyê van avahiyan ve pêşkêşî miletê me dibe. Polîtîkaya li Bakurê Kurdistanê ya ku rê li ber hatiye girtin, dujminaya bîrdoziyê û xwe birêxistinê dike. Hêla nijadî ya Çepê Tirk, hêla PKK ya xwe radestkirinê didin ber ruyê xwe û afirandina polîtîkayê weke gurê manco didin pêş, kesên daxwaza azadiya gel dixwazin jî weke pêgirtiyan bi nav dikin.

Divê neyê jibîrkirin ku li ba me “Kurdistanî” bûn jî bîrdoziyek e.

B) Partiya me PDK-Bakur polîtîkaya xweradestkirinê tu caran napejirîne.

Partiya me di nav pirsgirêkên polîtîkaya Bakurê Kurdistanê de jiyaye. Beriya hemi tiştî, hatibû radeyeke ku têkiliyên xwe ji neteweperestiya Kurdistanê bibire. Ji armanca xwe ya polîtîk: Mafê Çarenivîsî (self-determination) bidûr bikeve. Rê û rêbazeke bi vê armancê ve girêdayî ne afirand, bi ser de, di gotarên xwe de ketibû bin bandora rola “Turkiyeyîbûn”ê. Bi taybetî, berî û piştî Kongreya 11, çi rexneyeke polîtîk li dagirkeriyê nehatiye kirin. Dema bajar û bajarokên Kurdistanê hatinê hilweşandin, wêrankrin bêdeng mane, di diyarkirina rewşa neasayî de, li hemberî helwestên zordarî, binçavkirin û girtinê ya ku li ser gelê me zêde buyî, bêhelwestî pejirandiye. Tew rêvebiriya kevin di daxuyaneke xwe de, bi gotina “Bila AKP destûrê zû çêbike, di wê destûrê de mafê Kurdan bide” di polîtîkaya “Turkiyeyîbûn”ê ya li welatê me bûye desthilatdar de, dîmeneke nuh vekiriye, ji ber xeta PKK bîle ji desthilatdariya dagirker re, pêşnîyaza bihevre destûr çêkirinê biriye, lê rêvebiriya Partiyê gotiye; “em têkil nabin, hûn çê bikin,”. PDK-Bakur çareseriya pirsa neteweyî di Destûra dagirkeran de nabîne, huqûqê kolonyalîstan nasnake. Ev rewşa li dijî sedemên heyîna me ye. Çareseriya Partiya me: di bin çavdêriya lihevhatinên navneteweyî de ku peymanên navneteweyî dipejirîne, di rewşeke azad û aram de, giştpirsiya cîbicîhkirina Mafê Çarenivîsiyê ye (Plebisita Self Determination). Di gel ku rizamendiya gel diparêze Partiya me, alîgirê serbixwebûnê ye.

C) Rêvebiriya Berê Nemeşrû ye.

Digel di Kongreya 11. de biryar bi yekdengî hatiye standin û bi xetê qalind binî hatiye xêz kirin “Partî di şeş (6) heyvan de, divê Partiyeke eşkere ava bike, ger di vê dema diyarkirî de, Partiya legal nehate avakirin, di nav çelûpênc (45) rojan de, divê Kongreya xwe bicivîne”. Di gel ev biryar eşkere û vekirî li ortê ye, belê Rêvebiriya Kevin ji banga bi rik ya endamên Partiyê re guhê girt û bi vê ve girêdayî huqûqê Partiyê binpê kir. Rêya bêhuqûqiyê hilbijart, li gor dilê xwe tevger ji xwe re kir ûslûba polîtîk. Bi xwe beriya civîna Kongreya me digotin; biryara Kongreyê bi tenê Serok an jî Meclîsa Partiyê dikare werbigire. Ji bona biryareke weha tune ye, Kongreya 12 ne meşrû ye. Ev danberûya wan, dide xuyakirin bê ew çendî di polîtîkayê de sivik in. Ji ber desthilatdariya herî bilind Kongre ye û Kongreya 11 ku ji xwe ev biryar girtibû, divê em diyar bikin ku ji bona civandina Kongreya 12, pêwîstî bi tu biryareke din tune ye. Desthilatdariya Birêvebirinê bi tenê cîbicîhkirina biryara Kongreyê bû. Divê bihê zanîn; organeke Partiyê, nikare biryara organeke di ser xwe re betal bike. Ango serok an Meclîsa Partiyê nikare biryara Kongreyê tune, li qelemê bide an biguherîne. Biryara di Kongreyê de, biryareke bi merc û taybetî bû, bi yekdengî desthilatdariyê di rêbazê de bi vê biryarê re ji xweber bê desthilat man. Beriya Rêvebiriya kevin diyar bike ku guh nade peyrewa Partiyê, bêyî ruxseta Partiyê, bi grûbên derveyî xwe re hevdîtinên yekbûnê bi rê ve biriye û protokolên ku Partiya me girê nade îmze kiriye. Bi ser de jî, bi kesên ji hesabdayinê ji nav Partiya me bazdane û têkiliyên wan ji Partiyê hatine birrîn re, di hevdîtinên yekbûnê de weke muxatab pejirandine û hatine ba hev. Cihê huqûq lê nemabe, meriv nikare exlaq lê bibîne û kesên exlaqê polîtîk weke pîvanê ne pejirîne, têkiliyên wan ne bi Partiya me û ne jî bi xebata rizgariya Kurdistanê re çênabe.

Mafê xweparastinê ya Rêvebiriya kevin di Kongreya 13. de he ye, ger beşdariya Kongreyê nekin, têkiliyên wan bi yekcarî ji Partiyê dihêt birrîn.

Ji îro û pê de, li gora toreya polîtîk, kes û rêxistinên bi van re danustandinê bikin, divê vê rastiyê li ber çavan bigirin.

D) “Projeya Yekkirina PDK” projeya avakirina PDK ya sexte ye.

Ji sê salan zêdetir e, xebata yekkirina PDK bi serperiştiya hin kesên ji Partiya me hatine bidûrxistin û tu têkiliyên wan bi Partiyê re nemane, bi rêve dihere. Em vê Projeyê, weke Projeya avakirina PDK ya sexte bi nav dikin. Kes û grûbên ku kolonyalîstan mahkûm nekin, dûviktiya serekê desthilatdariya wan bikin, ji daxwaza serbixwebûnê vavêr bin, ew kes û grûbên ji bo Bakur peyveke wan nemabin çi ava bikin, têkiliya wê avakirinê bi navê PDK ya pîroz re tune ye, bi tenê dikare PDK ya sexte be. Tişta dixwazin bikin ev e; deshilatdariya kolonyalîst weke li dijî Kemalîstan e nîşan bidin û dewleta kolonyalîst bi tevayî dişon, paqij bikin, daxwazên azadiya Kurdistaniyan bizmik bikin û wan di nav Dewleta Kolonyalîst de dibişêvin. Wek dihêt zanîn; bingehê hebûna Dewleta Tirk, dagirkeriya welatê me Bakurê Kurdistanê ye. Bi vê maneyê ta ku ev dagirkerî berdewam be, tu maneya veqetandina vê grûbê ji sîstema dagirkeriyê namîne. Ji ber ew parçeyê Kemalîst dihête nîşandan di statuya Welatê me ya jêr kolonyaliyê de, roleke sereke lîstiye û îro ji wê erka xwe dilîze. Ango perçeyekî sîstema kolonyalîst e. Em divê li dijî sîstemê bixwe, xebatê bikin ne ku li dijî perçeyekî di  nav sîstema kolonyalîst de. Binêrin vî perçeyê ku şêrîn li qelemê dihêt dayin çi wêranî li welatê me pêk aniye, li ber çava ye. Vê klîka di nav sîstema Kolonyalîst de, ev demeke dirêj e, desthilatdar e, ne xwediyê tu helwesteke çareserkirina pirsa Kurdistanê ye, ji çareserkirina mafên û azadiyên kesayetî yên di nav sîstemeke kolonyalîst de jî dûr e. Wek numûne: Beramberî mafê perwerdeya bi zimanê dayik ya bêtirî bîst (20) milyon Kurd, astengiyên di kar de bicîhkirina bîst (20) mamosteyên zimanê Kurdî xweş nîşan dide ku kolonyalîst ji asîmîlekirinê venegeriyane. Li dibistanên li Kurdistanê, ji zarokên Kurdan re perwerdeya zimanê Tirkî, dîroka Tirkî û çanda Tirkî dide xuyakirin ku asîmîlasyon berdewam e. Zaravê Kurdî, Dimilî, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, weke zimanên li ber wendabûyinê ye hatiye destnîşankirin. Avakirina bendav û qereqolan li Kurdistanê, bûye avakirinên xizmetguzariyên sereke. Desthilatdarên Tirk, ji bona peykerekî bê ruxset çûye, ji Ewrupayê vegerînin, bi dehên caran diherin û dihên. Belê Heskîfa ku dewlemendiya dema Navîn ya Kurda ye, heta û heta binav dikin. Hê jî desthilatdariyeke biçûk ya Kurdan tune ye. Kurdistan di dema avakirina vê Komarê de, navendeke dezgeh û bazirganiyê bû, dawî lê hate anîn. Nuha tunebûn-feqîrî li Kurdistanê bûyê êşeke gran. Kurd, di nav sînorên desthilatdariya Tirkan de kedkarên erzan in, Kurdistan jî ji bo dewlemendbûyina miletê desthilatdar kaniya maddeyê xam û enerjiyê ye. Di gel jimara bêtirî bîst (20) mîlyonan Kurd civateke jêr ya Kolonyalîzmê ye. Mafên wan ne weke mafên xaçparêzên di bin desthilatdariya Îngilîzan de ye. Kurdistan bi rêya aborî, rêvebirî û çandî dixwaze bihê tunekirin. Ewên ji projeya PDK ya sexte hêviyan dikin, ne bi tenê Partiya me PDK-Bakur her weha, bi tevayî bizava neteweyî ya azadiyê jî ji holê radikin. Em bangî hemî welatperweran dikin da ku li hemberî vê projeyê hişyar bin.

E) PDK-Bakur di referandûma (giştpirsîna) destûra sîstema kolonyalîst de birayara boyqotê daye.

Partiya me, ji ber çawayiya xwe ya li dijî kolonyalîzmê bangî gelê xwe dike; ji bona vê sîstema kolonyalîst nebin alî û li hemberî meşrû kirina talana welatê me, neçin dengdanê, giştpirsînê boykot bikin.

F) Hevkariya bi perçeyên welatê me yên din re peywîra me ya şoreşgerî ye.

Partiya me, ji bona parastina bidestxistinên li Başûrê welatê me, helwesteke pêşmergetiyê werdigire. Divê Roja li Hewlêrê hilatiye ronahiya xwe bide tevaya Kurdistanê. Lêxwedîderketina Roja li Hewlêrê erkekî neteweyî ye. Îro li Şingalê, li hemberî desthilatdarîya meşrû ya Başûrê Kurdistanê û serbixwebûnê, pejirandin û li dij derneketina dagirkeriya PKK, weke helwesta bi kolonyalîstan re ye. Dujminên Kurdistanê yên diyar ku ev kara spartine PKK û êrîşkariya wê diyar dike ku rizgarkirina tevaya Kurdistanê ne hêsa ye. Hevkariya bêtir bi Başûr re û mahkûmkirina hêzên dijnetewetiyê ji her demê zêdetir, girîngiya xwe diyar dike.

Partiya me piştgirî û alîkariyê dideTekoşîna braderên li Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe, bi PDKÎ û hêz û Partiyên Rojhilatê Kurdistanê re bî şêwazeke dîrokî hevkariyê dihûne. Ev helwest bî nerîna me ya neteweperestî re li hev dike. Li Kurdistana Başûrê Rojava, xeta PKK ya dijî netewetiyê, azadiya ku nêzîkî li miletê Kurd kiribû, bidûrxist û nehişt ku miletê me ji vî bayê ji kurdan re qenc lêhatiyî, sûd werbigirin. Partiya me li dijî wêrankirina PKK, ji bo bidestxistina derfetên sûdmend, dê bi PDK-S û Partiyên din yê Başûrê Rojava re piştgirî û hevkariyê bike.

Partiya me, bi ahenga bi nerîna PDK re lihevkirî, piştgiriya bi parçeyên din re wek erkekî daniye ber xwe, di heman demê de, di hemî qadên xebatê de, dê Partiyeke bi şexsiyet be. Huqûqê Partiyê, serbixwebûna wê û disîplîna Partiyê dê hergav li ber çavan be û bihête parastin..

H) Rêxistina Partiyê ji nuh ve dê were avakirin, rêxistina Partiyê ya hatiye pûç kirin dê ji nuh ve bihête vejandin.

Ne Rêxistina Partiya me ya kevnar û ne jî ya piştî 2013, li tu deveran li ser piyan nemaye. Hemî komîte hatine belavkirin dergehên buroyan hatine kilîtkirin. Bi gotineke edin; Partî hatiye tasfiyekirin. Di vê dema nuh de, bi hêza xwe ya xumalî û bi derfetên gelê me û bi fîdakariya kadiran, bi pêngavên hêdî, rast û di cîh de em dê ji nuh ve rêxistina Partiya xwe ava bikin. Ji hemî beşên civatê, ji hemî baweriyên olî û civatî, welatperweran, di refên Partiya xwe de birêxistin bikin. Ji hemî ol û beşên civatê birêxistinkirinê em dê partiyeke kutleyî ya neteweyî biafirînin.

I) PDK-Bakur bi Polîtîkaya bi aheng-lihevkirî dê xwe birêse

Mele Mustafa Barzaniyê Nemir serwerê Partiya me yê bîrdozî ye. Ji her demê bêtir em dê xwe li hizr û şêwaza xebatê ya Wî afirandiye, bipêçin, çawayî ya xeta xwe ya şoreşger bidin jiyandin û rêya bûyina hêza gelemperî xweş bikin. Partiya ji Xanî heta ni Nehrî, ji Nehrî heta bi Barzaniyê Nemir xeta xwe ya serbixwebûnê biparêzin û bi kolonyalîstan re lihevkirinê di deftera xwe de bi cîh nekin. Di vê helwestê de, xeta Şoreşger-Neteweyî cudahiya xwe derdixe pêş. Afirandina xwebirêxistina serbixwebûnê ya bi rikeberî û di cîhê xwe de bikaranîna amûrên tekoşînê, dihê wateya bibiryarbûna me.

Ji bona em rê nadin grûbên têkiliya wan bi xeta serbixwebûnê re tune ye, xwedîyê helwestên ku qet têkilî bi Rêbaza Barzaniyê Nemir re nemaye û bi helwestên xwe yên radestkirinê serê miletê me tevlihev dikin, em dê bernameya xebateke xurt ji we re bikin armanc. Ji bo gihîştina vê armancê: em dê civîn, konferans û bizavên werengî pêk bînin, zorê bidin weşanê, û bixebitin. Avakirina devjeniyên civakî yê berfireh peywîra me ye. Bi vî awayi têgînên; neteweyî, dijîkolonyalî, mafê çarenivîsî (self-determination), neteweyitiya li Kurdistanê dê zelaltir bibin û em dê bikaribin bi yek devokî daxwaz û bîrûboçûnên neteweyî şoreşgerî di nav kadirên xwe de bikin zimanê hevpar û bibin xwediyê refleksên şoreşgerî.

Hin kes û aliyên ku alîkarî pêşkêşî Partiyê nekirine, her dem, hin bûyerên di dîroka Partiya me de rûdane, hercar, hercar germ dikin dihînin rojevê, pê bikêrnehatina xwe vedişêrin û dixwazin rêya xebatê li me bigirin. Belê di Kongreya 4 an ya Partiya me de, komîsyon hatine avakirin, lêkolîn hatiye kirin û ew bûyerên navborî hatine ronîkirin û biryar hatine wergirtin. Liserhev anîna rojevê ya van buyerana di Kongreya me ya 12 de hate rojevê. Kongre li ser van buyeran rawestiya û destnîşan kir di rojevê de germkirina van buyerana ziyanê digihîne xebata Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê û bi awayê ku careke din nekeve rojevê li ser rawestiya, dawî lê anî.

J) Bikaranîna Self-Determinasyon (Mafê Çarenivîsê) Polîtîkaya Navendî ya Partiya Me ye

Piştî bi sebir û biryar gihîştina armanca xwe, ji bona projeya Neteweyî pêk bihê, bi şêwaza şoreşgerî, dê çimayên xebatê yên li dora vê projeyê jî ava bibin. Projeya me ya Neteweyî û armanca me ya polîtîk, dê Mafê Çarenivîsê di navenda xwe de bi cîh bike. Piştî xwebirêxistina Partiyê ava bû, bernameya me ya xebatê dê bi alîkariya Gelê me bikeve jiyanê. Ango Paradîgmaya Neteweyî, di maneya rêxistin, bîrdozî û projeyê de, dê bihê afirandin.

RÊBAZA PARIYÊ YA NUH HATIYE HILBIJARTIN:

Wek endam û dostên Partiya jî dizanin, ew Rêbaza me ya kevin, heta îro bersiva pêwîstiyên me nedaye û bûye amûreke astengkirina Partiyê. Ji bona vê yekê, Kongreya 12, piştî devjeniyên bi hûrgilî, bi lihevhatin û aheng, Rêbaza Nuh hate pejirandin.

A) Kongreya me Şêwaza Serokatiya Kolektîf Hilbijart:

Şêwaza Serokatiyê ya Rêbaza kevin, bi dawî hat û (em) derbasî Şêwaza serokatiya Kolektîf bûn. Ji ber Rêbaza Kevin, desthilatdariyên bê sînor dida Serok, Meclîsa Partiyê ya ku desthilatdariyên wê dorpêçkirî, bê fonksiyon dima, nikarî polîtîkayê biafirîne. Serokê Kevin, biryarên li gorî dilê xwe, bi desthilatdariyên Rêzabê ve girê didan. Li gora Rêbaza nuh; Kongreyê, Meclîsa Partiyê ji 11 kesan pêkhatî hilbijart.  Di civîna Meclîsa Partiyê de, bi dengdanê, Sekreterê Giştî, Alîkarê Sekreterê Giştî û endamên din yên Rêvebiriyê hatin hilbijartin. Desthilatdariyên girîng, bi pirranî ketin destê Meclîsa Partiyê. Meclîsa Partiyê ji bona bicîhkirina Biryarên Meclîsa Partiyê, peywîr da Komîteya Birêvebir. Sekreterê Giştî jî, bi peywîra koordînekirina Komîteya Birêvebir û Nûneriya Partiyê de, hate desthilatdarkirin.

B) Çavdêriya (Dîsîplîna) Partiyê ji bo bîcîhkirina çavdêriya Demokrasiya hundurê Partiyê mekanîzmaya pêwîst hate danîn.

Tunebûna mekanîzmaya dîsîplînê ya hundur Partiyê aloziyên giran di afirand. Ji bona mekanîzmaya çavdêrî û pişkinînê ji nuh ve tevbigere, xalên bi hûrbînî di Rêbaza nuh de cihê xwe girt. Mafên her endamî yên ku bîr û boçûnên xwe rabigihîne organên Partiyê, pirsan bipirse û pêşniyazan bike he ye. Di nav Partiyê de, mercên danûstandin û devjeniyê hatiye bi cîh kirin. Kongreya me bi dûrişma; bêhuqûqî, bêexlaqî û polîtîkaya xweradestkirin ya “Turkiyeyîbûn”ê binpê bike, bi dawî hat. Hêvîya azadiya Bakurê Kurdistanê ya bi Partiya me PDK-Bakur re dê careke din geş bibe.

Amed, Kurdistan

YAN KURDISTAN YAN NEMAN!

PDK-BAKUR