Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

PDK-BAKUR

ERDHEJ

Pîştî erdheja ku bakurê rojavayê Kurdistanê wêran kir û bû egera bi hezaran kuştî û birîndaran, endamên PDK-Bakur jî çûn bi hawara qurbaniyan ve. Bila serê gelê me sax be.

PDK-Bakur

DESTKEFTÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PÎROZ IN

13.03.2022

Komara dagirker a Îranê şevê din bi rokêtan êrîşî ser Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê kir. Îranê beriya niha jî gelek caran bi alîkariya hêzên xwe ên kirêgirtî êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye. Lê ev cara yekemîn e ku rasterast ji nava sînorên xwe rokêtan davêje Hewlêrê û êrîşeke wiha hovane pêk tîne û berpirsyariya wê jî li xwe digre. Piştî vê rûdanê em dibînin ku Îran derbasî qonaxeke nû a êrîşkariyê bûye.

Ji bo parastina berjewendiyên xelkê Kurdistanê, nehiştina bandora hêzên kirêgirtî ên ser bi Îranê ve û şikandina bandora Îranê di siyaseta Iraqê de, Serkirdayetiya Siyasî a Başûrê Kurdistanê roleke karîger dibîne û wiha xuya ye ku ev yek jî bûye sedema vê êrîşê.

Dewleta Federe a Başûrê Kurdistanê navenda aramî û bihevrejiyanê ye û berê wê li nirxên cîhana azad e û ji bo vê dibe armanca êrîşên Îrana dagirker û paşverû.

Yek ji armancên êrîşê jî saziya ragihandinê Kurdistan24 e û nîşan dide ku dewleta Îranê dijminê nirxên mirovî ye. Divê Îran û dagirkerên din baş zanibin ku wê netewa Kurd li hemû perçeyan bi tekoşîna xwe a serxwebûnê, nirxên mirovatiyê biparêze.

Partiya me PDK-Bakur careke din dûpat dike ku ew li pişta gelê Başûrê Kurdistanê û serokatiya wê a siyasî ye û bang li Kurdistaniyên her çar perçeyan dike ku xwedî li destkeftên Başûrê Kurdistanê derkevin.

PDK-BAKUR

EM BI BIRÊZ BAYRAM BOZYEL RE NE Û DIVÊ DEMILDEST SERBEST BÊ BERDAN

08.11.2021

Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê-PSKyê , nivîskar û siyasetmedarê kurd Birêz Bayram Bozyel, îro (08.11.2021) serê sibê li Amedê, li mala xwe, ji aliyên polîsên Dewleta Tirkîyeyê ve hatiye desteserkirin.

Em desteserkirina Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê-PSKyê birêz Bayram Bozyel şermezar dikin, em bi Birêz Bayram Bozyel re ne û divê demildest serbest bê berdan.

PSK, PÊLKURD, TEVGER , PDK-BAKUR, PAK

EM KURD IN Û NAVÊ WELATÊ ME KURDISTAN E!

29.10.2021

Duhî li Misircê welatiyekî Kurdistanî bi navê Cemîl Taşkesen ji bo ku navê welatê xwe anî bîra yek ji serokên partiyên dagirkeran, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat binçavkirin. Cemîl Taşkesen bi tohmeta ku propagandaya rêxistina terorîst kiriye hatiye binçavkirin.

Bêgûman Cemîl Taşkesen ne terorîst e, lê kurdekî xwedî xîret û rûmet e. Herweha, hêmî Kurdistanî baş dizanin ku li welatê me bi tenê yek rêxistineka terorîst heye û navê wê jî Komara Tirkiyê ye. Komara Tirkiyê ji roja hatiye damezrandin heta îro bê navbir û rawestan şerekî dijwar li dijî gelê Kurdistanê dimeşîne û mebesta wê ji holê rakirina kurd û Kurdistanê ye. Lewra helwesta ku Kek Cemil nîşan da ji bo dagirkeran metirsiyeke pir mezin e.

Şandeyeke PDK-Bakur ji bo piştgiriya Kek Cemîl îro çûye Misircê. PDK-Bakur, alîkariya dadwerî jî di nav de, bi her awayî dê piştgiriyê bide Kek Cemîl û doza wî heta dawî bişopîne.

PDK- BAKUR

PEYMANA LOZANÊ PEYMANEK KOLONYALÎST Û EMPERYALÎST YA NAVDEWLETÎ YE

24.07.2021

Di 24ê tîrmeha 1923an de, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymanek hate îmzekirin. Ev peyman, piştî hevdîtinên ”Konferansa Lozanê ya di derheqê Rojhilata Nêzîk” de hate îmzekirin. Navê konferansê watedar e. Ji ber ku Kurdistan welatê navendî yê Rojhelata Nêzîk e. Bi vê Konferans û peymanê, bê ku miletê Kurd di konferansê de temsîl bibe, çarenivîsa milletê Kurd hate tayinkirin û milletê Kurd û welatê wî Kurdistan di dîrokê de cara duyem hate perçekirin û dabeşkirin.

Wek tê zanîn, di 17ê gulana 1639an de, bi peymana Qesrî Şîrîn, ya ku di navbeyna Osmanî û Safewîyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du parçeyan. Bi Peymana Lozanê ku wek teyidkirina Qesrî Şîrîn e, Kurd û Kurdistan vê carê jî di asta navdewletî û di nava çar dewletan de hate dabeşkirin û Kurdistan bû welatekî kolonî ya navdewletî. Ji derveyî îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê ji nû ve hate xêzkirin. Başûrê Kurdistanê di bin manda Îngilîzan de radestî birêveberîya Iraqê; Başûr Rojavayê Kurdistanê di bin manda Fransayê de radestî birêvebiriya Sûrîyê kirin ku ev xaka Kurdistanê di bin serwerîya kolonyalîst ya Osmanîyan de bû. Dîroka sedsalîya makûs ya neteweya Kurd ya ku li ser bingehê perçebûn û dabeşbûnê form girtîye, mixabin hetanî îro jî nehatiye guherîn.

Di sedsala 20 û 21an de, li ser erdê dinyayê peymanek emperyalîst û koloyalîst wek Peymana Lozanê pêk nehatîye. Dem bi deman ev peyman weke “peymana aştîyê ya Lozanê“ bi nav bûbe jî bi vê peymanê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan binpê bûye, ji mafê netewî û heta yê mirovî jî bêpar maye. Bi vê peymanê, hîmên civata Kurd û Kurdistanê hatine tehrîbkirin. Berîya her tiştî rasterast mudaxeleyî pêvajoya netewebûyîna kurdan bûye. Sedemên bingehîn yên pirsgirêkên erdnîgarî, sîyasî, aborî, civakî, çandî û zimanî, perçebûn û dabeşbûna neteweya Kurd, bêgûman ev mudaxeleya navdewletî ye.

Berpirsên vê yekê, bêşik ne tenê dewletên kolonyalîst Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriye ne. Li gel dewletên kolonyalîst yên heremê, dewletên kolonyalîst û empeyalîst yên cîhanê ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û yan jî bûnin terefê vê peymanê jî gunehkar û berpirsên vê yekê ne.

Peymana Lozanê peymanek navdewletî ye û pêwîste di çerçeweya pirensîb û dadwerîya navnetewî de bête şîrovekirin. Loma jî, girîngîya tekoşîna li dijî Peymana Lozanê ya di asta navdewletî de, bêtir manîdar dibe. Bê gûman, di warê qada dîplomasî û huqûqa navdewletî de vatinîyên gelek girîng dikevin ser milên dewleta federe ya Başûr, dîaspora Kurd, akademîsyenên ciwan yên kurd ku di unîversîteyên welatên rojavayê de dixwînin. Ji bo van erk û vatinîyan jî pêwîstî bi lobîyek xurt, ya ji bo tekoşîna dadwerîya navdewletî , herweha pêdivî bi dîplomasîyek koordînekirî û bi istîqrar heye. Dîsa di vê qadê de, pêwîstî bi xebatên akademîk yên bi zimanên cuda heye.

Neteweyê Kurd heta îro Peymana Lozanê qebûl nekirîye, îro jî qebûl nake. Lê ev helwest bi serê xwe têrê nake. Divê ev zincîrên koletîyê miheqeq bêne şikandin. Wek tê zanîn, sala 2023ê salvegera 100 salîya Peymana Lozanê ye. Pêwîst e hemû rêxistin û partîyên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî de, ji bo çalakîyên protestokirina salvegera 100 salîya Peymana Lozanê amade bin. Ji bo peymana Lozanê di sergoyê dîrokê de bihê binaxkirin, divê em bi rûhekî seferberî têkevin nav têkoşîn û hewldanên pir alî. Di vî warî de, erk û vatinîyên dîaspora kurd gelekî girîng in. Xebatên dîplomasî û yên lobîya kurdî, konferans û sempozyûmên navnetewî pêwîst in. Di serlêdanên NY û dezgehên din yên navneteweyî de, tekoşîna huqûqî û dadwerîyê, di pêvajoya protestokirinê de çalakîyên bingehîn in.

Di 98 salîya Peymana Lozanê de, em wek partî û tevgerên kurdistanî û wek milletê Kurd, ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin. Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine ya jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqîya dîrokî vekşînin û mafê dewletbûyîna miletê kurd qebûl bikin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK),

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger),

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK),

Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur).

Pêlkurd

KÜRT AİLELERE YÖNELİK YAPILAN IRKÇI SALDIRILARI LANETLİYORUZ!

23.07.2021

Türkiye metropollerinde yaşayan Kürt ailelere yönelik saldırılar devam ediyor. Son günlerde Afyon, Konya ve Ankara’da kimi ırkçı Türklerin Kürt ailelere yönelik insanlık dışı saldırılarına tanık olmaktayız.

Türkiye Devleti yöneticilerinin bu saldırıların gerçek hedefini tersyüz etme, münferit saldırılarmış gibi gösterme çabalarına rağmen, saldırganların attıkları sloganlar, söyledikleri sözler ve yapılan küfürler, tümüyle ırkçı ve Kürt düşmanı içerikte olmuştur.

Benzer içerikteki saldırılar daha önceleri de Türkiye’nin değişik illerinde gerçekleşmiş, ama saldırganlar hep cezasız bırakılmışlardı.

Bu tür ırkçı saldırılar, aslında Türkiye Devleti’nin izlemiş olduğu Kürt karşıtı, şoven siyasetin ve uygulamaların bir ürünüdür.

Türkiye Devleti’nin her kademedeki yöneticileri, güvenlik güçleri, basın ve yayın organları, eğitim sistemi, söz konusu ırkçı saldırıların başat sorumluları ve suç ortaklarıdır. Aynı şekilde, bu saldırılara sessiz kalan muhalefet partileri, sivil toplum kuruluşları ve şahsiyetler de bu saldırıların sorumluluğuna ortaktırlar.

Türkiye’yi yönetenler ve Kürt milletine düşman güçler şunu iyi bilmelidirler ki, Kürt milleti bugüne kadar hiçbir jenosid, katliam, ölüm, zulüm ve zorbalığa boyun eğmedi ve bundan böyle de hiçbir işgalci, ırkçı güce boyun eğmeyecektir. Hiçbir saldırınız ülkemizin özgürlük, kurtuluş ve bağımsızlığını engelleyemeyecektir.

Bugün Türkiye şehirlerinde Kürtlere yönelik gerçekleştirilen ırkçı saldırıların Kürt milletine karşı yürütülen sistemli jenosidin bir devamı olduğundan kuşkumuz yoktur.

Bu insanlık dışı saldırılara karşı atılması gereken ilk adım, halkımızın milli ve yurtseverlik temelinde kuracağı kapsamlı işbirliği ve ittifaktır. Ve bu konuda bütün Kürt, Kürdistani parti, örgüt, grup ve kurumlar tarihsel bir görev ve sorumlulukla karşı karşıyadırlar.

Öte yandan Türkiye’deki tüm insan hakları savunucularına, özgürlükçü, demokrat güçlere de bu saldırılara karşı sessiz kalmamaları için çağrıda bulunuyoruz. Kürt halkına yapılan bu saldırılar aynı zamanda sizlerin özgürlüğüne ve geleceğine yöneltilmiş saldırılardır. Irkçılık bir insanlık suçudur ve her milletin gelişimi ve onurlu yaşamı önündeki en büyük engellerden biridir.

Biz aşağıda imzası bulunan 5 parti ve hareket olarak Konya’da ırkçı ve hoyratça gerçekleştirilen saldırıda katledilen Hekim Dal’ın ailesine başsağlığı, yaralılara acil şifalar diliyoruz.

Bu ırkçı, insanlık dışı saldırıları lanetliyoruz.

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR

EM ÊRÎŞÊN NÎJADPEREST YÊN LI SER MALBATÊN KURDAN RÛREŞ DIKIN!

22.07.2021

Êrîşên nîjadperestî yên li ser Kurdên li metropolên Tirkîyeyê berdwam in. Di van çend rojên bihurî de li bajarên Afyon, Konya û Enqereyê, n3ijadperestên Tirk êrîşên nemirovane birin ser malbatên kurdan û di encamê de li Konyayê bi navê Hakim Dağ Kurdek hate kuştin û li sê bajaran gelek kes jî ji malbatên cuda cuda birîndar bûne.

Her çiqas rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dixwazin sedemê van êrîşan berovajî bikin û wek êrîşên munferît nîşan bidin jî, pir aşkereye ku, ew kesên van êrîşan kirine bi slogan, gotin û çêr û dijûnên nîjadperestî yên li dijî kurdan êriş pêk anîne.

Ev êrîşên bi vî rengî pêştir jî rûdabûn û tu kes ji ber van êrîşan nehatibûn ceza kirin.Di her êrîşê de hêzên ewlekarîyê yan çavên xwe ji êrîşkaran re girtine, bêdeng mane, yan jî rê ji erîşkaran re xweştir kirine.

Ev êrîşên nîjadperestî berhemên sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya şowen ya li dijî kurdan e. Ji ber ve rastîyê jî hemû rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, dezgehên ewlekarîyê, dezgehên çapemenî û ragehandinê, sîstema perwerdehîyê ji van êrîşan berpirsiyarin, tawanbarin. Herweha hemû partîyên mixalefetê, dezgehên sivîl û kesayetên navdar yên li himberî van êrîşan bêdeng dimînin jî ji van êrişan berpirsiyarin.

Divê rayedarên dewleta Tirkîyeyê jî, hêzên nîjadperest yên dijminê miletê kurd jî baş bizanibin ku, miletê kurd ê heta îro serê xwe li himberî tu jenosîd, qetîam, kuştin, zilm û zordarîyê netewandîye û dê ji îro pê ve jî serê xwe li himberî dagirker û nîjadperestan netewîne.

Em baş dizanin ku ev êrîşên ku li bajarên Tirkîyeyê li ser kurdan têne kirin, berdewamîya sîyaseta jenosîdkar a li ser miletê kurd e.

Em di wê bawerîyê dene ku, gava yekem ya li himberî van êrîşên nemirovane, hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ye û di vê derbarê de berpirsyarîyeke dîrokî li ser milên hemû partî, rêxistin, grûp û dezgehên Kurdan, Kurdistanîyan e.

Em bangî parastvanên mafê mirovan û hemû hêzên azadîxwaz, demokrat, ealet parêz yên li Tikrîyeyê dikin da ku li himberî van êrîşan bêdeng nemînin.Êrîşên li ser gelê Kurd, di eynî demê de êrîşên li ser azadî û pêşeroja we ne jî. Herweha nîjadperesti tawaneke li dijî mirovahîyê ye û rê li ber pêşketin û jîyaneke bi rûmet a her miletî jî digire.

Em wek 5 partî û tevgerên kul i xwarê navê wan hene, sersaxîyê ji malbata Hekim dal re, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Em van êrîşên nîjadperest û nemirovane rûreş dikin.

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR

SALVEGERA DAMEZRANDINA PARTIYA ME PÎROZ BE!

11.07.2021

56 sal berê, rojek wek îro, 11ê tîrmeha 1965an, partiya me bi navê xwe yê wê demê wek Partiya Demokrata Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), li Amedê, li paytexta dilê kurdan, ji aliyê pênc lehengên welatperwer ve hat damezrandin. Wan lehengan ev bûn: Serokê yekem Seîd Elçî (Pêşmergê Welat), Şakir Epozdemîr (Evîndarê Welat), Derwêş Akgul (Jîrek), Emer Turhan (Bendeyê Welat), û Şerafeddîn Elçî (Dûrnas). Fayiq Bûcak jî piştre tevlî wan lehengan bû û wekî serok hate hilbijartin.

Partiya me ji roja damezrandina xwe ve doza mafên miletê kurd û azadiya axa Kurdistanê wekî rêbaz da pêş xwe û ji wê rojê vê li ser heman xeta neteweyî û welatperwer xebata xwe dimeşîne.

Îro jî partiya me bi wan bîr û bawerî û hestên welatperwerane yên 55 sal berê ji bo armanca Kurdistanek serbixwe xebata xwe didomîne û heta wê roja pîroz jî dê bê rawestan têbikoşe.

Bijî Kurd û Kurdistan!

PDK-Bakur

DIJMINATIYA KURDAN ÎDEOLOJIYA FERMÎ A DEWLETA TIRK E

21.05.2021

Wek tê zanîn, berî du roja li ser rêya Mersîn û Antalayayê malbateke kurd ji başûrê Kurdistanê ji ber ku kurd in rastî êrîşa nîjadperestên tirk hatin. Êrîşkarên tirk dijî netewa kurd qiseyên nexweş û neşirîn derbirîn û nefreta xwe beramberî Kurdan qêriyan û karê kuştina zilamê malbatê kirin, û endamê 12 salî yê wê malbatê birîndar kirin.

Piştî ku êrîş kete rojeva medyaya kurd, waliyê Mêrsînê yê dewlata dagirker daxwiyaniyekê bi raya giştî re parve kir û têde got ku ew bûyer bes ji ber aloziyeke trafîkê derketiye. Lê di eynî wextî de serokê baroyek yê kurd û çend parêzerên din ku çûbûn ji bo parêzeriya malbata navborî bikin, li nexweşxanê rastî êrîşa polîsên tirk hatin û polîsan berdewam arîşe derxistin, û têkiliya malbata kurd û parêzerên wan ji aliye dozger ve hat astengkirin.

Ev helwesta dezgehên mêtîngeriyê bi xwe îddîaya wn a “êrîşeke etnîkî û nîjadperestî nîne” derewçîn derdixe. Êrîşa ku malbata Kurd ya başûrê Kurdistanê rast hatî ne bûyereke normal û ji rêzê ye. Gelê kurd li Tirkiyê rojane tûşî êrîşên nîjadperestî dibe û taloke ya êrîşan roj bi roj zêde dibe. Ji bo nîjadperestên tirk ferq nîne ku kurdek ji kîjan parçeyî ye, ji bo wan hemî yek in.

Nefretkirina ji kurdan yek ji pêkhateyên herî bingehîn a îdeolojiya fermî ya dewleta tirkan e. Armanca mezin a îdeolojiya dewleta tirk jî qirkirina netewa Kurd e. Em dibînin ev siyaseta dijî kurdan ji aliyê piraniya gelê tirk ve hatiye pejirandin, û ev nîjadperestiya tirkan li hemî qadên jiyanê xwe li ser me kurdan ferz dike.

Partiya me PDK-Bakur, paşêroja gel û netewa me di nav sîstema dewleta dagirker de nabîne û dabînkirina derfet a pêkve jiyanê bi gelê tirk re qebûl nake. Tekane rê û çareserî li bakûrê Kurdistanê avakirina dewleteke serbixwe ye. Partiya me bi vê boneyê banga xwe ya ji bo gelê kurd ya xwerêxistinkirinê û siyaseta netewî dûbare dike.

PDK-Bakur

KÜRT DÜŞMANLIĞI TÜRK DEVLETİNİN RESMİ İDEOLOJİSİDİR

15.05.2021

Bilindiği gibi, iki gün önce Mersin-Antalya karayolunda Güney Kürdistanlı bir aile sırf Kürt oldukları için Türk ırkçıları tarafından saldırıya uğradı. Saldırganlar, Kürtlere karşı etnik nefret içeren küfürler savurmuş, aile babası olan şahsı öldürmeye çalışmış, yine ailenin 12 yaşındaki çocuğunu yaralamıştır.

Saldırının Kürt medyası tarafından duyurulmasından sonra sömürgeci devletin Mersin valiliği bir açıklama yayımlayarak olayın trafikte yaşanan basit bir kavga olduğunu iddia etmiştir. Oysa, aynı saatlerde ailenin avukatlığını yapmak için hastahanede bulunan Kürt baro başkanı ve diğer avukatlara karşı sömürgeci devletin polis gücü negatif bir tutum takınarak sürekli sorun çıkartmış, sonrasında da aile ile avukatların ilişkisi bizzat savcı tarafından koparılmak istenmiştir. Sömürgeci kurumların bu tavrı bile “ırkçı saldırı yok” iddiasını yalanlamaktadır.

Güney Kürdistanlı ailenin maruz kaldığı saldırı münferit bir olay değildir. Türkiye’de Kürt halkı her gün ırkçılığa maruz kalmakta, saldırıya uğrama tehlikesi yaşamaktadır. Üstelik hedefe konan Kürdün nereli olduğu, hangi devletin vatandaşı olduğu önemli değildir. Saldırıya uğraması için Kürt olması yeterlidir.

Kürt nefreti Türk resmî ideolojisinin en önemli unsurlarından biridir. Türk devletinin inşa ettiği bu resmî ideolojinin en büyük hedefi Kürtleri tarih sahnesinden silmektir. Ancak, devletin bu anti-Kürt siyasetinin aynı zamanda Türk halkının da çoğunluğu tarafından benimsenmiş olduğunu görüyoruz. Türk toplumsal ırkçılığı kendisini yaşamın her alanında göstermekte, Kürdü yok etme arzusunu pratiğe dökmektedir.

Partimiz PDK-Bakur, halkımızın Türkiye devleti içerisinde bir geleceğinin olmadığını, Türk halkıyla ortak bir yaşam tesis etme imkanının bulunmadığını, Kuzey Kürdistan halkının ayrılma hakkını kullanarak bağımsız devletini kurmasının tek çözüm olduğu yönündeki görüşlerini yeniler, halkımızın bu doğrultuda örgütlenerek siyaset yapması çağrısında bulunur. PDK-BAKUR