Skip to content Skip to left sidebar Skip to right sidebar Skip to footer

DAXÛYANÎ

NEWROZA 2023YAN LI GELÊ ME PÎROZ BE!

20.03.2023

Îsal, gelê me yê rûmetdar bi êş û birînên xwe yên ji erdhêj û pê re pê re lehîyên li erdnîgariya Bakurê Kurdistanê dabûn mayî, tevlî Cejna Newrozê dibe. Îsal, agirê azadiyê ji bo qurbaniyên van qaresatan hil dibe, çîroka me ya vejînê, bi dilekî şikestî li bihara Kurdistanê dibişkive. Lê belê, bi tevî hemû bobelatên xwezayî yan der-xwezayî, mêjûya Kurdan daye nîşandan ku Kurd, di van dem û dewranên napayîn de ji hemû gavan bêhtir dibin hevparê yekûdin, partiya me PDK-BAKUR, ji roja êwil de li gel gelê xwe yê payeberz bû, endamên me yên dilxwaz ji roja êwil de bi hemû meferên xwe ve li deverên erdhejê bûn.

Belê, îsal, gelê me yê rûmetdar, bi erdhejeke din ya siyasî tevlî Cejna Newrozê dibe, partiya ku qaşogiravî Kurd û mafên Kurdan diminîne, dixwaze ber û bergehê Kurdan careka din bide pûç û valatî û bêhelwestiyê ya ku ji xwe re kirine wek rewişt. Eşkere ye ku li Mesaya Şeşmend ji xeynî Kurdan, hemû hêl û layenên siyaseta mêtinger cî girtine û dawdoza dengê Kurdan dikin. PDK-BAKUR dê neçe ser sindoqan, wek ku di rêbaz û bernameya xwe de jî bi awayekî zelal gotiye, dê piştgiriyê nede “Destpêka Sedsala Tirkîyeya Mezin” û ne jî Bernameya Kûr-Kemalîst û nijadperestan.

NEWROZA 2023YAN LI GELÊ ME PÎROZ BE!

XEBAT JI BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊ!

PDK-BAKUR

BANGA PDK-BAKUR YA DERBARÊ ÊRÎŞÊN BI SER ‘ENKS’YÊ

22.04.2022

Piştî êrîşên serbazî ên dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ku bi hinceta hebûna PKKê têne kirin, li Rojavayê Kurdistanê milîsên girêdayî PYDê agir berdan ofîsên ENKSê û êrîş birin ser endamên wan.

Her çiqasî “Rêveberiya Xweser” bibêje ku tu pêwendiya wan bi êrîşan nîne jî, lê ji herkesî re diyare ku ew milîsên êrîşkar li ser heman rêbaza siyasî ne. Bi heman rengî, heta roja îro hêza desthilatdar a Rojavayê Kurdistanê ku ew jî “Rêveberiya Xweser” e, yek êrîşkar bi tenê jî dernexistiye pêş dadgehê û berpirsyariya xwe bi cî neanî ye û ev yek jî nîşan dide ku ew bixwe jî piştgirên wan çalakiya ne.

Ev çalakiyên tûndrê ên ku ev rêbaza siyasî li hemberî tevgereke siyasî dike nayêne qebûlkirin û bi taybetî jî di demekê de ku ev rêbaz bi şev û roj behsa “Yekîtiya Netewî” dike. Ev helwest, ziyanê dide berjewendiyên niştimanî ên Kurdistanê.

Partiya me PDK-Bakur, ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku wan êrîşan rawestîne û berpirsên wan darizîne. Bi heman rengî partiya me bibîr dixe ku bêyî lihevkirina ENKS û PYNKê mafên netewî nayêne misogerkirin û ji bo vê jî hewil û keda pêwîst ji herdû aliyan dixwaze.

PDK-BAKUR

BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ

21.09.2022

Dewleta çavsor û mêtinger a Îranê, jina Kurd a bi navê #JînaEmînî (Jîna Emînî) bi hênceta ku porê xwe başebaş negirtiye li işkencexaneyeke li Tehranê bi tehdeyî qetl kir. Bi dû vê hovîtiya dewleta mêtinger re gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê hemî bi hev re, hema hema li hemû bajaran bi dûrişmeyên netewî dest bi çalakiyên protestoyê kirin. Dewleta mêtinger wekî her tim, bi çek û posat û xedariyê xwest ku rê li ber çalakiyên gelê me bigire, wek ku tê zanîn, di van çalakiyan de gelek ciwanên me yên Kurd bi destên hêzên çavsor yên rejîmê ve hatin kuştin û birîndarkirin.

Rûdanên li Rojhilatê Kurdistanê yên vê dawiyê nîşan dide ku ji bo jiyaneke di nava xweşî û ewledariyê de tekane rêya li ber gelê Kurd avakirina dewleta serbixwe a Kurdistanê ye. Lewre, jiyana di binê zilm û zordarî dagiriyê de, her ku diçe êş û birînên me yên ji ‘bêdewletî’ û ‘bêtifaqiyê’ wer dihên, girantir dikin û ramana çareseriyê jî ji dil û mejiyê gelê me bi dûr dixin. Di serê serî de hêzên global, divêt raya giştî ya navnatewî jî ji bo bi dawî anîna vê neheqiya mêjûyî, herweha dagirkirina Kurdistanê û pergala mêtingeriyê, xwe bidin ber nîr û pêngavên bingehîn û encamdêr bavêjin.

Partiya me PDK-Bakur dide zanîn ku wekî berê îro jî li ser bîr û baweriya lihevnekirina bi dewletên mêtinger re ye û piştgiriyê dide gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û pêşengiya siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê.

#JînaEmînî Gelê Kurd dê te ji bîr neke!

Bimire Dewleta Mêtinger ya Îranê!

PDK-BAKUR

KURDISTAN YEK E!

21.07.2022

Firokeyên artêşa dewleta mêtinger û nijadperest careka din bi hênceta PKKê gundekî Başûrê Kurdistanê (Perex) bombebaran kirin û di encama vê bombebaranê de li gorî agahiyan heya niha 8 welatî jiyana xwe ji dest dane û nêzî 20 welatî jî birîndar bûne. Wek PDK-Bakur em vê êrîşa hovane ya Dewleta Tirk a nijadperest bi tundî şermezar dikin, her weha sersaxiyê li malbatan û Hikûmeta Kurdistanê dikin û şîfaya xêrê ji brîndaran re dixwazin.

PDK-BAKUR

BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÎ

19.12.2022

Bêtehamûliya dewleta Tirk a mêtinger ya li beramberî nirx û keleporên Gelê Kurd, di Roja Alaya Kurdistanê de careke din rûçikê xwe yê tehlûtirş nîşan da, polîsên Tirk yên nijadperest û dijkurd, bi hênceta hilawistina Alaya Rengîn, êrîşî navenda bizav û partiyên Kurdistanî yên li Amedê kirin û dest danîn ser Alaya Kurdistanê. Her bi vê hêncetê, Sekreterê Giştî yê Tevgera Azadiyê Metîn Pîranî û Berdevkê CNKyê Jiyan Tîmûrtaş hatin binçavkirin. PDK-Bakur, vê êrîşkarî û şerfiroşiya Dewleta Mêtinger a Tirk bi tûndî şermezar dike û bang li hemû Kurdistaniyan dike wekû li siyasetmedar û nirxên xwe xwedî derkevin û Alaya Rengîn li her qadekî bilind bikin.

Wek ku Qazî Mihemed digot; “Bawerîyê pê bînin ku hûn dê neşên pêl li wê alayê bikin. Alaya Kurdistanê rojekê li serbanê avahiya ku hûn vêga, vê kêliyê min tê de didarizînin, dê li ba bibe. Min ew radestî Mele Mistefayî kir. Mele Mistefa dê wê çiya bi çiya, bajar bi bajar, welat bi welat bide gerandin û dîsan dê li lûtkeyên Kurdistanê li ba bike. Bawer bikin ew roj dê bê, çareya wê tune ye.”

PEYMANA LOZANÊ NAYÊ QEBÛL KIRIN!

JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ
PEYMANA LOZANÊ NAYÊ QEBÛL KIRIN!
Gelê Kurd û welatê wan Kurdistan sedsal berê, ji aliyê serdestan ve, bi rêya binpêkirina pîvekên hiqûqî û sincî, mîna serfên ku di navbera serdestan de bi axê re bihêne kirrîn û firotin, bi peymanekê hat perçekirin. Axa pîroz a Kurdistanê, bêyî ku guh bidin Kurdan, bi armanca ku Kurdan yekcarî ji holê rakin, di navbera dewletan de hate parvekirin. Kurd bi demê re li Tirkîyeyê, anegorî pêwistiya benda 66an ya makezagonê, wekî Tirk hatin pejirandin û di encama vê de jî ji hemû nimanên siyasî, ji mafê xweçarenûsîyê bêpar man û çand û zimanê wan hat qedexkirin. Di bin navên wek “Serperiştiya Gelemper”, “Zagona Cengî” û “Rewşa Derasayî”, Melhezaya Îslehetê a Şerqê ya ku di sala 1926an de ketibû rewacê, heya bi sala 2002yan jî dom kir. Dîsan jî, derveyî mijareyê li Tirkîyeyê cihêkariya nijadî ya li hemberî Kurdan bi awayekî tûndûtûj berdewam kir. Wek ku raya giştî a Kurdan pê agahdar e, piştî çend rojan sedsaliya Peymana Lozanê bi dawî dibe. Peyman, di navbera biserkeftîyên Şerê Cîhanê yê Yekem û Hiqûmeta Enqereyê de hatibû îmzekirin û pê re pê re Komara Tirkîyeyê hatibû damezrandin. Bi tevî ku di nave wê de peyva “aşitî” cih jî digirt, peymana navborî ji bo me Kurdan bes bûbû mirin, qirqirin, şer û pevçûn, koçberî û zindan. Di pêvajoya îmzekirina peymanê de bi tu awayî pûte bi gelê Kurd nehatibû kirin, lêbelê, piştî şerî, li Rojhilatê Ewrûpayê û li Rojhilata Naverastê gelek dewlet ava bûbûn û ji bo gelên li wê nexşeyê (ji bilî Kurdan), rêya serxwebûnê jî vebûbû.
Cihê heyr û pêkenînê ye ku îro ro, li Stenbolê şaredariyeke CHPyê ya ku di helbijartinên çûyî de li ser navê Partiya Çepa Kesk dengê Kurdan xwestibûn, sedsaliya Peymana Lozanê bi pêşengeheke taybet ya bi sernavê “Di 100. Saliya Xwe de Lozan: Aşitîya Bêdawî” pêşwazî dike û dîsan panelên bi navê “Sedsala Aşitiyê” li dar dixe. Kurdên dewletnexwaz (yan jî yên dijberî dewleteke Kurdan) li Lozanê paradigmaya bizava xwe didomînin û dixwazin Lozan, li ser hişûbîra neteweya demokratîk, ji nû ve bê nîqaş kirin.
PDK-BAKUR bi boneya sedsaliya îmzekirina Peymana Lozanê ya rûreşiyê, bang li gelê Kurd dike wekî xwedî li bîr û baweriya serxwebûnxwaziyê derkeve û peymanê û dijayetiya serxwebûnxwaziyê pûç bike. Her weha PDK-BAKUR, dide zanîn ku piştgiriyê dide dawûdoza ku bi navê DIAKURDê (Konfederasyona Kurdên Diasporayê) li Komara Tirkîyeyê hatiye vekirin.
Divêt gelê Kurd anegorî vîna xwe bijî!
PDK-BAKUR

PIRS Û PIRSGIRÊKÊN DEMOKRATÎKKIRINA TIRKÎYEYÊ BÛYE BAR Û KETIYE SER MILÊN VÎ GELÎ!

27.03.2023

Partiya me PDK-BAKUR, di rêkeftî 07.01.2019an de li jêr sernavê “Siyaseta Tırkîyeperwer Bi Yekitiyê Diçe Helbijartinên Herêmî” daxuyaniyek belav kiribû (bnr. PDK-Bakur Info, Türkiyeci Siyaset Yerel Seçimlere İttifakla Giriyor, 10.01.2019), di vê daxuyaniyê de amaje pê dikir ku HDP (Partiya Demokratîk ya Gelan), li Amedê, bi tevî “heft” dorhêlên siyasî ragihand wekî hevkariyeke helbijartinê ya Kurdewer ava kirine, ya ku ji partî, komele û kom û komikan dihatin pê. Bi vê daxuyaniyê hewl dabûn wekî mizgîniya xêrê bidin gelê Kurd ku hemû layenên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, di bin banê HDPyê de hatine ba hev û tifaq û hevkariya netewî ya Kurdan bi awayekî qutebir li dar xistine. Lêbelê, xelk û alem pê dizanî ku HDP, di qonaxeke nêzîkî helbijartinan de vegotina “Yekîtiya Netewî” hem ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û hem jî ji bo devê layên û derdorên siyasî yên Kurd –yên qaşogiravî derveyî vê siyeseta Tirkîyeperwer– şêrîn bike, bi kar dianî, ev yeka hanê hişt ku partî yan derdorên siyasî yên Kurd, dev ji hemû bîr û bawerî û boçûnên xwe yên “netewî û dij-mêtinger” berdin, xwe jî, gelê xwe jî bixapînin, yek bi yek bi dora HDPyê, ango Tirkîyeperweriyê bikevin. Rêya wan wê hingê jî vekirî bû, niha jî vekirî ye!

Belam, di vê “Yekîtî”yê de tişta herî balkêş ne ew e wekî HDP di bîr û bawerî û armanca xwe de bi pêdagir û lihevkirî ye, tew em dikarin bibêjin ku HDP, asta bîr û baweriyên xwe yên navend-Tirkîyeperweriyê, di van helbijartinên bê de bilindtir kiriye; siyasetmedarên Kurd, ji hemû qonaxên siyasetê bêhtir, di bin pêşengiya vê siyasetê de fena xulaman tevdigerin, ango, alozî, ne di pêşniyarbirina bo yên wekî Hesen Cemalê neviyê Cemal Paşayî de ye ne jî di helwêstê de. Bazar, bazara Tirkîyeyeke demokratîk e, hemû ev keft û left ji bo veguhertina rûçikê dewleta mêtinger e wekî dawdoza Kurdan bi rê û dirbên “demokratîk” ji holê rake. Ew dawdoza ku ji Serhildana 1925an û vir de hêza dehfdêr ya avakirina bîr û boçûna dewleteke serbixwe û bidestxistina mafên netewî ya gele Kurd bû. Niha, HDP cardin bi yekîtiyekê(!) diçe ser sindoqan, tifaqa Hur-Kemalîstan bi dengên Kurdan û bi helwêsta ku ji bêhelwestiyê der tê, bihêztir û bibandortir dibe, pirs û pirsgirêkên demokratîkkirina Tirkîyeyê bûye bar û ketiye ser milên vî gelî! Hêviya vê siyaseta dij-Kurd ew e ku, heya ku Tirkîye nebe dewleteke demokratîk, dê pirsgirêk û aloziyên Kurdan jî çareser nebin! Lewre hem dewleta mêtinger û hem jî partiyên ku bi desten wan hatine avakirin, baş pê dizanin ku motîfa herî bihêz neteweperwerî ye, hîn jî wisa ye û dê hertim wisa be!

Belê, çawa dibe ku partî û derdorên siyasî yên Kurd yên ku xwe dûrî vê vegotinê bi rê ve dixin —û dixistin— bi partiyeke “Tirkan” re ya ku “Ala Rengîn” wek ala xwe nabîne û li dijî Ala Rengîn, li dijî tifaqa Kurdan, li dijî neteweperweriyê, li dijî bîr û boçûna serxwebûnxwaziyê, her weha li dijî dewleta Kurdan —her li kuderê jê bê behskirin yan avakirin!— hevkariyê dike, jê wêdetir, xulamtiyeke din î nûjen û lihevkirî ji gelê xwe re dixwaze ku bixwe jî dibe xulamek? Wek ku PDK-BAKUR, di daxuyaniya xwe ya navborî de jî anîbû zimên wekî HDP, ji bo dawîtirîn armanca xwe hemû layenên din yên di nava tifaqê cî girtine, fena alaveke berdeste bi kar tîne, bêyî ku tiştekî bide wan.

Ev e ne tifaq e, ev e binpêkirina mafên netewî yên Kurdan e. PDK-BAKUR banga xwe dubare, sêbare dike wekî gelê Kurd ê birûmet, di helbijartinên bê de piştgiriyê nede tifaqa dij-Kurdan û helbijartinan boykot bike. Xwe ji vê qeşmertiya demokratîkkirina Tirkîyeyê bi dûr bixe û çi demokrat, çi sosyalîst, çi liberal, hifza xwe ji Romiyan bike, li mîrateya Xanî, Nehrî, Şêx Seîd û Barzaniyê Nemir xwedî derkeve!

PDK-BAKUR

NEWROZA 2023YAN LI GELÊ ME PÎROZ BE!

20.03.2023

Îsal, gelê me yê rûmetdar bi êş û birînên xwe yên ji erdhêj û pê re pê re lehîyên li erdnîgariya Bakurê Kurdistanê dabûn mayî, tevlî Cejna Newrozê dibe. Îsal, agirê azadiyê ji bo qurbaniyên van qaresatan hil dibe, çîroka me ya vejînê, bi dilekî şikestî li bihara Kurdistanê dibişkive. Lê belê, bi tevî hemû bobelatên xwezayî yan der-xwezayî, mêjûya Kurdan daye nîşandan ku Kurd, di van dem û dewranên napayîn de ji hemû gavan bêhtir dibin hevparê yekûdin, partiya me PDK-BAKUR, ji roja êwil de li gel gelê xwe yê payeberz bû, endamên me yên dilxwaz ji roja êwil de bi hemû meferên xwe ve li deverên erdhejê bûn.

Belê, îsal, gelê me yê rûmetdar, bi erdhejeke din ya siyasî tevlî Cejna Newrozê dibe, partiya ku qaşogiravî Kurd û mafên Kurdan diminîne, dixwaze ber û bergehê Kurdan careka din bide pûç û valatî û bêhelwestiyê ya ku ji xwe re kirine wek rewişt. Eşkere ye ku li Mesaya Şeşmend ji xeynî Kurdan, hemû hêl û layenên siyaseta mêtinger cî girtine û dawdoza dengê Kurdan dikin. PDK-BAKUR dê neçe ser sindoqan, wek ku di rêbaz û bernameya xwe de jî bi awayekî zelal gotiye, dê piştgiriyê nede “Destpêka Sedsala Tirkîyeya Mezin” û ne jî Bernameya Kûr-Kemalîst û nijadperestan.

NEWROZA 2023YAN LI GELÊ ME PÎROZ BE!

XEBAT JI BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊ!

PDK-BAKUR

DESTKEFTÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PÎROZ IN

13.03.2022

Komara dagirker a Îranê şevê din bi rokêtan êrîşî ser Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê kir. Îranê beriya niha jî gelek caran bi alîkariya hêzên xwe ên kirêgirtî êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye. Lê ev cara yekemîn e ku rasterast ji nava sînorên xwe rokêtan davêje Hewlêrê û êrîşeke wiha hovane pêk tîne û berpirsyariya wê jî li xwe digre. Piştî vê rûdanê em dibînin ku Îran derbasî qonaxeke nû a êrîşkariyê bûye.

Ji bo parastina berjewendiyên xelkê Kurdistanê, nehiştina bandora hêzên kirêgirtî ên ser bi Îranê ve û şikandina bandora Îranê di siyaseta Iraqê de, Serkirdayetiya Siyasî a Başûrê Kurdistanê roleke karîger dibîne û wiha xuya ye ku ev yek jî bûye sedema vê êrîşê.

Dewleta Federe a Başûrê Kurdistanê navenda aramî û bihevrejiyanê ye û berê wê li nirxên cîhana azad e û ji bo vê dibe armanca êrîşên Îrana dagirker û paşverû.

Yek ji armancên êrîşê jî saziya ragihandinê Kurdistan24 e û nîşan dide ku dewleta Îranê dijminê nirxên mirovî ye. Divê Îran û dagirkerên din baş zanibin ku wê netewa Kurd li hemû perçeyan bi tekoşîna xwe a serxwebûnê, nirxên mirovatiyê biparêze.

Partiya me PDK-Bakur careke din dûpat dike ku ew li pişta gelê Başûrê Kurdistanê û serokatiya wê a siyasî ye û bang li Kurdistaniyên her çar perçeyan dike ku xwedî li destkeftên Başûrê Kurdistanê derkevin.

PDK-BAKUR

EM ÊRÎŞÊN DAIŞÊ YÊN LI PÊŞMERGEYÊN KURDISTANÊ TÊNE KIRIN RÛREŞ DIKIN

03.12.2021

Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kirin û di encamê de 10 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê şeva 28.11.2021ê jî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco ya herêma Germiyan a Silêmanîyeyê ve, ji du aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmerge kiribûn û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd bibûn û 3 Pêşmerge jî birîndar bibûn.

Êrîşên DAIŞê, perçeyeke ji êrişên dijminên Kurdistanê ye, perçeyeke ji êrîşên hêzên dagirkerên Kurdistanê ye.Pêşmergeyên Kurdistanê û gelê Kurdistanê yên heta îrô li himberî êrîş û qetlîamên DAIŞê, li himberî jenosîdên Helebçeye û Enfalê serê xwe netewandinê, dê li himberî van êrîşên DAIŞê yên hov û dijminane jî serê xwe netewîne.

Em bangî Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin , da ku bi hemû îmkanên xwe gelê me li himberî van êrşên dijminan biparêzin û bersîva pêwîst bidin DAIŞê û hevalbend û piştgiren wê.

Herweha em bangî Parlamento, Serokatî, Hikûmet Herêma Kurdistanê dikin da ku hêzên pêşmerge û hemû dezgehên herêma Kurdistanê weke dezgehên yekgirtî yên fermî yên Herêma Kurdistanê bikin yek.

Sedema esasî ya ku dihêle ev êrîşên DAIŞê encam bide, tunebûna serwerîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li axa mijara madeya 140î ye. Heta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li tevaya axa Kurdistanê serwerîya xwe pêknîne ev xeterî dê hebe. Çûyina pêşmergeyên Kurdistanê yên herêmên mijara madeya 140î divê parçeyekî bidestxistina serwerîya axa mijara madeya 140î be.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymanîyê dikin , rêbidinê da ku hêzên pêşmerge bikaribin ewlekarîya navçeyên mijara madeya 140î pêk bînin û divê demildest madeya 140î bê bicîhanîn.

Em vê êrîşê, terorîstên DAIŞê û hevalbend û alîkar û piştgirên wan rûreş dikin.

Ruhê pêşmerge û 3 sivîlên ku şehîd ketine şad , cîhê wan biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin; şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-BAKUR)

PÊLKURD

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

Tevgera Demokratik a Kurdistan (TDK-TEVGER)