Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

Etiket: partiyademokratakurdistan-bakur

SERSAXÎ – KAK IDRÎS (EVDIREHÎM YAWÛZ)

Heval û hogirê me yê bi salan, endamê Partiya me PDK-BAKUR, KAK IDRÎS (EVDIREHÎM YAWÛZ), li Rihayê koça xwe a dawîn kir. Kak Idrîs, wek xemxûrekî welêt, di sala 1977an de li Cizîra Botan tevlî refên Partiyê bibû ku di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo Kurd û Kurdistanê heya roja dawîn jî bê rawestan kar kiribû. Em wek PDK-Bakur, sersaxiyê li endamên malbata wî, li endamên Partiyê û hemû hezkiriyên wî dikin. PDK-BAKUR li niştimanperwerî û têkoşeriya wî ya ku ji bo me wek mîrateyekê ye, dê heya serxwebûna Kurdistanê xwedî derkeve. Xwedê rehma xwe lê bike, cihî wî bihûşta rengîn be.

PDK-Bakur

YADA SEÎD ELÇÎ

 

31.05.2021

Leheng û pêşewayê tevgera rizgariya gelê kurd Seîd Elçîyê nemir, di sala 1971an de rojek wek îro, koça xwe ya dawî kir û giyanê wî yê pak gihîşt cem hemû şehîdên Kurdistanê.

Elçî welatparêzekî kurd î nestêle, dilbawerê azadiyê, û xemxurê gelê xwe yê bindest bû ku di sala 1965an de, li dijî siyaseta bişaftinê, nîjadperestî û mêtingeriya dewleta tirkan, bi rê û rêbaz û nexşerêyeke têrtije û bi hestên welatevînêyê, hîmên Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur danîbû û wekî Sekreterê Giştî yê partiyê hatibû pejirandin.

Di pêncîyemîn salvegera koça Seîd Elçîyê nemir de em wekî PDK-Bakur, Wî bi heman hestên welatevînî, dilsozî û bawermendiyê bi bîr tînin.

PDK-BAKUR