Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

Author: reveberi

HEVKARÎ – FRANCE

HEVKARÎ

FRANCE

Hevbenda Partiyên Siyasî yên Kurd li Fransa

RAGEHANDIN

EM ÊRÎŞÊN MÛŞEKÎ YÊN REJÎMA KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ LI DIJÎ BAREGEHÊN PARTIYA KOMELAYA ŞOREŞGER A KURDISTANA ÎRANÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

 

Li gorî agahiyên dawî, ev êrîşan bûne sedema ku gelek pêşmerge û çalakvanên Kurd şehîd bibin û gelek kesên din jî birîndar bibin.

Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, û her weha binpêkirina cidî ya mafê navneteweyî ye.

Em piştgirî û hevgirtina xwe bi malbatên şehîdan, birîndaran û hemû gelê Kurd re radigihînin. Em sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan dikin û ji bo birîndaran saxbûna zû dixwazin.

HEVKARÎ Fransa gazî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû rêxistinên mafên mirovan dike ku van êrîşan bi eşkereyî şermezar bikin û gavên pratîk bavêjin da ku dawî li van destdirêjiyan bînin.

Her weha em bang li hemû diasporaya Kurd û hêzên demokratîk dikin ku yekbûna xwe bihêztir bikin û bi çalakiyên demokratîk van sûcên rejîma Îranê eşkere bikin û raya giştî ya navneteweyî agahdar bikin.

Bêdengiya civaka navneteweyî tenê dibe sedema berdewamkirina van êrîşan.

Dema wî hatiye ku gavên cidî û berçav werin avêtin.

 

Parîs, 17ê tîrmeha 2026

 

Partiyên îmzeker

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Partiya Demokrata Kurdistanê – Rojhilat (PDK-I)

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)

Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK)

Partiya Komunîsta Kurdistanê – Başûr (KCP)

Partiya Yekîtî ya Demokrat ya Kurd li Sûrya (PYDKS)

Zahmetkêşan Rojhilat

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Partî Dîmokratî Pêşverû Kurd li Sûrya (P.D.P.K.S)

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-Bakur)

 

XELATA RÛMETÊ YA ŞEHÎD SEÎD ELÇÎ

Di Bernameya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de, li ser navê şehîdê nemir Seîd Elçîyî, yekem car “Xelata Rûmetê Ya Şêhîd Seîd Elçî” hatin dayîn. Di rêûresmê xelatdayînê de, parêzerê gorbihuşt Kak Elî Dînler (Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), kedkarê bi salan yê partiyê Kak Arîf Sûmerkan (Mele Arif), Pêşmergeyê qehreman Kak Şemseddîn, endam û dilsozê partiyê Kak Remezanê Haşim, pêşewayê gewre Xalid Şervan (Dr. Xetîb Demîralp, Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), damezrênerê partiyê birêz Şakir Epozdemîr, gorbihuşt Derwêşê Sado (Sekreterê Giştî PDK-Bakur yê berê), kedkar û dilsozê partiyê Kak Keyfhusran Demîr û endama têkoşer a partiyê Newal Çîrkîn hatin xelat kirin. XELATA RÛMETÊ YA ŞEHÎD SEÎD ELÇÎ ji bo kar û xebatên bêhempa yên qadir û kesayetên ku di rêya doza Kurd û Kurdistanê de bêrawestan xebitîne, hatin pêşkêşkirin.

BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

PDK-BAKUR, DI 61EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA XWE DE CAREKE DIN JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHAND KU, BI HÊZ Û BAWERIYA XWE YA KU JI SEÎD ELÇÎ Û HEVDOZÊN WÎ WEK MÎRATEYEKÊ XETA TEKOŞÎNÊ YA KURDISTANÎ JI ME RE MAYE, TÊKOŞÎNA XWE BI HEMAN BIRYARDARIYÊ DIMEŞÎNE

Partiya me PDK-Bakur, 61emîn Salvegera Damezrandina xwe, di 11e Tîrmeha sala 2026an de, bi bernameyeke Rêveberiya PDK-Bakur amadekirî, li Demir Hotelê ya li Amedê, bi eleqe û beşdariyeke mezin pîroz kir.

Di bernameyê de, endam û dilsozên partiyê yên ku ji sê nifşên têkoşîna siyasî ya Kurdistanê pêk hatibûn, nûner û berdevkên siyaseta Kurdistanî yên ji çar beşên welêt, berdevkên hêja yên dam û dezgehên Kurd, ji Tevgera Vejînê Ya Kurdistanê birêz Ferîd Azad û hevdozên Vejînê, ji Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) birêz Evdila Bozkuş, Ji Însiyatîfa Netewî Ya Kurd rêzdar Berfîn Xan,  siyasetmedar û rewşenbîrê naskirî, endamê PÊLKURDê birêz Fûad Onen, berdevkê CNKyê birêz Jiyan Tîmûrtaş, ji Weqfa Ismaîl Beşîkcîyî, nivîskar-lêkolîner birêz Seîd Veroj, nivîskar Elî Fikrî Işik, mûzîkjenê Kurd yê navdar birêz Brader Musîqî, birêz Ehmed Kanî û gelek siyasetmedar, nûser, roşinbîr û endamên çapemeniyê beşdar bûn. 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, di bala çapemeniyê de jî bû.

Di 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur de bi danîşana sînevîzyonê re, rêz li şehîdên doza Kurdistanê û partiya me, hate girtin. Pê re jî, Sirûda Neteweyî Ey Reqîb hate xwendin. Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandinê ya PDK-Bakur û nexşerêya partiyê, ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya partiyê, birêz Mistefa Konukî ve bi zimanê dayîkê hate pêşkêşkirin. Di daxûyanî de bi kurtasî, ev mijarên girîng derketin pêş: “Damezrandina PDKTyê ya di sala 1965an de, li Bakurê Kurdistanê, ji bo bi sazîkirina siyaseta hevdem ya Kurdistanî, pengaveke dîrokî ye. Seîd Elçî, Faîq Bûcak û hevdozên wan, pirsgirêka Kurdan ji çarçoveya mafên çandî û reformên îdarî derêxistin û arîşeyê wekî doza Kurdistanê pênase kirin û hîmên xeta siyasî ya Kurdistanî ya ku wek rêbaz hebûna neteweyî ya Kurdan, welatê wan yê dîrokî û mafên neteweyî yên jêneger danîbûn ber xwe, avêtin. PDK-Bakur peyhatiya vê xeta hiqûqî, dîrokî û siyasî ye û têkoşîna xwe li ser heman prensîbên bingehîn didomîne. Yek ji referansa sereke ya ku bingeha îdeolojîk a partiya me pêk tîne, xeta siyasî ya Kurdistanî ye ya ku bi têkoşîn û paşxaneya Mela Mistefa Barzanîyê nemir şênber bûye. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar beşên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.PDK-Bakur vê xetê ne bi tenê wek mîrateke dîrokî, berevajî vê wek referanseke sereke a siyasî ya ku îro ro jî rêya me ronî dike, dipejirîne. Ev xeta ku têkoşîna dij-kolonyalîst û demokratîk temsîl dike, çar paçeyên Kurdistanê wekî yek welatê dîrokî, neteweya Kurd jî wekî yek neteweyî qebûl dike û mafên neteweyî di ser hemû hisabên siyasî û demkî re digire.” Daxûyaniya 61emîn Salvegera Damezrandina PDK-Bakur, li endamên çapemeniyê û li hemî beşdaran hat belavkirin.

Her weha, di bernameyê de “Xelatên Rûmetê Yên Şehîd Seîd Elçî” jî, li xelatgirên hêja hatin pêşkêşkirin.

Ji kedkarên partiya me birêz Arif Sûmerkan (Mele Arif), birêz Keyfxusran Demîr ve birêz Mihemed Konuk, bi boneya Rêûresma Xelatê û Bernameyê, axaftinên xwe kirin. Endamê KNyê ya Partiya me Qasim Îçlî, geşedanên di derbarê partiya me de, agahiyên girîng dan çapemeniyê.

JI BO RAYA GIŞTÎ

PDK-Bakur,  êrişa li ser mala serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî hatîye kirin bi tundî şermezar dike. Eve ne cara yekem e ku Îran û alîgirên xwe yên derveyî yasayî li Îraqê bi dron û mûşekan êrişî Kurdistanê dikin.Li gel ku herêma Kurdistanê ne teref e di şerê navbera Amerika-Îsraîl û Îranê de, û Kurdistan her dem aligirê aşîtiyê ye, lê dîsa jî dibe armanca êrîşên Îranê û alîgirên wê yên li Îraqê. Îranê roja 24ê adarê bi mûşekan êrîş bir ser xaleke Pêşmerge û di encam de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn. Êrîşên Îranê û alîgirên wê yên li Îraqê xeternak in. Parastina tevaya Herêma Kurdistanê berpirsîyarîya hikûmeta federal ya Îraqê ye, lê mixabin ev berpirsîyarî nehatîye bicîhkirin bi taybet li dij komên terorîst yên li Îraqê. PDK-Bakur van êrîşên dijminane yên li dijî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike.

Bijî Pêşmerge û Bijî Kurdistan!

PDK-Bakur

SERSAXÎ (NECAT ONUR)

Em bi xemgînî radigihînin ku endamê hêja yê partiya me Necat Onur yê xelqê Cizîra Botan çû ser dilovanîya xwe. Ew jiyananeka bi kurdewarî û welatperwerîyê têr û tije derbas kir û bi serbilindî ji cîhanê koç kir. Ew ê hertim di bîra me de be.

 

PDK-Bakur

SERSAXÎ – KAK IDRÎS (EVDIREHÎM YAWÛZ)

Heval û hogirê me yê bi salan, endamê Partiya me PDK-BAKUR, KAK IDRÎS (EVDIREHÎM YAWÛZ), li Rihayê koça xwe a dawîn kir. Kak Idrîs, wek xemxûrekî welêt, di sala 1977an de li Cizîra Botan tevlî refên Partiyê bibû ku di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo Kurd û Kurdistanê heya roja dawîn jî bê rawestan kar kiribû. Em wek PDK-Bakur, sersaxiyê li endamên malbata wî, li endamên Partiyê û hemû hezkiriyên wî dikin. PDK-BAKUR li niştimanperwerî û têkoşeriya wî ya ku ji bo me wek mîrateyekê ye, dê heya serxwebûna Kurdistanê xwedî derkeve. Xwedê rehma xwe lê bike, cihî wî bihûşta rengîn be.

PDK-Bakur

59 SALIYA PDK-BAKUR LI GELÊ KURD Û KURDISTANÊ PÎROZ BE

PDKT, 59 sal berê di 11ê Tîrmeha 1965an de hat damezrandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDKT)di 11ê Tîrmeha 1965an de li bajarê Amedê, navenda welatê me, hat damezrandin. Yekemîn damezrênerên Partiya me şehîd Seîd Elçî, nemir Şerafedîn Elçî û Omer Turhan, Derwêşê Sado (Derviş Akgûl) û Şakir Epozdemîr bûn. Piştî damezrandina wê, bi hewldana nemir Fehmî Bîlal sekreterê Şêx Seîd Efendî ku di damezrandina partiyê de roleke aktîf hebû, Faîk Bucak bi merasima sondxwarinê ya ku li Otela Tûrîstîk a Diyarbekirê hat lidarxistin, wek Serokê PDKTyê hat destnîşankirin.

Piştî Komkujiya Dêrsimê ya 1938an û Doza 49an û piştî derbeya leşkerî ya 1960î Partîya me ya ku 11ê Tîrmeha 1965an de hat damezrandin yekemîn partiya siyasî ya netewî ya Kurdistanê ku di qada siyasî de cihê xwe girt.

PDKT partiyeke demokratîk a navendî bû ku li Bakur pêwîstiya rêxistinbûneke cuda derxist pêş û mafên neteweyî û demokratîk parast.

Beriya ku partiya me sala yekem a damezrandina xwe temam bike, hêzên k

ûr ên dewletê serokê me parêzer Faîk Bucak di encama sûîqesteke siyasî de qetil kirin. Piştre serokê nû yê partiya me Seîd Elçî, di sala 1967’an de hat girtin û piştî 70 roj lêpirsîna bi îşkenceyê hat sirgûnkirin. Tevî van hemû neyînîyan partiya me li herêmên wek Amed, Farqîn, Êlih, Botan, Sason, Xerzan, Baykan, Bedlîs, Sêrt, Tetwan, Mûş, Bulanik (Kop), Licê, Patnos, Wan, Hîzan, Siwêreg, Cizîr, Nisêbîn û Qoser. Li Enqere û Ewropayê nûnerên xwe destnîşan kirin.

Di Hezîrana 1971ê de Seroke Giştî yê PDKT Seîd Elçî bi Mihemedê Begê re di encama sûîqesteke siyasî de hat qatilkirin û şehîd bû. Ev derba duyemîn bû li partiya me. Tevî hemû zehmetiyan jî Partiya me bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe yên Kurdistanî tevdigeriya.

Em, partiyeke netewî û demokratîk in. Partiya me modern e û nirxên gelê me dihewîne.

Têkoşîna sivîl, demokratîk û aştiyane ya ku pêwîstiya gelê Kurd heye wê ji bo daxwaz û daxwazên gelê me şert û mercên pêwîst biafirîne. Di xebatên siyasî û rêxistinî de hêz û tundiyê bi temamî red dike.

-Di Îlona 1992 de, Partiya Demokrat  a Kurdistana Tirkiyeyê (TKDP) ku di sala 1965an de hat damezrandin, Platforma Yekitiya Ala Rizgarî, Platforma Yekîtiya Netewî (Bergeh), koma ku ji Rizgarî derket û hin kadroyên serbixwe, di Kongreya Yekîtiyê ya ku li dar xist de bûn yek.

-Di Kongreya a ku di Mijdara 1994an de hat lidarxistin, navê Partiyê li ser pênaseya erdnîgariya siyasî bû Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur (PDK-Bakur).

-PDK-Bakur sîwana welatparêziya Kurdewarî û Kurdayetiyê ye. Di bin vî banî de refên me ji hemû Kurdan re vekirîne. Em amade ne ku bi hev re xizmeta gelê xwe bikin.

Partiya me ku di sala 1965’an de hatiye damezrandin, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û mîsyonê ye. Partiya me di nava tevgera demokratîk a neteweyî de xwedî cihekî girîng e. Em bang li gelê xwe dikin ku di nava refên partiya xwe de bicivin û têbikoşin.

-Bi boneya 59’emîn salvegera damezrandina PDK-Bakur em, pêşengên xwe yên wek Şehîd Faîk Bucak, Seîd Elçî û hemû şehîdên Partiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Rehma Xwedê li hemû şehîdên Kurdistanê be.

11.07.2024

PÊNCÎ Û YEKEMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA SEROK SEÎD ELÇÎ

Wek PDK-Bakur, em avakar û serokê partiya me Seîd Elçîyê pakrewan, di pêncî û yekemîn salvegera koçkirina wî de bi hestên şoreşgerane bi bîr tînin. Xemxûr û têkoşerê gelê Kurd Seîd Elçî, yê ku her tim di rêya serxwebûna welatê xwe de ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya, bi bîr û baweriya xwe ya hêzdar, rêya me a dirêj a ji bo serxwebûnê ronî kir. Dilsozîya wî, ked û kespa wî ya bêhempa û a nayjibîrkirin, ji bo me PDK-Bakurîyan bû nexşerêyeke têkûz û sermedî.

Şehîd namirin!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî PDK-Bakur!

DAXÛYANÎ JI RAYA GIŞTÎ RE!

Demek dirêj e ku di navbera alîyên PDK-Bakur de li ser esasê pêkanîna yekîtîya rêxistinî ya partiyê dan û stendin berdewam bû. Cihê kêfxweşî û şanazîyê ye ku îro ev pêvajo gihaye qonaxek bilind, û biryarayekîtiyê hatiye standin.

Rayedar û alîgirên du alîyên PDK-Bakur,gihane wê bîr û rayêku divê PDK-Bakur di demek nêzîk deyekîtîya xwe ya rêxistinî pêk bîne û bi kongreyek giştî vê yekîtiyê mîsoger bike.

Em her du alîyên PDK Bakur, gihaştine wê bîr û rayê ku divê PDK-Bakur bi siyasetek serbixwe û bi berpirsiyarîyek neteweyî û Kurdistanî, bi destpêk û rûpelek nû xwe bîne ser hev û bi xebata xwe hêvîyên gelê bakurê Kurdistanê û tevgera azadîxwaza miletê Kurd geştir û xurttir bike.

Em hewl didin û dixwazin bi kongreyek giştî hemî kes û alîyên ku xwedî li mîrata PDKT ya 1965an û hetanî îro derdikevin bînin cem hev û bi Partiyeke xurt ruh û giyanê kedkar û cangorîyên PDK-Bakur şad bikin. Em vê helwestê wekî gaveke dîrokî bi nav dikin.

Eşkere ye ku dema burî zirarek mezin da PDK Bakur û tevgera sîyasîbi şêweyek gistî. Lewra, bi navê her du alîyên PDK Bakur, em xwe wek yek ji şirîkên lawazkirin, hêvîşikandin û bê alternatîf hîştina bakurê Kurdistanê dibînin û bêyî ku terefekî din gunehbar bikin, lêborîna xwe ji miletê Kurd dixwazin.

Hêjayê gotinê ye ku, alîyekî PDK-Bakur li gel hemî şêweyên peywendî, daxwaz û bangên me, mixabin ku di derbarê mijara yekîtîyê de tu bersivek fermî dîyar nekirîyê û di heyva nîsana 2024an de bi logoyek cûda daxûyanîyek belav kirîye.

Banga me li hemû kedkar û alîgirên ku li mîrata PDK-Bakur xwedî derdikevin ev e:

Werin em bi hev re ji vê rewşa aloz a li bakurê Kurdistanê re bibin derman. Em bi hev re rêxistin û sîyaseta PDK-Bakur xurttir bikin û doza neteweyî li bakurê welatê xwe bihêztir bikin.

4 Gulan 2024

Komîteya Yekîtîya PDK-Bakur

Partîya Demokrata Kurdistan – Bakur